Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 49 peyam
batman - tirşik
batman
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî: Êlih



02.07.2013 09:07 | simurg56

2. navê lehengekî çîrokî yê amerîka ye.



12.11.2014 21:16 | berxweda

3. li gor nûçeyan li wir jî dengê çekan qut nabe û dîmenên wek dema ohal'ê hene.



06.10.2015 22:47 | kurê xelkê

4. (bnr: ameda duyemîn)



07.10.2015 22:35 | shorbevan

5. bajarek kurdîstanêye. Êlih ji ber du taybetîya xwe ve bala min kêşand ya yekemîn xeberdana kurdî zêde ye. ya duyemîn mirovên Êlihê zehf camêr û hêja ne. Ez bi qasî COLEMÊRGA xwe jî nebe dîsa jî zehf jê hez dikim. slav ji we ra gelê ÊLİH Ê.



08.10.2015 12:31 ~12:33 | azad30

6. Bajareki bêpergal, Bajareki balkêş e Batman.



08.10.2015 19:21 | şivanizm

7. Vî navî kiriye ku şaredarê kevn ê batmanê h.kalkan, doza telîfê ji derhênerê fîlmê amerîkî (batman) bike.



08.10.2015 21:00 | bêhna_piştî_baranê

8. Bajarê ku min kiriye xwedî pêşdarizînek. Min çiqas Batmanî naskiribe hemû pozbilind bûn , narsîst bûn. Li min nexin willah wisa ne :(



25.07.2016 04:55 | biaqila malê

9. bajarê batmanê bi germahîya xwe û bi serma xwe, bi roja xwe û bi şeva xwe, bi bihar, zivistan û havîna xwe ji her bajarê xweştir e. hûn bawer nakin? nexwe rojekê herin serîlêdanê. hûn dîsa bawer nakin? nexwe hûn xêrnexwaz in;)



27.04.2019 22:58 | apê mihyedîn

10. gundekî li kirmanşanê ye. willeh: Here lînkê



16.09.2020 17:01 | tizbîkêş

11. Batmanê di sala 1990î de bûye bajar. Serjimêra batmanê nêzî 650.000 kesî ye. Battmanê ji aliye cihên dîrokî li gor bajarên din ne dewlemend e. Berê bi heskîfê a ku ciheke dîrokî û xwezayî bû navdar bû lê piştî ku li wê derê bendav hat çêkirin heskîfa rengîn edembû.
Batmanê li gor bajarên din ji aliyê çiya, deşt û xwezaya xwe feqîr e.
Her çiqas batmanê ne bajarekî sipehî be jî mirovên tê de gellekî dirust, qenc, serhildêr û berxwedêr in. Li diji zîhniyeta mêranî, faşîst û antîdemokratîk bi sekna xwe pir meşhûr û qedirbilind e.
Gelê batmanê li nirxên xwe ên kurdewarî, li çand û zimanê xwe xwedî derdikeve û dest ji wan bernade. Gel bi piranî di nav xwe de kurdî bikar ttîne ji ber wê yekê mirov hîs dike li kurdistanê ye.
Ma em ji çi re evîndarê batmanê ne!



18 roj berê 01:42 | çaya germ