Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 7 peyam
    ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhemta ya zimanê kurdî - tirşik
    ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhemta ya zimanê kurdî
    (0) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. bi rastî jî ev gewher û gencîne û potansiyel dibe behr û nesîbê kêm zimanan.. eger xwudê kir û zimanê kurdî li bakurê kurdistanê bû zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ne zêde di nêv 5-10 salan de wê di her warekî de pêngavinên welê bavêje ku heçiyê bimîne wê devê wan şeş gazan ji hev bimîne.. berî her tiştî ji bo her peyveka biyanî di nêv zimanê kurdî de mirov dikare bihêsanî berdêl û bergîdanên maqûl û bermantiq bibîne.. çimkî hema bêje ji her alî ve mirov dikare kîte û qertafên peyv çêkirinê li peyvan zêde bike.. wekê din hê jî nîvê ferhenga kurdî û kurmnacî nehatiye berhev kirin.. tenê diya min rabe û behsa gundê me bike ez wekê navê xwe dizanim ku kêmtirîn wê deh rûpel li ferhenga zana farqînî zêde bibe.. ne tenê ew herwiha hê jî di warê ferhengsaziya kurdî de hê jî ferhengek temam û birêkûpêk nehatiye amade kirin.. heçî ferhengên heyîn hemû jê keda tab û cehd û xîretên şexsî ne.. lê ji bo ferhengçêkirinê xebatên kollektîv û alîkariyek baş ya lojîstîk û fînansal divê ye.. anyway wek min gotî eger saziyên kurdan yên fermî yên zimên çêbin û girîngî û qîmeta pêwist bidin kurdî wê di nêv 5-10 salan de du qetî li xwe zêde bike ev ziman..



    2013.07.02-21:50 | endazer

    2. potasiyeleke baş di xwe de dihewîne û dest sax be ku nivîskarê tirşikê vegotiye lê nizam çima di behsa potansiyela mezin a kurdî de peyveke wek "anyway" ku tu eleqe û pêwediya wê bi kurdî ve tuneyî hatiye bikaranîn.



    2013.08.17-17:37 | azadixwaz

    3. potansiyela ku ez dikim nakim nikarim di berdêla neyseya tirkî û anywaya Îngîlîzî de ji bilî çend biwêjên wekê bi kurt û kurmancî, axirê, asoxîn, ez dirêj nekim, ez serê we pê neêşînim ku her wextî mebesta axaftinê bicih nayînin tê de peyda bikim û jê tê derxim.. li hêviya alîkariya nivîskarên tirşikê me..



    2013.08.17-17:42 | endazer

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.04-19:35 | jovan bervaj

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.05-01:47 | jovan bervaj

    6. Ji ber ku pêvek hem têne pêş û hem jî têne paş meriv dikare gelek peyvan biafirîne. Wek mînak: tirşik. Tirşikandin, Bêtirşikandinî, bêtirşikandinîtî!



    2015.02.05-03:23 | seydayê_peyvan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    palîndrom [1]
    Di zimannasiyê de mebest ji palîndroman (bi inglîzî palindrome ji yûna...
    kompleksa îkarus [1]
    (bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
    zarokên mêvanan [1]
    yaa starrr! xwudê hîfza meriv ji wan bike! ez ku gelek hej ji zarokan ...
    nan [2]
    bi qewlê şairan firş û kurm pêxwarina dilketî û destgrtiyan e..
    <...
    nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
    ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » peyvên kêmnas
    » çêkirina sepanên androîdê
    » zimanê statîc
    » kurdiya bin bandora risaleyê nûr

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî