Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
yunus dişkaya - tirşik
yunus dişkaya
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermend e heja. muzîka yunus dişkaya gelek rınde. guhdar bıkın.



02.03.2014 23:57 | bablisork

2. Hunermendekî xwedî tarzeke cuda ye. Li gor nasina siteya xwe Anatolianrock dike. Hemû stranên xwe li malê çêkiriye. Ji ber vê yekê jî ji xwe re dibêje  ez hunermendê malê me. Mûzîkên wî yên li ser gotinên cegerxwîn jî hene. 
Mînak


Strana bi navê beygir favoriya min e.
Siteya wî jî ev e.  Here lînkê



18.09.2017 01:59 ~02:01 | robar cilo

3. hunermendê ku ji xwe re dibêje ''hunermendê malê''. ji bo we rojartajeke wî jî deynim vira :
Here lînkê
Malxerab her ro stranekî barî dike youtube.
Gelekî xweş jî dibêje. Bawerim armanca wî ev e ku hemû helbestên fêrîkê Ûsiv wek stran bêje. Heta neha gelek jî çêkirine.
tişta gelekî xweş jî ev e ku pir hindik kes wî dizanin û guhdarî dikin.
Hûn jî ji her kesî re nebêjin ha *
Yek ji favoriyên min



19.09.2018 22:10 ~22:13 | gulêê

4. (bnr: gulê)



01.10.2018 14:15 | bûtîmar

5. (bnr: derman)



02.10.2018 12:17 | bûtîmar

6. hunermendê deng zîz bawerim nêta wî ew e ku hemûşk helbestên fêrîkê ûsiv têxe stran : ) xudê quwetê bidê..

(bnr: nehate sêrî şiêra min)



27.01.2019 12:44 ~12:49 | bûtîmar

7. Hunermendekî bidengê gellek xweşe. çend klamen û helbesten gellek wxeş hene ku bi deste wî hatine gotin û vejandin.
Min ew di kanalen youtube "The horizon of Kurdish poetry" û "Helbest û Stran" de dît.
Hun dikarin stranek mînak li vir bibînin (lînk*



27.01.2019 22:40 ~22:44 | tekoser

8. Albûmek bi navê hayyam derxistiye.
Here lînkê



01.08.2019 16:14 | cinorek

9. ev demek e ku helbestên cegerxwîn dike stran. lê ya ecêb ew e ku hema bêje her roj stranek diweşîne. çawa dikare evqas zû çêke nizanim. tu wateya xebatekî wisa heye an na, wê jî nizanim.
carina di nav van stranan de rastî yên baş jî têm lê min ji vî îşî zêde hez nekir. ne hewce ye xwe biêşîne ji bo ku her helbestekî bike stran.



li jor hatiye gotin ku berî niha jî ketiye nav stranên fêrîkê ûsiv
dema mirov li qenala wî ya youtube binêre, dibîne ku berê xwe dabe kîjan helbestvanî, helbest lê nehiştîye ku neke stran: cegerxwîn, karacaoglan, sabahattin ali, omer xeyam û hwd.



17.10.2019 17:06 ~17:06 | simurg56

10. Hunermendekî pir hêja ye.Helbestên kewn bi tarza xwe şîrıve dike.Ez lê pir hez dikim.Mixabin min lê dereng nas kir.Ez çawa lê xeberdar nebûme heya vê rojê!




13.12.2019 21:19 | mêrxasê serhedê

11. Bi eslê xwe ji semsûrê ye. Mûzîkjenekî jêhatî ye lê nizanim çima zêde nikarim guhê xwe bidim mûzîka wî. Stranên wî zêde dirêj in û di nav demeke kin de dehan stranan li ser malpera xwe diweşîne. Dema wisa dibe qedr û qîmeta mûzîkê namîne Û qey ji ber vê lez û beza wî ya afirînerîyê ye stranên wî dişibin hev pirranî.



14.12.2019 15:24 | xeyda

12. yaw yekî ecêb serkeftiye. heta niha min çend caran bihistîbû lê zêde derfeta lêkolÎnê çênebûbû.
di derbarê de li ekşiyê, 4-5 qetê vir entry heye.
ê ku hê nas nekiriye bila zû bala xwe bîdê. îxtîmala ecîbandîna we wê gelek bîlînd be.



14.12.2020 00:31 | brusk56

13. hunermendê ku xwe wek hunermedê malî (ev sanatçısı) dibîne. bi rastî jî wisa ye, muzîkên xwe di mal de xwe bi xwe çê dike. gelek serkeftî ye. gotinên muzîkên wî jî pir xweş in.



14.12.2020 00:59 | xelîl

14. Têra xwe serkeftî ye û heqîqeten camêr bi ruhê muzîkê dizane lê belê mixabin ne li gorî van guhan e. Li gel vê, feraset û felsefeya wî "huner (muzîk) bo hunerê" ye.



14.12.2020 02:06 | stembar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» yunus dişkaya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî