Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 8 peyam
    xwarinên kurdan - tirşik
    xwarinên kurdan
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. xwarinên ku weke aîdê kurdan tê zanîn an jî bi giştî ji aliyê kurdan tên çêkirin, in.



    (bnr: ûr û rovî)

    (bnr: mehîr)

    (bnr: kutilk)

    (bnr: serdew)

    (bnr: tirşik)

    (bnr: parêv)

    (bnr: ser û pepik)

    (bnr: danînok)

    (bnr: dewîn)

    (bnr: çavbelek)

    (bnr: şilke)

    (bnr: helîse)



    2013.07.02-09:02 | simurg56

    2. (bnr: kufteya abdigor)



    2013.07.02-12:34 | simurg56

    3. birrek xwarinên devera serhedê:



    (bnr: merge)

    (bnr: dem kebab)

    (bnr: evdîgor)

    (bnr: savara mirtibkî)

    (bnr: bozbaş)

    (bnr: borc)

    (bnr: misembe)

    (bnr: avjaj)

    (bnr: binerd)

    (bnr: egirdek)

    (bnr: bimbar), (bnr: doran)

    (bnr: ûr)

    (bnr: ûr û rovî)

    (bnr: serûpê), (bnr: kellepaçe)

    (bnr: sêleqelî), (bnr: qelîsêl)

    (bnr: hêkerûn), (bnr: qeyxane)

    (bnr: xingel)

    (bnr: xoşav)

    (bnr: tirşî)

    (bnr: girara dewî), (bnr: dewîn), (bnr: mehîr)

    (bnr: şorbe)

    (bnr: girara sibê)

    (bnr: avşor), (bnr: şorav), (bnr: avşork)

    (bnr: avşora keşkan)

    (bnr: savar)

    (bnr: birinca miqeşer)

    (bnr: îçpîlav)

    (bnr: perdepîlav)

    (bnr: dolmên biqatix)

    (bnr: kilorîk), (bnr: tirşmanc aşi), (bnr: xilorik), (bnr: kutilkê heşandî)

    (bnr: kutilk)

    (bnr: turşî dolme)

    (bnr: kiftequl), (bnr: kifteyên derewdanî)

    (bnr: gebol)

    (bnr: piçûc)

    (bnr: şille), (bnr: şile)

    (bnr: biryan), (bnr: parêv)

    (bnr: papaz yexnî)

    (bnr: paresû), (bnr: kalek)

    (bnr: hes dolmesî)

    (bnr: kurt dolmesî)

    (bnr: çortî teplemesî)

    (bnr: çortî aşi)

    (bnr: kiftê çortiyan)

    (bnr: kiftê sîr)

    (bnr: helîse)

    (bnr: keledoş)

    (bnr: tutmanc), (bnr: pişrûk)

    (bnr: tirşik)

    (bnr: serdew), (bnr: serbidew)

    (bnr: pelî), (bnr: pelûk), (bnr: pelûl), (bnr: pelûr)

    (bnr: peliya kartolan), (bnr: hevrîşka kartolan), (bnr: kartolên xweşkirî)

    (bnr: welîbax)

    (bnr: zulfî)

    (bnr: goştê pizotê)

    (bnr: xwarinên xweşkirî)

    (bnr: singesîr)

    (bnr: kundirmast), (bnr: boraniya kulindiran)

    (bnr: çirtme), (bnr: çirtma kulindiran)

    (bnr: cax)

    (bnr: çilbira pîvazan), (bnr: şuwa pîvazan)

    (bnr: şuwa tirş)

    (bnr: şilik)

    (bnr: xasîl), (bnr: xaşîl), (bnr: kutayî)

    (bnr: xus)

    (bnr: asîde)

    (bnr: qeyserûn), (bnr: kincirûn), (bnr: tirşika mişmişan)

    (bnr: gozbez), (bnr: gozebez)

    (bnr: lalepêt)

    (bnr: xurme)

    (bnr: şorbeşîr), (bnr. gireşîr), (bnr: sûtlac)

    (bnr: mehelebî)

    (bnr: xwerîs), (bnr: mirtoxe)

    (bnr: arxafk), (bnr: kincirûn)

    (bnr: kadê gwîzan)

    (bnr. kadê tewê)

    (bnr: nanê tewê), (bnr: biçirik), (bnr: zengil), (bnr: zîlopî)



    2013.09.13-04:54 | endazer

    4. (bnr: qelatik)

    (bnr: jajî)

    (bnr: sîrmast)

    (bnr: keşke)

    (bnr: hevrîşk)

    (bnr: çevçan)

    (bnr: boranî)



    2014.01.02-15:28 | dijber

    5. (bnr: keledoş)
    Keledoş xwarineke pêjgeha kurdan e. Li herêmên Serhed û Botanê pir tê çêkirin. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dan,nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
    Ku hazir dibe nan hûr dikin û li ser nan dikin û tê xwarin. Li serhedê ji sîr û maste çêdikin. Berkelîna we nan an pelhevîrka badayî (hin caran dagirtî), sîr, mast, îsota reş, run, xwe ye.
    Îsota reş di nava rûnê qijilandî de bi ser de dikin. Li Çewlik,Rojhilata Navin, Sewas û gelekî deveran ji dêvla nanê pijirandî, şikevaya pêçandî û dagirtî bi kar tînin. Li Kanîreşê jê re Sîrepel dibêjin, ev awayê wê hinek cuda ye.
    Kel û mel:
    Kartol
    Nisk
    Koştê elokê
    Spitang
    Elegez
    Gulasor
    Keşk
    Çêkirin;
    1.Peşiye av berdidî qûşxaneya bihişdarî , koştê te qûşxaneya bihişdarî de dikele. koşt danîne ciyekî.
    2.Av berdidî nav qûşxaneya bihişdarî, Pincarê berdidî qûşxaneya bihişdarî û dikele. Pincar danîne cikî.
    3.Av berdidê qûşxanê û nisk quşkanêda dikele. Danîne cikî.
    4.Kartola kerî kerî diki nav runda sor dikî.
    5.Av berdidî dîzikê û keşkê xwe dixî nav avê divşirî. Kevçî ar berdidî nav dew û hevdixî.
    6.Hemû malzemê xwe dixî quşxanekî. Dewê xwe berdidî nav malzema. Du kela dikele û amede dibe.



    2018.01.06-15:09 [guhertin:2018.01.06 15:17]| xwarinpêj

    6. (bnr: tirşika kerengan)
    Ji bo car kesan kelûmel:
    kiloyek kereng
    400gr goştê çinîkirî
    du kevçiyen xwarine runê malê
    se dendik sîr
    du gedeh bi qedeha avê ava simaqe kevçîyekî xwarinê ava firingiyan
    kevçiyekî çayê îsota reş
    xwe
    sê gedeh av
    Çekirin
    goşt bixin beroşekê û deynin ser agir. Bila bipije heta ku jê av diçike. Gava ku av ji gost çikiya rûn bixin ser goşt û bila qasekê di nav hev de sor bibin û ava firingiyan bikinê. Wexta ava firingiyan di nav goşt û rûn de ji hev belav bû ava simaqe ava wê bixin nave, bila goşîte we di nav ave de bipije. Gava gost keliya kerengên xwe yên şûşti û hûrkiri berdin nave xweya wê pê wer bikin û devika beroşê deynin serê. Bila bi hemdê xwe li ser agir bipije. Dema ku tirşa we cêbû îsota reş lê werbikin û bi germî deynin ser sifreyê



    2018.01.06-15:14 [guhertin:2018.01.06 15:21]| xwarinpêj

    7. (bnr: keşkerun)
    Navê wê ji "keşk" û "rûn" pêk tê
    Ji bo çar kesan kel û mel:
    200 gr Keşk
    Nîv kîlo danê hêrayî
    Sê kevçî rûnê malê
    Kevçiyek rihana hişk
    Kevçiyek îsota hûr
    Xwe
    Şeş qedeh av.
    Çêkirin:
    Serê pêşîn keşka xwe bixin derdanekî, ava şîregermî berî ser bidin û li hev bidin heta ku keşka we bibişive, dewê keşkê berdin beroşê û daynin ser argûnê bila bikele. Dema ku dewê we bi kelê ket danê xwe berdin navê, xwêya wê bavêjinê û car caran tevbidin û li ber bin, gava ku danê we pijîya rûnê malê bixin taweyekê û bidin ser argûnê bila biqijile. Ku run qijîlî ji ser agir hilînin. Catirî, îsota hûr û rihana wê tevlî bikin. Li hev bidin û berdin ser danê ku di keşkê de hatiye pehtin û bi germî deynin ser sifreyê.



    2018.01.06-15:38 | xwarinpêj

    8. (bnr: gudik)
    Ji bo çar kesan kel û mel:niv kîlo danhêrik,nîv kîlo hûrikê sawarê, serîyek pîvaz,xwe, bi qasî bikele av
    Çêkirin:
    Danê hêratî û hûrikên sawar bikin ser hev. Hinek ave berdin serê bila demekê bimîne û binermije. Paşê xwêya xwe pê serbilind û bicehiqînin. Gava ku hevîrê we çêbû gudikên pehn û gilover jê çêkin. Mezinahîya wan bila bi qasî kefa destê we be û bi qasî destê we qalind bin. Ava xwe bikin beroşê û bidin ser agir. Piştî kelîya gudikên xwe bavêjin nava avê. Di nav ava şor de bi qasî deh deqîqeyan bikelînin. Piştî ku pijiyan derxin,deynin ser lengeriyekê. Bi kevçîyekî darîn hûr bikin. Rûnê xwe biqijilînin li ser bigerinîn û deynin ser sifreyê.



    2018.01.06-15:40 [guhertin:2018.01.06 15:40]| xwarinpêj

    9. (bnr: mirtoxe)
    Kel û Mel:
    Ar, hêk, rûn.
    Çekirin:
    Rûn tê helandin û piştre ar dikin navê û tevdidin heta ku ar baş diqume. Pişt re jî hêkê bi ser de dişikênin û tevdidin heta hêkên wê bipijin. Serê sibehan bi hingiv an rîçalê re tê xwarîn.



    2018.01.06-15:43 | xwarinpêj

    10. (bnr: qelîsêl)
    Ji ber ku ev xwarin li ser sêlê çêdibe navê wê kirine qelîsêl an sêleqel. Ji qelandina goştê berxan re tê gotin. Di sêlê de û li ser agir tê çêkirin. Ger ku malzeme peyda bibe xwarineke ku çêkirina wê hêsa û pratîk e. Li gor malzemeyên ku tên bikaranîn û hostayên ku çêdikin, cudahîyên wê hene. Wekî mînak li navçeya Çinarê ev xwarin bi goştê hestî tê çêkirin,lê li hin deverên din jî sebzeyên cur be cur didin berê .
    Çêkirina wê;
    Ji bo çar kesan kel û mel:
    Kîloyek goştê berxê, kevçîyek rûnê malê, xwe
    Goştê xwe hûr bikin. Argûnê pêxin, sêla qelîyê deynin ser, goştê xwe bikin sêlê. Heta ku ava goşt ziwa bibe bila bipije. Paşê kevçiyek rûnê malê bidin ber bila goşt tê de sor bibe xwêya wê pê wer bikin û bi germî deynin ser sifreyê.
    *Qelîsel=Saç kavurma



    2018.01.06-15:46 | xwarinpêj

    11. (bnr: hebenîska amedê)
    Bi danê spî û goştê pîlê yê bihesti yê mihê tê çêkirin. Hebenîsk xwarineke kurdistanî ye, li tevahiya herêman kêm zêde terîfeya wê yek e. Ev terîfe ya herêma Amedê ye. Ji bo vê xwarenê qemçikên bacanên reş ên hişkirî pêwist in.
    Kel û Mel :
    1/2 kg goşte pîlê yên bihestî yê mihê
    1/2 qedeh danê spî
    1/2 qedeh nîsk
    1/2 qedeh nok
    10 qemçikên bacanreşkê yên hişkirî
    1/4 qedeh rûnê malê
    2 serî pîvaz
    Kevçiyekî xwarinê ava firingîyan
    Çekirin:
    Kevçiyekî xwarinê gîjnîj, şiraniyê îsato îsato sor, Kevçiyekî îsota reş, Kevçiyekî şiraniyê xwê goşte hûrkirî berdin quşxaneyê, dan û nîskên şuştî ji berdin ser û bidin ser agir. Du caran kelê pê bînin û kefa wê bigirin. Qemçikên bacanreşkê hûr bikin, berdin navê. Rûn bihelînin, pîvaza hûrkirî biqilînin, ava firingîyan jî. Piştî qemçikên bacanan berdin nava goşt. Gijnîj, xwe, îsota sor û îsota reş tevlî bikin, bihelînin bila heta tehma xwe digire.



    2018.01.06-15:48 | xwarinpêj

    12. (bnr: kalek)
    Navê xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e.Di pêjgeha kurdan de xwarenên ji, tijekirina goştê bi hestî hene. Yek ji vana jî kalek e. Xwarineke derdora Lîce ye paşê belav û navdar bûye.
    Kel Û Mel:
    2 qedeh av
    Li ser daxwazê hinek ava firingiyan
    4 kevçîyên xwarine rûn
    Parxanên kar an berxê
    250 gr pilê mihê
    2 qedeh birine
    Qedehek behiv
    Kevçîyeki şiraniyê îsota reş
    Kevçîyeki şiraniyê xwe
    Kevçîyeki xwarenê bexdenûsa hûrkirî û rihan
    Kevçîyeki şiraniyê biharat
    Çekirin:
    Birincê bixin nava ava şor, heta av sar bû bihêlin. Goşte pîlê tike bikin, tevî qedehek av têxin quşxaneyê, heta ava wê
    miçiqî,biqelînin.
    Di quşxaneyêke din de rûn biqelînin. Birincê bişon, di nava rûn de biqelînin, berdin nava quşxaneya goşt, sawareke (pilaw) nîvpehtî çêbikin.
    Behîvên di avê de bixaşînin, xalikên wan rakin, bişon, dawerînin, di nava rûn da biqelînin. Savar, rihana hûrkirî , bexdanûsê û biharetê tevlî bikin, tevdin.
    Nava hestîye parsûyan û goştê wê vekin, bi vê savara yan têkela we amedekarîye, tijî bikin. Ne zêde ne jî kêm tijî bikin. Ava firingiyan bi ser parsîyan de bikin di nava rûn de biqelînin. 3 qedeh av lê zêde bikin,
    xweya wê kontrol bikin, derxûnê bigirin. Berê aliyê hestî yê parsuyan bidin jêr, paşê jî yê goşt. Bi qasî 3, 4 seatan bikelînin. Paşê jî ji bo ser sifreyê amade bikin.



    2018.01.06-15:49 | xwarinpêj

    13. (bnr: serbizêr)
    Ew xwarin zêdetir li Çermûka Amedê navdar e. Di rojên taybet ên lihevkombûnê de ji bo mêvanan tê çêkirin.
    Ji bo çar kesan kel û mel: Du qedeh nîsk, qedehek savar,pîvazek,çar kevçî rûn,kevçiyek gijnija kutayî, kevçîyek îsota hûr, xwe, pênc qedeh av
    Çêkirin:
    Rûn bixin beroşekê û danîn ser argûnê. Pîvazê hûr bikin û berdin ser rûn û bila tê de sor bibe. Ku pîvaz di rûn de sor bûn, nîskan berî ser bidin, bila qasekê di nav hev de sor bibin û paşe avê berdin ser. Bila bikele heya ku ji şorbeyê tîrtir dibe. Gava ku xwarin amade bû, îsota hûr û gijnîjê lê bireşînin. Xwêya wê pê wer bikin û ji ser agir hildin. Xwarinê bixin derdanekê,di nav we de kortekê çêkin, rûnê malê di tewayê de biqijilînin û berdin serê. Bi germî deynin ser sifreyê.



    2018.01.06-15:51 | xwarinpêj

    14. (bnr: tirşika zivistanê:)
    ji sebzeyên hişkirî tê çêkirin. Berê ji ber ku sebzeyên ter û teze nedima zivistanê ev tirsika kurmanci xwarineke pir hêja bû. Li ber giraran xwarineke xweş bû. Ji ber ku tehm û hilma tave dikeve van sebzeyên hişkiri gava ku zivistanê xwarin ji wan tên çêkirin xwediyê tam û çêjeke taybet in.
    Ji bo şeş kesan kel û mel; goste pez bi hesti nivkilo, balicanen hişk du tas, firingiyen hişk tasek, isoten hişk 5 tene, kartol du tene, bi qasi du kevçiyen xwarine ava firingiyan, du kevçiyen xwarine rûne male, 6 dendik sir, xwe û av.
    Çêkirina wê
    Gost bişon û bixin beroşeke bidin ser agir bila bikele. Heta ku goşt çêbibe. Avê di beroşeke din de bikelinin û sebzeyen hişkirî bişon û di nav de bikelînin. Dema sebzeyên hişk pijiyan berdin sefike û ava wan dawerivinin. Run bixin beroşeke û bidin ser argüneke, ku rûn sor bû ava firingiyan bidin berê bila di nav hev de sor bibin. ku ava firingiyan ji hev belav bû goştê pijiyayî sebzeyên hişk ên kelandî û kartolên ku hatine hûrkirin siran berdin sere. Xwe pê wer bikin tevbidin. Bila hemû di nav hev de biskeke sor bibin paşê ji avgoşte berdin serê bila bipije, wexte tirşik hat hemde xwe bi germi deynin ser sifreye.



    2018.01.06-15:53 | xwarinpêj

    15. (bnr: savarê sîrê)
    bi taybetî jî ji hêlê semsûrê.

    guherandin: bilxur bû savar.



    2018.01.07-00:02 [guhertin:2018.01.07 20:37]| aqilkêm

    16. bilxur peyameke tirkî ye. kurmancî savar e.
    savarê sîrê



    2018.01.07-00:12 | xwarinpêj

    17. ezê pênasên wan xwarinan di cîhkî tomar bikim. carna ez di xwe re nabînim ku rabim ser xwe ku şîvê çêkim loma dertêm li dervê tiştên xazir dixwim. divê bi xêra te destpê çêkirina xwarinên cûda bikim lê hêvî dikim xwarinên te dayî nasandin ne giran be , bila him ji aliyê ked û him jî ji aliyê dem sivik be.



    2018.01.07-00:48 | umed

    18. Ev reçeteyên xwarinên pêjgeha kurdan e. ez jî dizanim çêkirina wan giran e. Nêzîkê 20 reçete destê min da heye. ez wana jî parve bikim , Ku ev reçete qedîyan, Ezê reçeteyên sivik parve bikim



    2018.01.07-01:10 | xwarinpêj

    19. ez kurdek veganim , hema hema hemû xwarinê me bi goşt , şîr , an jî hêkê lawiran tê çekirin. ez ji zehfê tirşik dixwim ji ber ku erzan û xweşe û carna nanê sêlê, tiştên wisa.



    2018.01.07-07:03 [guhertin:2018.01.07 07:08]| kurdokercewsî

    20. xwarinên herî xweş in.

    (bnr: tirşik)

    (bnr: kîbebûmbar)

    (bnr: meftûne)

    (bnr: hebnîsk)

    (bnr: sîrmast)

    (bnr: zengil)

    (bnr: kenger)

    (bnr: nanê çûçê)

    (bnr: şilikî)

    (bnr: belehî)

    (bnr: şorik)



    2018.03.08-00:36 | mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwarinên cejnê
    » kurdandin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî