Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; reşbelek
peyamên çepikkirî

95615. (bersiva pirsa kerboran)

belek, ji tişta spî û reş re tê gotin; bizina belek, çêleka belek; birca belek

reşbelek jî tişta reş û spî ye, lê vir'de wateya wê xweştir e, naziktir e. ser meselê:
-çavên wê reşbelek bû

ji çend helbesta, reşbelek:
"newroz nakem bê bilêse î sûrî agir
newroz nakem eger reşbeleki tozne kaw
xom nebim be seri çopî gir"
ebdulla peşêw

"Gelek heyfa mi tê rindê tu van hêsran dibarînî
Ji çavên reşbelek îîro bi cogan têne ber pozê"
seydayê tîrêj

"û bendewarê te me!
Gername bi te, bi reşbelekên evînê
û hespê min jî bi te ketiye.." ehmed huseynî

"dêm berew befr û çilûre w bestelek
dêm berew şîxal û rêçke w reşbelek"
hêmin mukriyanî



07.06.2013 18:27 | brusk56

102695. memî got: "apo, mal ava be li ser serê xwediyan û kurane
îkramê te li ser serê min û çavane
qonaxa min mala hesen, çeko û qeretacdîn, her sê celaliyan e."
kalî dît ko mem peya nabe bi şorane
destê xwe avête bêrika xwe, bi der xist reşbelekek ji bavê kal û her du apane
di kaxetê da nivîsîne ko gava digihî cizîrê, here li vî kalî bibe mêvane
ew jî birayê me ye, ji bo te li şûna apan e
ji kalî ra jî nivîsîne van çend pirsane
"mem xerîb e, kesî nas nake û nizane tu der û cîhane
bala xwe bidê, bila li cem te neçe tu derane
nabe mêvanê tu kesane."

ji destana memê alan a ku berhevkariya wê roger lescot'î bi navê xwe yê din lezgîn axa kiriye, peyveke xweşkok, reşbelek.



03.06.2013 15:37 | simurg56