Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 25 peyam
    the man from earth - tirşik

    John Oldman li zanîngehê profesorê dîrokê ye. ji ber sedemên ku nayên zanîn, piştî 10 salan, ji karê xwe îsrîfa dike. berî ku here, hevalên wî kom dibin û serdema wî dikin, bi armanca ku wî ji biryara...
    (3 şîrove)
    the man from earth
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. fîlmek ecêb e. sala 2007an de hatiye nîşandan. derhêner richard schenkman e. fîlm hema bêje tenê li odeyekê diqewime. li vê odeyê civateke heye ku hemû kesên vê civatê de profesor fîlan in. sedema civîna wan jî ew e ku yek ji van akademîsyenan biryar daye ku ji vî bajarî bar bike. lê dema ev zilam îdîayek nedîtî diavêje holê, mijara civatê her ku diçe sosret dibe û herkes navbera hestên şaşwazbûn û şik û gumanê de tên û diçin. hember kêmasiya aksîyon û bûyeran û kêmasiya mekanan, dîsa jî mirov bêyî ku bêhnteng bibe li fîlmê temaşe dike. hêjayî temaşekirinê ye.

    dema mirov fîlmê temaşe dike, navê fîlmê bêtir fêhm dike.

    min berî salekê li ser malpera critickerê 83 pûan dane fîlmê.



    2014.02.26-21:20 | simurg56

    2. fîlma ku min bi matmayî temaşe kiribû û piştî fîlm jî gelek di nav fikaran de mabûm e. belê her ku fîlm di nav odeyekê û li ber deriyê wê derbas bibe jî mirov ji temaşekirina wê aciz nabe.



    2015.01.17-21:37 | berxweda

    3. fîlma ku tê de replîkeke wiha hebû: ez bi tewratê ve mezin bûm, jina min jî bi quran'ê ve. kurê min ê mezîn xwedênenas e, qîza min jî hîndûîzmê hîn dibe. di mala me de hema bêje ji bo şera olan têra xwe cîh heye. lê em hemû bi felsefeya "bijî û bide jiyîn" ve dijîn.







    2015.12.12-12:12 | nazim tolhildan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    harry potter [1]
    di meha tîrmehê de min li wîkipediyaya kurdî gotara harry pott...
    call me by your name [1]
    Bi rastî min gelek caran pesna vê fîlmê guhdarîkiribû lê bona ku her t...
    queer theory [1]
    dermanê min ji kul û derdêbiruya hayao miyazakiyî re.
    ...
    wekheviya zayendî [1]
    ne mimkun e heyran! nabe wele nabe! nirç!!...
    wekheviya zayendî [1]
    wekheviya zayendî ew tişt e ku hin mêrên vasat difikirin ku ne mimkun ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » the'ya îngilizi û di'ya kurdî
    » manga sor birîndar dibe
    » from rojava towards democratic syria
    » earth day quiz

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî