Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
neşet ertaş - tirşik
neşet ertaş
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêje tirk ê ku ji aliyê malpera avestayê ve wek diz hatiye binavkirin.

dibêjin ku strana wî ya bi navê "gonul dagi" bi eslê xwe kurdî ye û yekem car li sala 1968'an li gurcîstana sovyetê hatiye tomarkirin.

http://www.avestakurd.net/magazn/neset-ertas-j-diz-kurdan-derket-h5595.html



02.03.2014 10:26 | oxir

2. (bnr: gönül dağı)



02.03.2014 16:04 | simurg56

3. ibrahim halil baran di niviseka xwe de behsa wi dibeje bi esle xwe kurd buye, mina li jor ji hatiye gotin strana wi ya bi nave gönül dağı ji dibeje bi esle xwe bi kurdi ye. di nav nivise de arumanta heri balkeş bandeka cemil horo ye, ku di destpeka bande de dibeje stranbej neşet ertaş ji tikiyeye ji min xwestiye ku ez je re bandeki dagirim u bişinim. neşet ertaş di hevpeyvineka xwe de li ser esle xwe dibeje ez ebdal im. yani ne dibeje ez kurd im u ne ji dibeje ez tirk im, bi baweriya min ji ber berteken tirken faşist neweri kurdbuna xwe eşkere bike.

ew banda cemil horo:



nivisa ibrahim halil baran: http://rudaw.net/turkish/opinion/20032015?keyword=ne%C5%9Fet%20erta%C5%9F



29.03.2015 17:33 | xwînhingivîn

4. stranbêjê ku 'eslê xwe ji kirşehîrê ye, yanê dibe ku ew jî ji kurdên anatoliya ya navîn be.. lê ez bixwe pir bawer nakim.. di zaravê wî de tu bandora kurdî xuya nake.. bi rastî ne pir girîng e jî kurdbûn yan jî tirkbûna wî.. stranê wî behna meriv fireh dike û pir xweş e.. ev bes e ji me re..



di sala 1938an de li navçeya kirşehîr; çiçekdagi ji dayîk bûye.. bavê wî jî stranbêjekî 'ebdalî bû, lê di herema xwe de ne pir bi nav û deng bû.. lê piştî lawê wî di albuma xwe yê ewil de stranê wî dibêjê ew jî navdar dibe.. gorî îsmaîl beşîkçî bavê wî muharrem ertaş neviyê evdalê zeynikê ye..



Here lînkê



neşet ertaş di domayiya jiyana xwe de 22 album derxistiye û di sala 2012an de li bajarê îzmîrê jiyana xwe ji dest dide..



29.03.2015 20:25 | rûbar payîz

5. gelek kes dibejin neşet ertaş kurd e u di vi wari de gelek delil u arguamanten wan e saxlem ji hene, le he ji hinek kes radibin dibejin ha kurd ha tirk çi ferq dike?? di dema xweşi u haşiye de kurdbun an tirkbun ferq nake helbet, le mirov kurd be u gelek kesen mina mirov ji ber kurdbuna xwe di dewra mirov de ledana dewlete bixwe, u mirov denge xwe dernexe, li hemberi zilm u ledane pişta biraye xwe ye kurd negire, ew ji ne bes e, stranan ji muzika kurdi bidize u bike male tirki.. bi baweriya min ew mirovek hiz e, benamus e, diz e, şirheram e, u nankor e.

neşet ertaş eger kurd be u xebera wi ji kurdbuna xwe hebe, xwude bike ruye cinnete nebine. çawa kurd li ve dinyaye di nav agire dewleta tirk de şewitin ew ji di nav agire cehnime de bişewite.



29.03.2015 20:51 | xwînhingivîn

6.

Melodiya wê strane veka hev in



30.03.2015 20:15 | şivanizm

7. stirana wî a bi navê zahidem ji bo min strana herî xweş a neşet ertaş e





kurd e tirk e nizanim û ne xema min e jî. mêrik çûye rehmetê û li pey xwe bi sedan stranên tirkî hiştiye. piştî vî çaxî ji gora xwe rabe û bêje ez kurd im wê çi biguhere?



05.04.2016 00:26 | kurê xelkê

8. abdalek e. Stranbêjekî navdar û nemir e.
Ji kirşehîrê ye. Ew jî weke aşik veysel, yekî ji nav gel e. Emrê wî bi feqîriyê derbas bûye.
Weke Leonard Cohen, stranên wî watedar û xwedî zimanekî zelal in.
Bêhtir, Kesên evîndar, yen ku hezkiriya xwe winda kirî, yên xwedî dert, vî stranbêjî guhdarî dikin.
Hinek stranên meşhûr:






Here lînkê



21.12.2019 19:44 | gumgumok

9. Bêguman dengbêjekî awaz xweş e. Lê ji ber diziya wî ya sitrana ku Ristemê îsko di bernameyekî de dibêje, diziye û wê weke gonuldagi pêşkeşî me kiriye hîç min jê ne memnûn im,.



21.12.2019 19:52 | darînê daryo

10. Dizê strana gönül dağı ye ku eslê xwe de stran kurdîye. Fermo;




22.12.2019 16:26 | azad30

11. diz e an topiz e nizanim ew bixwe dizîya straneke kurdî kiriye an newaya ew her du stranan dişibin hevûdû...
lê xwudê heye dengekî zêde zêde xweş pê re heye. ez bixwe ji hemî stranên wî hez nakim lê bi qasî deh pazdeh stranÊn wî yên pirr baş hene. bi tenê li ser jinikekê deh stran beste kirine û gotine.
di jiyana xwe de yekî nefpiçûk bûye. tê gotin emrê wî bi pirranî di xizaniyê de derbas bûye.
konsertên xwe bi pirranî belaş li dar xistîye.
dema dikeve hepsê yaşar kemal jê re nameyek dişîne, di nameyê de ji bo wî dibêje bozkırın tezenesi, loma jê şûnde ji bo wî vê pêşnavê kar anîne.



22.12.2019 23:33 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» neşet ertaş

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî