Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kemal sunal - tirşik
kemal sunal
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikvanekî tirk e. ne pir kêrhatî ye lê herkes jê hezdike. di nêzî 80 fîlman de lîstiye. hema hema di hemû fîlmên wî de navê karakterê wî şaban e. fîlmên ku ew jî tê de dilîze Ên herî baş:

(bnr: tosun paşa)

(bnr: süt kardeşler)

(bnr: hababam sınıfı)

(bnr: kibar feyzo)



26.02.2014 21:30 | mergehez

2. (bnr: îmana min jê diçe)

hima di hemû fîlmên wî de kurd nezan in ehmeq in faziq in çavbirçî ne... yek ji sebebên reşkirina me kurdan e. gava ez piçûk bûm fîlmên wî ji min re pir komîk bûn lê gava ez têgihîştim êdî li min bûn trajedî ku bê çawa di binhişa tirkan de me wekî hov dida nîşandan. ji ber wî di zimanê tirkî de peyvên weke kiro, keko, kardo, hanzo weke heqerat tê binavkirin...



14.04.2015 23:36 | ceso

3. çendek berê min darî vîdeoyekî kiribî, tê de milîtanekê daîşê yê bi eslê xwe tirk, digot ez ji ber kemal sunal û fîlmên wî ku tê de heqaret li hêjahiyên dînê îslamê tên kirin, çûme nav daîşê..

bi rastî jî li cem gelek îslamiyan, -ji îslamiyan mebesta min misilmanên xweyî terîqet û cimaet e- nêrîneke bi vî rengî heye ji bo kemal sunal, dibêjin ji bo navên îslamî di nav xelkê de biçûk û bêqîmet bikin, di fîlmên xwe de navên wan şeban, rimezan û receb didin tîp û karakterên pîs..



15.04.2015 00:03 | endazer

4. di fîlmên wî de ne tenê kurd û navên îslamî, hemû gundî û navên ku bi gelemperî li gundan tên bi kar anîn, tên biçûk xistin. li anatoliyaya navîn derbas dibe fîlmên wî. meriv hemû fîlmên wî (yên tenê ew serlîstikvan in) têxin li ser hev nabe bi qasî fîlmeke yilmaz guneyî an jî şener şenî. lê li îşê xwedayê reben binere, fîlmên wî ji hemû fîlmên yilmaz guneyî û yên şener şenî, bêtir tên hezkirin. ev jî rê me dide ku gelên tirkiyê ji sînemayê fêhm nake ango naxwaze serê xwe bi hunerê re biêşîne..



15.04.2015 01:03 | mergehez

5. Di nava fîlman de fîlmên jê herî hez dikim yek jî "kibar Feyzo" ye. kîngê derkeve ekranan, bêhna min qe teng nabe ji wê sêr dikim kêfa min gelek jê re tê. û di nava fîlmên din ya wî de zahf jê hez dikim hene. Rast e îmaja Kurdan fîlmên xwe de hinekî reş kiriye ev jî nayê jibîrkirin...

Kemal sunal, Çend fîlmên xwe de ji sehneya fîlmên charlie chaplinê teqlîd kiriye. Jixwe meriv hinekî qerektera "Şaban" binêre hereketên wî zahf dişibe Charlie Chaplinê.

Fîlmê wî yê "Garip" de şikestina camê û ya fîlma "the kid" a Charlie Chaplin eynî ye.

Fîlmê wî yê "en büyük şaban" û ya fîlma City lights a Charlie Chaplin hema bêje ji serî heta dawî eynî ye.

Here lînkê



24.12.2017 22:03 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kemal gulçîn

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî