1. biwêjeke îngÎlÎzan e. dema baran pir û pir dibare vê biwêjê bi kar tînin. |
|
03.03.2014 21:56 |
mergehez
|
2. dEMA ZÊDE BARAN WERÊ DIYA MIN WEHA DIBÊJÊ: wEKE ŞIRIKA MISÎN BARAN TÊ.. yANÎ ÇAWA TU AVÊ JI MISÎN BERDÊ Û ZÊDE AV WERÊ, BARAN JÎ EYNÎ WELÊ ZÊDE TÊ.. EZ BAWERIM eM DIKARIN WEKE WERGERA VÊ GOTINÊ BIKARBÎNIN.. |
|
03.03.2014 22:11 |
nan û av
|
3. Cara yekemîn jonathan swift di sala 1738 de, karpêta "A Complete Collection of Polite and Ingenious Conversation" de wek "I know Sir John will go, though he was sure it would rain cats and dogs" bikaraniye.. li gorî hinêkan berê li banên xanîyên îngîlîzan de kûdik û pisik xwêdî dikirin, banên xaniyên bi daran, çîloyan çekiribûn, dema baran pir dibarî kûdik û pisik şil dibûn diketîn erdê, an xwe ji banan diavêtin , bo ve yekê ev biwêj çêbuye.. |
|
03.03.2014 22:25 |
havka
|
4. Barana kûçik û pisÎkan e. biwêke ingilizî ye. ji bo barana zêde tê gotin. em mota mot wergerînin kurdî: "kûçik û pisîk dibare". |
|
21.05.2014 12:00 |
dil-tesne
|
5. Biwêja go berî niha çend rojan "Google translate'ê ji min pirsî ye. Ti wergereke baş nehate bîra min lê va li banî nan û av gotiye " weke şirika misîn baran dibare " . Destxweş, wergereke pir baş e. |
|
12.12.2017 01:07 |
gumgumok
|
6. mînakek klasîk e ji bo nîşandan bêwateyîya wergera peyv bi peyv. |
|
12.12.2017 20:52 |
simurg56
|
7. Meriv dikare bêje (bnr: baranê guje guj e) ;) |
|
12.12.2017 23:26 |
bûtîmar
|
8. biwêja ku bi dîtina wê li tirşikê gelek kêfxweş bûm bi rastî gelek nayê bikaranîn. |
|
10.08.2021 23:02 |
hueyn
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |