Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 20 peyam
can dündar - tirşik
can dündar
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rojnamevan û nivîskarekî tirk e. nivîsa wî a îro li ser pêşbîniya abdullah öcalan e.



öcalan çi got ew pêk hat - lînk: http://www.cumhuriyet.com.tr/koseyazisi/44733/Ocalan_Ne_Dediyse_O_Oldu.html



25.02.2014 20:35 | mergehez

2. (z. 16 pûşper 1961, Enqere) lêgerîner, rojnamevan, derhênerê dokumanteran e.



Dibistana amadeyî li Lîseya Enqereyê ya Ataturk bidawî kiriye. 1982'yê ji fakulteya zanînên polîtîk a zanîngeha Enqereyê destûrdar bûye. Di Yankı, Hürriyet, Nokta, Haftaya Bakış, Söz û Tempoê de nivîsiye. Sala 1986'ê li Brîtanyayê di dibistana London School of Journalismê de dixwîne.

Di Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn‎ (ODTÜ), beşên zanînên aborî - gerînendeyî û birêvebirina gelemperiyê de, perwerdeyê dibîne.

Sala 1988'ê dikeve medyayê, ti saziya fermî ya dewletê TRT'ê de dest bi kar dike. Herwiha di Aktüel', Yeni Yüzyıl, Sabah, Milliyetê de nivîsiye. Niha di Milliyetê de ye.

Gorî hinekan ve ew kemalîstek e. Gelek jî wî wekî demokratek bibîrdixin. Dixwaze astengiyên pêşiya çand û zimanê kurd rabin. Lê bo tayînkirina çarenusa kurdan, wekî kemalîst û çepa tirk difikire. Ango qedera kurdan bi berjewendiyên tirkan ve girê dide.

WİKİPEDİA



26.07.2015 22:37 | ronahî

3. di dawiyê de ew jî hat girtin. niha di hepsê de ye. heye ku were berdan jî heye ku cezaya hepsa muabbet jî bistîne. ev jî dîmena hiquqa tirkiyê ye.



29.11.2015 18:50 | simurg56

4. nizanim çima lê nikarim jê hez bikim.

belkî jî ji ber ku em hezar qetê êşa ku ew dikşînin dikşînin, qet dilê min namîne bi wan ve.



29.11.2015 20:02 | brusk56

5. rojnamevan bû, niha li (bnr: hepsa silivriyê) tisbîha dikêşîne. sûçê wî (bnr: xaînatî) ye. dewr, dewrekî ecêb e ji bo vê dewleta nedewlet.



02.01.2016 11:33 | wiha wilo wisa

6. rojnamevanê ku îro hat berdan. ji girtina wî jî, ji berdana wî jî ne aciz bûm ne jî kêfxweş bûm. lê tişta ku min dîsa fêhm kir ewe ku, ger tu kurd nîbî, şûra dewletê li hember te ew qas jî tûj nîne.



26.02.2016 09:57 | nazim tolhildan

8. rojnamevanê ku ji ber ku tirên dewletê ku alîkariya leşkerî dibir ji bo daîşê, kifş kiribû, îro dadgehê 5 sal û 10 meh ceza dane wî. dîsa îro rastî êrîşek çekdarî hat lê zerarek nedît.

hê 5 sala wî tije nebûyî, wê ji girtîgehê derkeve ji ber ku ev desthilatdarî wê 5 sal nedome.



06.05.2016 21:47 | simurg56

10. tew, polîtîka çawa dikare kesên wek erdal er û can dundar di heman bernameyê de bîne gel hev¿



29.05.2020 21:29 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» candan erçetin
» dündar sansür

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî