Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    ava spî - tirşik
    ava spî
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. seyrangeheka li ser rêya nisêbînê ye, di rastiya xwe de li ser midyadê ve ye lê nizanim çima navê wê bi nisêbînê re derketiye, hevalekê min ê midyadî her gav û seet ji vê yekê gazindan dike.. ava wê gelek xweş e lê ji ber ku li herdu aliyên avê jî cihê rûniştinê hene û bi piranî yên têne bi malbatî têne, derfeta xwekirina avê yanî melevaniyê çênabe, lê vê paşiyê dema ez û çend heval em çûnê, hingî tesîsekî bi sebeba ku şÎna wan heye cihê xwe girtibûn, û cihê ku tesîsa wan lê jî di dawiya avê de bû û ji çavan jî dûr bû..

    axirê me têra dilê xwe, xwe kir av û em derketin..

    dema hûn çûn hûn bi xwe goştê xwe bi xwe re bibin û hûn bi xwe çêkin hem xweştir e û hem wê erzantir li ser we bisekine.. û eger kêfa we ji dawetê re tê, ji xwe serê her quncikekî kemençejenek heye hûn dikarin di berdêla buhayeke biçûk de kemençejenekî bgirin û têra dilê xwe govendê jî bigerînin..



    2014.03.04-18:04 | endazer

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.04-18:31 | ciwan

    3. ev çil salê min e ez li nisêbînê dijim, min ava spî ne bihîstiye. ava spî li kuderê ye oxlim :-)



    2014.03.06-12:03 | mamostanısebin

    4. Bi awayeke xwe dirêj kirî li ser textên lêkirî de di binê lingê mirovan ava spî, zelal û sar diherike. Wekî nola bihuşt e, jiyan e. Zehf xweş e. Heke keysa xwe bibînin herin yan jî li benda fersenda xwe bin herin, (bnr: heskîf)ê û avaspîyê bibînin. Poşîman namînin.



    2017.03.24-07:36 [guhertin:2017.03.24 07:54]| rûbar

    5. an go serê avê. navê newalekê ye. av zelal e. newal şîn e. cîhekî xweş e. texmîn dikim ji ber di jêra newalê de ava reş yanî avek şolî derdikeve navê serê avê kirine ava spî. navekî nû ye.



    2017.11.30-21:48 | berxweda

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » avahiya jorîn
    » spîav

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî