Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ava spî - tirşik
ava spî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. seyrangeheka li ser rêya nisêbînê ye, di rastiya xwe de li ser midyadê ve ye lê nizanim çima navê wê bi nisêbînê re derketiye, hevalekê min ê midyadî her gav û seet ji vê yekê gazindan dike.. ava wê gelek xweş e lê ji ber ku li herdu aliyên avê jî cihê rûniştinê hene û bi piranî yên têne bi malbatî têne, derfeta xwekirina avê yanî melevaniyê çênabe, lê vê paşiyê dema ez û çend heval em çûnê, hingî tesîsekî bi sebeba ku şÎna wan heye cihê xwe girtibûn, û cihê ku tesîsa wan lê jî di dawiya avê de bû û ji çavan jî dûr bû..

axirê me têra dilê xwe, xwe kir av û em derketin..

dema hûn çûn hûn bi xwe goştê xwe bi xwe re bibin û hûn bi xwe çêkin hem xweştir e û hem wê erzantir li ser we bisekine.. û eger kêfa we ji dawetê re tê, ji xwe serê her quncikekî kemençejenek heye hûn dikarin di berdêla buhayeke biçûk de kemençejenekî bgirin û têra dilê xwe govendê jî bigerînin..



04.03.2014 18:04 | endazer

2. ev çil salê min e ez li nisêbînê dijim, min ava spî ne bihîstiye. ava spî li kuderê ye oxlim :-)



06.03.2014 12:03 | mamostanısebin

3. Bi awayeke xwe dirêj kirî li ser textên lêkirî de di binê lingê mirovan ava spî, zelal û sar diherike. Wekî nola bihuşt e, jiyan e. Zehf xweş e. Heke keysa xwe bibînin herin yan jî li benda fersenda xwe bin herin, (bnr: heskîf)ê û avaspîyê bibînin. Poşîman namînin.



24.03.2017 07:36 ~07:54 | rûbar

4. an go serê avê. navê newalekê ye. av zelal e. newal şîn e. cîhekî xweş e. texmîn dikim ji ber di jêra newalê de ava reş yanî avek şolî derdikeve navê serê avê kirine ava spî. navekî nû ye.



30.11.2017 21:48 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ava susê
» spîçolkî bûn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî