Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nuri bilge ceylan - tirşik
nuri bilge ceylan
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. derhênerekî Tirk e. derhênrekî xwediyê fîlmên hêja ye. her kes jê heza nake, lê belê ên ku jê hez dikin pirr hez dikin.



çend fîlmên wî: Üç maymun, bir zamanlar anadolu'da, İklimler, uzak.



25.02.2014 18:39 | giyanstêr

2. derhênerekî pir û pir kêrhatî ye. bixwe tarzek afirandiye. tarza wî gelekî bihuner e. ji ber vê yekê jî gelek temaşevan ji fîlmên wî tiştekî fêhm nakin û ji wî heznakin. li gor min fîlmê wî ê herî baş 'bir zamanlar anadolu'da' ye. hemû fîlmên wî:

koza - kurtefîlm - 1995

kasaba - 1997

mayıs sıkıntısı - 1999

uzak - 2002

iklimler - 2006

üç maymun - 2008

bir zamanlar anadolu'da - 2011

kış uykusu - dê îsal derkeve



25.02.2014 20:12 | mergehez

3. derhênerekî pir xweşa min diçe ye. di fîlmên wî de zêde axaftin tuneye. tiştên ku dixwaze bibêje, sehneyên bê axaftin ve diyar dike. yê fîlmên wî temaşe bike divê sehneyan pir bidîqat temaşe bike.



-weke mînak; di fîlma wî ya bi navê uzak de tenêtîya mêrik, bi erebeya wî ya taybet ve diyar dike. tu dibînî ku mêrik ji xwe tenê ye û erebana wî jî piçûk e. di erebanê de 2 paldank heye. di yekê de xwe siwar dibe û qoltixa din de jî malzemeyên xwe datîne.



-di fîlma bi navê iklimlerê de jî 2 heb mirovên ku weke havîn û zivistanê dûrî hev hene. fîlm bi havînê ve de dest pê dike û bi zivistanê ve dawî dibe.



24.03.2014 13:42 | nazim tolhildan

4. kesê ku, bi filma xwe ya bi navê xewa zivistanê*, xelata nexila zêr kar kiriye. serkeftinek pir giring e bi rastî. piştî filma a yilmaz guney, cara yekem e ku derhênerek ji tirkiyê xelatek wisa werdigire.



25.05.2014 00:59 | brusk56

5. malpera dengê rûsya navê fîlmê "xewa zivistanê" ya wî weke "tevizandina zivistanî" bi nav kiriye..tevizandin ne xew e, bi tiştên xewînerên mîna narkozê meriv ditewîzînin..

vaya sernîvîsa nûçê: Filîmê derhênerê ji Turkyê Nûrî Bîlgê Cêylan yê binavê `Tevizandina zivistanî` li festival Kanê xelata zêrîn wergirt.

http://kurdish.ruvr.ru/news/2014_05_25/272773235/



25.05.2014 19:01 | havka

6. jo bo hemû xebatên wî (bi taybetî jî mêneyên wî): http://www.nuribilgeceylan.com/



26.05.2014 19:41 | nazim tolhildan

7. derhênerê ku heta niha tu fîlmê wî bala min nekişandiye. texmîn dikim ez ê zêde jê hez nekim.

dixwazim li çend fîlmên wî temaşe bikim ku bikarim binirxînim.



26.05.2014 19:52 | simurg56

8. Her çiqas ku qasê orhan pamux nebe jî li derweyê tirkiye bi nav û deng e. Çend rojin fîlma wî ya winter sleep li seûl ya koreya başûr tê nimandin.



16.06.2015 20:10 | cinorek

9. derhênerekîye di derbarê wîde ez vîya tenê zanim gava xelata palmiya zêrîn sitende yılmaz güney bi bir hanî kulma xwe wekî yılmaz güney kir û piştî xelatê teze hat naskirin. kî heye dibê fîlmê wî ne xweşin û giranin.



16.06.2015 20:30 | shorbevan

10. bi fîlma xwe ya nû ahlat ağacı yê bi pêngavên fîlan diçe cannes film festival ê.

ciwamêrekî sergiran e. her tim difikire, dengê wî zêde dernakeve û hinek fîlmên xweş û ciwan bexşandine me. em jê razî ne, tawûs melek jî ji wî razî be.



30.04.2018 01:45 | wiha wilo wisa

11. derhênerek di şertên tirkîyê de baş e. heger li welatekî hunermend kêm bin hebûna hunermendekî zêde deng vedide. sebebê gelek hijêkirina nbc ev e. derhênerên baş li tirkîyê kêm in, jiberku derhênerek baş e, ji alîyê sînemahezan ve êdî ne wek yekî baş wek yek ji xwedayên sînemayê tê danasîn.

di fîlmên wî de gelek mijar bi awayek nepenî tên vegotin. bejahî, tenêtî, bêwatehî, entelên tirk û jiyana wan a pûç hwd. Sînematografîya wî jî pir serkeftî ye. Jixwe kesekî feyza xwe ji tarkovskî bigre, di diyalogan de ji wêjeya rûs a klasîk wek milkê bavê xwe sûd wergire divê dîmen û diyalogên baş bêne pêş çavê temaşevanan.

Lê hunermend ne tenê ji gotinên xwe, herwiha ji tiştên nayne ziman jî berpirsiyar e. Dema mirov li fîlmên ken loach temaşe dike, dibêje çima dêrhenerek tirk wekî wî mijarên civakî venaguhêzîne ser perdê? hebûna derhênerên wek ken loach wêrek, naverok û entelektuelîya nbc bêwate dike. hunermendek newêre çi eşkere çi bi metaforan dewleta xwe teşhîr bike, kêrî çi tê?



02.01.2021 19:55 | hespêsor

12. derhênerê ku xelata herî mezin bi dest xistîye (palme d'or), lê belê kelam (min go çi?) ji ber ku siyaset tev li hunera xwe nekiriye, li gorî hin nivîskarên tirşikê ku kes ji wan zêdetir sînemayê nizane, kêrî tiştekî nahê (nuri bilge ceylan/129859). ji bo îngilistanê ken loach ne ewqas wêrek e. nurî bîlge jî, kes nikare heqê wî bixwe, hunermendekî mezin e, hunera sînemayê bi pêş ve xistiye.

lê belê kelam (wey min dîsa got) hunerê bê siyaset ji abbas ahmedî ra heq e, ji nurî bîlge ceylanî ra xebhet e. (abbas ahmed/117945) nakokî çima?



02.02.2021 19:05 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nuri bilge ceylan
» ceylana bêdestûr

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî