Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhempa ya zimanê kurdî - tirşik
ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhempa ya zimanê kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhemta ya zimanê kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi rastî jî ev gewher û gencîne û potansiyel dibe behr û nesîbê kêm zimanan.. eger xwudê kir û zimanê kurdî li bakurê kurdistanê bû zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ne zêde di nêv 5-10 salan de wê di her warekî de pêngavinên welê bavêje ku heçiyê bimîne wê devê wan şeş gazan ji hev bimîne.. berî her tiştî ji bo her peyveka biyanî di nêv zimanê kurdî de mirov dikare bihêsanî berdêl û bergîdanên maqûl û bermantiq bibîne.. çimkî hema bêje ji her alî ve mirov dikare kîte û qertafên peyv çêkirinê li peyvan zêde bike.. wekê din hê jî nîvê ferhenga kurdî û kurmnacî nehatiye berhev kirin.. tenê diya min rabe û behsa gundê me bike ez wekê navê xwe dizanim ku kêmtirîn wê deh rûpel li ferhenga zana farqînî zêde bibe.. ne tenê ew herwiha hê jî di warê ferhengsaziya kurdî de hê jî ferhengek temam û birêkûpêk nehatiye amade kirin.. heçî ferhengên heyîn hemû jê keda tab û cehd û xîretên şexsî ne.. lê ji bo ferhengçêkirinê xebatên kollektîv û alîkariyek baş ya lojîstîk û fînansal divê ye.. anyway wek min gotî eger saziyên kurdan yên fermî yên zimên çêbin û girîngî û qîmeta pêwist bidin kurdî wê di nêv 5-10 salan de du qetî li xwe zêde bike ev ziman..



02.07.2013 21:50 | endazer

2. potasiyeleke baş di xwe de dihewîne û dest sax be ku nivîskarê tirşikê vegotiye lê nizam çima di behsa potansiyela mezin a kurdî de peyveke wek "anyway" ku tu eleqe û pêwediya wê bi kurdî ve tuneyî hatiye bikaranîn.



17.08.2013 17:37 | azadixwaz

3. potansiyela ku ez dikim nakim nikarim di berdêla neyseya tirkî û anywaya Îngîlîzî de ji bilî çend biwêjên wekê bi kurt û kurmancî, axirê, asoxîn, ez dirêj nekim, ez serê we pê neêşînim ku her wextî mebesta axaftinê bicih nayînin tê de peyda bikim û jê tê derxim.. li hêviya alîkariya nivîskarên tirşikê me..



17.08.2013 17:42 | endazer

4. Ji ber ku pêvek hem têne pêş û hem jî têne paş meriv dikare gelek peyvan biafirîne. Wek mînak: tirşik. Tirşikandin, Bêtirşikandinî, bêtirşikandinîtî!



05.02.2015 03:23 | seydayê_peyvan

5. yek ji dewlemendiyên kurdî ye. ji aliyê her mijarî va tirkî nagihê nivê kurdî. lê mixabin ji bo bikaraninê zimên evana ne bes e. divê kurdî bibe zimanê bazar û perwerdeyê. wekî dî dewlemendiya zimên bi kerî tiştekî naye.



12.12.2020 20:28 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî ku ziravê dagirkeran diqetîne
» çêkirina lîstikên mobîl
» zimanê osmanî
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî