Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
counter-strike - tirşik
counter-strike
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yek ji lîstikên herî popûler a înternet kafeyên li kurdîstanê ye. belkî jî a herî popûler be.

di vê lîstikê de tîma counterê û a terorîstan heye. kurd piranî tîma terorîstan hildibijîrin *

mamosteyek li colemergê kar dike, carekê ji min re got ku li colemêrgê, li kafeyên înternetê zarok ji bo tîma terorîstan şer dikin * *



27.02.2014 00:14 | brusk56

2. ez her tim li ve lîstikê de xwe vedişêrim û bi xefî wan dikûjim *



20.03.2014 01:48 | xolû

3. lîstika ku herî xweş di nexşeyên assault û dust de dihat lîstin.

min qet nekarî hînî nexşeyeke din bibim. assaul û dust bûbûn mîna taxa me *

di înternet kafeyan de lîstina vê lîstikê ya bi 10 kesan fîlan re, gelek xweş bû. lê ger mirov li malê be, lîstika urban terror ya ku dikare li ser înternetê were lîstin jî gelekî xweş e. him jî belaş e.



22.03.2014 13:04 | simurg56

4. ez pisporê vê leyîstokê me.gava sniper hate ber destê min,ew kes ê kete ber çavê min emrê xudê dikir.hey zemano heey..



04.11.2014 02:32 | vêca çiyeeee

5. lîstika ku gava ez bi hevalên xwe yê tirk re dilîstim tim û daîm dibûm "terorîst" *



04.11.2014 02:42 | ceso

6. lîstika ku ji bilî bijartina tîma terorîst min bernavkê xwe jî dikir terorîst û gellekî serkeftîbûm *



04.11.2014 14:57 | renas


8. listika ku ez qet bi serkeftî jÊ derketime lewra him ez qet jê hez nakim him jÎ baş nizanim bilîzim..



04.11.2014 21:20 | mergehez

9. tê de ez jî hema bêj her tim terorîst bûm. dema me li zanîngehê bi hevalên tirk re dilîst jî, min diavêtin tîma terorîstan *

xuya ye heman tişt hatiye serê gelek tirşikvanan.



05.11.2014 21:01 | simurg56

10. (bnr: headshot)



05.11.2014 21:07 | hûteheftserî

11. lîstika ku, derxistiye holê ku kurdan terorîstî qebûl kiriye. kuro hûn çima dibin terorîst bila ew bibin terorîst. ma terorîstê rastîn ne ew û dewleta xwe ne ..



06.11.2014 00:56 | brusk56

12. (bnr: ballistic)



06.11.2014 01:14 | ceso

13. lîstika ku bi heval û hogiran re xweştir dibe.



08.11.2014 11:01 | xwelî li ser

14. Listikeke şere ya li ser kombersan tê lîstin. Di lîstikê de 2 tîm hene, gerîla û polês. Çeka jerî bikêrhatî ya gerîla keleş e, ya polêsa jî m16 ye. Hin kes bo gerîla terorîst jî dibêjin lê ese ese li navçeya çe gerîla dihat gotin.
Ev lîstik li cafê înterneta bi heval û hogira re lîstina wê gelekî xweş bû. Hîn jî tê lîstin.

(bnr: were deriyê pêşî)
(bnr: were deriyê dawî)
(bnr: derkeve banê mekana xwe)
(bnr: bi kêrê were)
(bnr: mijê navêje layê min)



24.03.2020 22:55 | tîrêj zana 21

15. lîstika ku berî 20 salan îro derketiye.
(bnr: di dîrokê de îro)

hey gidî dinyayê, ka pakêteke cixarê bênin....



08.11.2020 18:32 ~18:32 | merwano

16. bi nava (bnr: csgo) berdewam dike. hê car caran dilîzim û paye(rank) min legendary eagle master e.



08.11.2020 19:41 | doesntmatter

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» counter-strike

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî