Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
qijik - tirşik
qijik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çi xweş e ku ÊdÎ kesek qala wÊ li ser tirşikÊ nekiriye. mijar yÊ min e. qijik ya min e.



02.03.2014 17:32 | cinorek

2. dinya alem dizanît bê cinorek çendî hej ji qijikan diket! "ciwanmêrî başqe ye" hate bîra te ? *

anyway anyway,ka ez ji efendîm re bêjim.qijjikên ku bi kirêtbûna xwe meşûr hîç bala min nedikişandin heya ku ez havînekê bûme mehkûmê însomnîayê,şev li min hatine xezebê,xew li min herimî.wê havînê heta ku min saet jî digirt,pêşiyê dengê pepûkê, dû re dengê qijikan û fînalmento senfoniya çûkên sîvanokan.

haa ba me ji bo qijikên patkên wan spî dibêjin qişke,yên tim reş û requle re jî dibêjin qaqîşk.. Bi min hîç kirêt jî nîn in,şêrîn in hetta..( çiqasî xalê alfred hitchcock di fîlmek xwe de wan pêş çavêt me reş kiribît jî )



ez bêjim neheqiyek mezin e li wan rebenan hatiye kirin,nav cime'eta me de qijik nîşana xirabiyê ye.li gor riwayetan wexta tofana nuh nebî qediya û keştiya wî sekingehek peydah kir û rûnişt,pêxember pêşiyê qijikekê berdaye bo ku ew biçe kişf bike bê li rex û çaran çi heye çi çunîne,lê qijik venegeryaye..lewma qijik wek nîşana xirabiyê tête dîtin..



(bnr: kovara qijika reş)



02.03.2014 18:06 | gulgenim

3. Li devera me dema qijik werin cihekî nêzîk bikin qîreqîr an Mizginîyeke xêrê an jî xebereke xirab didin.
Gelek mirov ji dil baweriya xwe bi vê tiştê tînin.
Esasen motîfeke gelek xweş e ji bo huner û wêjeyê. Mirov dikare çîrokên gelek xweş di derbarê vê tiştê û tiştên wekî vê tiştê de binivîse, biafirîne.



4 roj berê 00:19 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» qijik, pisik û lîtwan

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî