Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe - tirşik
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe
(33) (3) (17)
di mijarê de bigere

1. yek jê ew e ku; wateya s.o.s "save our souls" e. yanî "rihên me xelas bike"

yeke din: elmanî de "volkswagen" tê wateya "erebeya gel"



03.07.2013 18:05 | simurg56

2. (bnr: tavuk göğsü) ez berî çenh hefteyan liqayîbûm û lêwarqilîm ku bi rastî jî goştê singa mirîşka dixin di nav vê şîraniyê de..



03.07.2013 22:17 | endazer

3. ku yek ji wateyên peyva turkey'ê di zimanê îngîlîzî de "elelok" e.



04.07.2013 12:05 | azadixwaz

4. 2 xulekan de, zivirîna dîmenderê*, piştî mirov di google ê de "tilt" dinivîse û digere .





15.07.2013 02:26 | brusk56

5. yek ji wan tiştan peyva sabotaj e ku eslê xwe de vê têgehê navê xwe ji şimikên darîn yên sabo, standiye.



06.10.2013 19:46 | simurg56

6. yek ji wan jî tiştekî ne giringe le belê kengî werê bîra min ez bi xwe di kenim.

gava min dest bi lîstina fifa kir sala 1999'an bû, û dema ku lîstik di vebû di got "e-a sports, tini gem", me jî henekê xwe pê dikir u di got "e-a sports, te ne gim" lê piştî deh salan behtir ez pê fêr bûm ku merik bi esil di bêjê "e-a sports, it's in the game".



06.10.2013 19:58 | saladin

7. yek ji van tiştan jî çavkanîya navê rojê (tavikê) di zimanê erebî de ye.

di erebî de roj/tavik "şems" e. şems ji şamaş tê. şamaş di mîtolojîya sumeran de nave xwedayê rojê ye.



06.10.2013 20:08 | saladin

8. steve jobs surî ye. erê erê rast e. bavê wî Abdulfattah Jandali e û wî weke ewladî daye kesekî din.

http://en.wikipedia.org/wiki/Steve_Jobs



14.01.2014 22:23 | simurg56

9. hînbÛna ku peyva terorê ji peyva tirs Û tirsandinê tê, yek jê ye.



19.01.2014 10:19 | oxir

10. (bnr: hêkên dîkan)



27.01.2014 19:57 | simurg56

11. hînbûna ku wateya strana bob marley ya bi navê no woman no cry ne "jin nebe girîn jî nabe" ye lê wateya wê ya rastîn "na jinê, negrî" ye.



04.03.2014 22:16 | simurg56

12. hînbûna peyvên gerontokrasî û patrîarka*



04.03.2014 22:33 | kevçiyê dil

13. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê kurt dibe)

bawerim wê bêtir tişt li vir berhev bibin.



04.03.2014 22:56 | azadixwaz

14. (bnr:mamik/34808)

kaçûmanok yanî ka çû ma nok.. *



14.04.2014 01:37 | endazer

15. wateya mûzÎk.



mû: hay



sîk (ji sÎkr tê): şirovekirina mûyê ango hayê.



14.08.2014 21:54 | kurê xelkê

16. Eslê peyva ''sîyaset'ê erebî yê û ji 'seyîs'ê tê; seyîs di erebî de tê mana 'nihêrvanê hespan'.



25.08.2014 22:46 | serpale

17. tirşik forûm/49116

hema li vê binêrin bes e.



25.09.2014 23:17 | azadixwaz

19. (bnr: modus vivendi)



19.10.2014 21:10 | simurg56

20. (bnr: columna vertebralîs)



19.10.2014 21:41 | vêca çiyeeee

21. hînbûna ku LC Waikiki aîdê tirkan e.

(bnr: lc waikiki)



27.11.2014 21:20 | simurg56

22. mezintîya bakteriyê li gorî mezintiya cihanê, rêjeya wî 10^-43(deh ser kêmêk çil û sê) ye.



Meziniya cihanê li gorî mezintiya fezay, rêjeya wî 10^-56 e.



(bnr: mezintîya fezayê)

(bnr: piçuktîya cîhanê)



28.11.2014 00:55 | endazyar

23. kurê kurapê bavê minî mezin ê min di emrê xwe de carekî tenê dît, navê keça xwe kiriye kejê.



28.11.2014 14:00 | nazim tolhildan

24. (bnr: price discrimination)



03.12.2014 00:16 | nazim tolhildan

25. (bnr: dûnde)

(bnr: kurdinde)



16.04.2015 21:16 | berxweda

26. (bnr: tirşik) hebûna tirşikêye va dû sal sê sale heye min nediti bû gava kû min dît pir kefa min hate mingo hima ez ne nivîsinim jî bila ez endamê tirşikê bim. niha ez di derîyada naçim hingî bejin li min dirêj bûye.



17.04.2015 14:08 | shorbevan

27. ji sala 1968'an heya vir ve serhejmara dinyayê du qat zêdetir bûye



19.04.2015 15:14 | ferhenga şikestî

28. tê gotin ku dema pisîngekê ji qata heft'ê bikeve xwarê, ji ketina qata dozdehê xirabtir e ji bo wê..

anku bi gotineke dî heke ji qata 7'ê bikeve îhtimala mirina wê di sedî de 30'ê zêdetir dibe..

ji ber ku: ji bo ku pisîng bikaribe li ber rewşa ketinê, pozîsyona xwe guncavtir bike, jê re 8 qat pêwist e



19.04.2015 15:36 | ferhenga şikestî

29. hirçên cemserê bi tenê di cemsera bakurê de dijîn

penguen jî bi tenê di cemsera başûrê de dijîn



19.04.2015 15:39 | ferhenga şikestî

31. çend meh berê şaredariya amedê li ser cadeyekî ji bo danîna şebekeya valakirina ava baranê, cade kolabî, li cihekê cadê li bin erdê de, blokek beton hebû ku diket di navbera subayevi (otêla zabitan) û subay lojmanları (lojmanên zabitan) de, cara ewil dema min dît, min ji hevalê li cem xwe re got xwudê zane lê ev serdabeke veşartî ye, hevalê min kenê xwe bi min kir, go na loo tiştên welê hene? îro di vê nûçeyê Here lînkê de min dît ku texmîn û teoriya min rast derketiye.. çend santîmekî bejn li min dirêj bû..



22.04.2015 00:38 ~00:39 | endazer


33. (bnr: biyolojiya werarî)

(bnr: hawaya mîtokondrîyal)

(bnr: ademê kromozoma y)



17.05.2015 11:04 ~11:08 | biruya hayao miyazaki

34. hînkirina ku min hînkirîye qoser kızıltepeye û li ser mêrdînêye bejin limin dirêj kirîye

hetanî niha min digo qey li alî şirnex û hekarîyê ye û cîyekî haşa rîya xwedê jî pê nakeve û dûre lê newsaye nava qoser û dîyarbekir sê seete min nizani bû



02.06.2015 20:49 | shorbevan

35. (bnr: rim)

darê/dara rimê mindigot qey dareka hêşîne



07.07.2015 16:24 | shorbevan

36. giravên endonezyayê ne.

dewleta endonezyayê, ji hezaran giravan pêk tê ku qene hê hejmar wan jî ne diyar e;

li gorî ajansa fezayê ya endonezyayê hejmara wan 17,508 e,

li gorî pirtûka rastiyan ya ciayê (CIA factbook), hejmara wan 17,508 e,

lı gorî texmînên hikumeta endonezyayê hejmara giravên ku hatine binavkirin 8,844 e û di 922yê wan de mirov dijîn.



05.09.2015 12:40 | simurg56

37. -ew wêneya li jêr di 26 mijdar 2015'an de hatiye girtin, li hêla çepê hîv heye, li ya rastê jî dinya heye, heta aniha 24 kes çûn hîvê û 12 kes jî pêl li hîvê kirin

Here lînkê



-germahiya fezayê teqrîbî -270 pîle ye



-navê vê koma galaksiyên fezayê the cheshire cat group of galaxies e. ji roniyên xirabûyî pêk tên

Here lînkê



-di wêneya jêr de welidîna ango zayîna sê gerstêrkan hatiye girtin

Here lînkê



-di wêneya jêr de kuriya reş* heye, heta aniha mezintirîn kuriya reş e ku em pê dizanin. mezinahiya wê ji tavê 20 milyar car mezintir e, ew ji hemî stêrkên galaksiya me jî zÊdetir dibiriqe, not: di galaksiya me de nêzikî 200-400 milyar stêrk hene

Here lînkê



-di galaksiya me de ji xeynî kuriya reş a bi navê sagittarius a'ê ku di navgîna galaksiyê de ye, bi qasî deh mîlyar kuriya reş hene



-ger mîna saturnê çerxeke me hebûya ji dinyayê ve wisa xuya dikir;

Here lînkê



Here lînkê



09.01.2016 13:20 | ferhenga şikestî


39. Li ser window7/8/10 'da "God mode" heye. Dema ez hîn bûm bejna min bû 1.90 * Ji bo vî gewşîn li ser kompîtur ê klasore kî nû çike û navê wî jî "GodMode.{ED7BA470-8E54-465E-825C-99712043E01C}" dayne(Kerema xwê Enter'ê xe ). Hemû eyarên windows tu dikarî cîhekî da bibînî.



09.01.2016 22:35 | mêrêmala

40. (bnr: andromeda)



10.01.2016 15:36 | ferhenga şikestî

41. (bnr: jacob riis)



03.04.2016 13:30 | ferhenga şikestî


43. fonksiyoneke lembaya zer ya trafîkê ye; lembaya trafikê/88152



18.04.2016 16:57 | simurg56

44. kesê fitar ji yê bi rojî bêhtir birçî û r'et dibe û yê ne bi rojî ji yê bi rojî bêhtir nan dixwe *



07.06.2016 23:05 | shorbevan

45. (bnr: têbinî)



21.07.2016 00:53 | endazer

46. Serê 90 deqîqeyan peyvek li ingilîzî zêde dibe.



05.12.2016 14:27 | gumgumok

47. Li gorî profîla simurg56 ew "hê çomez e".
Îda nizanim bejin li min kin bû niza dirêj *



13.12.2016 23:13 | gumgumok

48. Navê amînoasît'an di kurdî de tirşeya amînî ye.



02.02.2017 23:01 | gumgumok

49. wiki : what i know is



03.02.2017 07:09 | elaziz izzetpasa camii

51. adele heyrana ahmet kaya ye.

Wayy bee






18.03.2017 01:59 ~23:38 | gumgumok

52. di saziyên fermî/nîv-fermî de, kesên welatparêz ji bo rihayê dibêjin "urfa", yên tirk an jî kurdên akpyî fîlan dibêjin "şanlıurfa". di saziyên wisa de, tenê ji ber vê bilêvkirinê, mirov dikare bizane ka ew kes li ser kîjan fikrî ye.



01.01.1970 02:00 | simurg56

53. di saziyên fermî/nîv-fermî de, kesên welatparêz ji bo rihayê dibêjin "urfa", yên tirk an jî kurdên akpyî fîlan dibêjin "şanlıurfa". di saziyên wisa de, tenê ji ber vê bilêvkirinê, mirov dikare bizane ka ew kes li ser kîjan fikrî ye.



15.06.2017 20:44 ~20:45 | simurg56

54. Trump, Bush û Clinton zarokên yek salî ne.
Ew pir ecêb e.



15.06.2017 21:09 | elaziz izzetpasa camii

56. mîtolojiya yewnanî çîrokên ne tenê li ser yewnanan, li ser gelên din jî dihewine. mînak di çîroka medûsa û perseûs de medûsa temsîla medan dike, perseûs jî temsîla persan (farisan) dike. ku di çîrokê de perseûs, serê medûsayê jê dike. di dîrokê de jî welata medan ji aliyê persan (farisan) ve hatiye dagirkirin. çîrokên berê li ser dîrokê hatine hûnandin û ji wan re jî gotine mîtolojî.



06.08.2017 16:18 ~2019.09.15 13:34 | tizbîkêş

57. (bnr: diziya strana koma qamişlo)



10.08.2017 16:14 | bûtîmar

58. laus deo bi latinî te maneya elhamdûlillah



02.12.2017 19:48 | cinorek

59. pêşketîbûna evqasî ya zimanek çêkirî. (bnr: esperanto)



18.12.2017 21:28 | simurg56

60. (bnr: kêzika xalo xalo)

Ev xalo, ji xal'ê tê, yanî nuqte; ne ji birayê diya mirov tê. Hâlbuki zarokitiya min wisa derbas bû *



20.12.2017 06:11 | gumgumok

61. Kesên go amfetamîn bikar tênin, testerona wan zêdetir dibe, şehwet bêhtir dibe.

Û û û îhtîmala go ev kes bi alîkariya vî dermanî evîndar bibe mezintir e .

Yanî heke hûn metîlfenîdatê bikar bînin hey ji xwe hebin .



20.12.2017 06:23 | gumgumok

62. Darağacı ya bi tirkî eslê xwe dara xaçê ye.
bnr: darağacı/30147



11.05.2018 20:03 ~20:04 | cinorek

63. (bnr: lucid dream)



26.05.2018 23:31 | gumgumok

64. http://www.basnews.com/index.php/tr/news/kurdistan/443335





09.06.2018 23:24 | bûtîmar

65. jifêzagorda/107601



19.08.2018 15:41 | gumgumok

66. (bnr: bireka mûzîkal)



18.02.2019 19:56 | simurg56

67. Dema min bi kurahî li mora nubuvetiyê a li ser milê xwe nihart dit ku li ser milê min الله dinivîse bejin dirêjbû dirêjbû..
Sibhan allah dilovan allah.. û ez matmayi bum çewa heta niha min neditiye

Tirşikçino hê hun nehatine îmanê ?


Piçek ji durve li wêne binihêrin baştir xuya dike

Here lînkê


Not: ev kesin şaneke li ser milê min yani paşê por lê nehatiye çikilandin û qurmiçandin û teqez ev ne montaje ji teref xwedêde ev wisaye ev jî mucîzeye bi muya/ bi por nivisandina الله ne hêsane dibe dîsa guman di dilê wede hebe hun bi bawerkirin û bawernekirina xwe azadin tiştek wisa jî heye



18.02.2019 23:46 ~23:48 | telebê hz mêdî

68. rastîya ku navê koma mûzîka ya yeni turkuyê ji tevgera mûzîka ya nueva canciónê(strana nû) tê.



16.11.2019 13:44 | simurg56

69. xalîd begê cibirî û Şêx seîd him lav xaltiyê hev in him jî Xalîd Beg bûrayê Şêx e.



18.11.2019 05:16 | cinorek

70. blues/113510
blue û şîn navê rengekî ne bi kurdî û îngîlîzî. lê di heman demê de wateya duyemîn ya van peyvan jî di her du zimanan de yek e: qehr, keder



30.11.2019 22:18 ~22:19 | simurg56

71. Gelo min bi xeletî reşşik da peyama simurg56 ya li jor lê nikarim betal bikim niha. Min dizaniya qey mirov dikare çeppik û reşşikan betal bike.

Bejin li min dirêj bû *



30.11.2019 22:29 ~22:32 | xelîl

72. 'Ecêb e ku peyva şîn'ê li hin deverên Kurdîstanê di wateya kesk /green 'ê de jî dihê bikaranîn . Sedema evê veguhestina wateyî çi ye nizanim ... Di bikaranînên wiha de alozîyekî xwe dide der.
ger sedema wê hîn bibim wê " bejin li min dirêj bibe



30.11.2019 22:42 | darînê daryo

73. Straneke bi Tirkî heye bi navê gamzedeyim deva bulmam min ew gamze tim wek xemze ku di rûyê hinek mirovan de dema dikenin wek çalekî şirîn xwe didin der dizanî lê bi xêra sergijikê hîn bûm ku ne Gamze belê gamzede ye ya ku di stranê de behsa wê tê kirin. Gamzede jî ji bo lêqewimiyên êş û azarê tê gotin. Piştî hîn bûm çend mîlîmekî bejn li min dirêj bû ;)



01.12.2019 21:36 | endazer

74. Di straneka Ahmet Kaya de rêzikeka weha derbas dibe: "o mahur beste çalar, müjganla ben ağlaşırız"
Min digot qey ji mujganê qesta Ahmet Kaya jineka bi navê mujgan e. Lê paşî hîn bûm ku ji mujganê qesta wî mijgûlê çavan in. Yanî dema ew stran lê didê ez û mijgulên xwe bi hev re digirîn.



01.12.2019 21:46 ~21:49 | nan û av

75. Gotineke pêşiyan a tirkan heye "ana gibi yar bağdat gibi diyar olmaz "
Hah di vê gotinê de ana ya rast ane ye ane jî li erênê navê kendalekê ye. yar Jî tirkîya kendal e.



01.12.2019 21:55 | ferhenga şikestî

76. berê vekirina navê markêta bim'ê "büyük israil marketleri" bÛ, paşê yekî akp'î stand û navê wî kir "büyük islam marketleri"



02.12.2019 20:25 | brusk56

77. Di îngilîzî de peyva news yanî n-e-w-s ji sertîpên North East West South pêk tê.
News, Yanî agahiyê jî çar aliyan ve tên.



04.12.2019 17:25 | gumgumok

78. Bejna we dirêjbe an jî kurt be nizanim lê gotina "porê te kurt kim" ji sûmeran tê.Ji ba sûmeran porê jinekê ciqas dirêjbe hewqas ew jin bedew e.Porê mêrekî jî çiqas kinbe û rûyên wî çiqas dirêj be hewqas qeşeng bû.Dema mêrê jinekê an jî birayê wê an jî kesekê nêzîkê wê jinikê bimirîya ew jin porê xwe kurt dikir.Ango dema jinekê Sûmerî jinekê din ra bigota porê te kurt kim dihat wateya mêrê te bimire an jî kesekê nizîkê te bimire.Ev gotina Sûmerîyan derbasî kurdan bû lê îro wateya xwe winda kirîye.Jinên kurd nizanin têyê çi wateyê.



04.12.2019 22:17 | mêrxasê serhedê

79. the doorway effect/114273

Tiştên mirov ecêbmayî dikin....
Here lînkê


Doorways Cause Forgetting
What did I come here for?
Posted May 25, 2012

SHARE
TWEET
EMAIL
2COMMENTS
Why am I here? I don’t mean this in the deep existential sense of why am I alive. I am simply wondering why I came into this room. What am I looking for? There must be a reason I left that other room and came into this one. But I can’t remember why I am here.

I’m sure we’ve all experienced this problem. We’ve been doing something in one room, realized we needed some object from another room, and walked over there to retrieve it. Simple. Of course, we arrive in that other room and have no idea of why we are there or what object we sent ourselves to retrieve. When this happens, I desperately look around for something to inspire my memory, to remind me of why I’m there.

article continues after advertisement
Perhaps you’ve blamed this on your impending cognitive doom, your eventual age-related decline. Maybe you’ve worried that this may be an early sign of Alzheimer’s Disease.

I have some good news for you. It isn’t you and it isn’t evidence of age-related declines. It’s the doorway. Walking through doorways empties your mind. Doorways really cause forgetting.

In several clever studies, Gabriel Radvansky and his colleagues have investigated memory as people move through complex environments. They first conducted their research as people navigated through virtual environments playing a simple computer game. In the game, people picked up objects from one table and carried the objects until they reached another table. At the new table, they put down the old object, picked up a new object, and carried it to the next table. Every now and then, Radvansky and Copeland (2006) asked people about the object they were carrying and the one they had just put down.

The experimental manipulation is the simple and way cool part of the research. To get to the next table, sometimes people had to walk to the far end of a large room and other times they moved into a new virtual room, through a doorway. The distance traveled was the same. The time it took to make the passage was the same. And you couldn’t see the other table and object no matter what (you also couldn’t see the object you were carrying – I guess it was in your virtual pocket).



Going through multiple rooms with many memory tests
Source:
The doorway was the difference. When people walked through a doorway, they had more difficulty remembering what object they had just put down and what object they were carrying. Walking through the doorways caused forgetting.

In further research, Radvansky, Krawietz, and Tamplin (2011) demonstrated the doorway forgetting effect in a real, as opposed to a virtual, walking environment. They also studied whether returning to the original room re-instated memory. The answer: Not really. Going back to your bedroom doesn’t necessarily lead you to suddenly remember why you had journeyed to the kitchen.

article continues after advertisement
So the good news is that it is perfectly normal to forget why you came here. The explanation of the doorway forgetting effect is fun to consider as well. No, I don’t think it is something about the doorway disrupting brain function. You do not need to invest in a special anti-doorway-forgetting hat.

Instead Radvansky and his colleagues have argued that we construct situational models of our surrounding environments. These models are generally vague because we can sample information from the environment any time we need more details. When we enter a new environment, we construct a new situational model, which erases the old model. Situational models would include not only vague information about the environment, but also some information about the self in that environment – like what you were carrying and doing. Thus entering a new room erases the old information – that is, doorways cause forgetting.

I think this is another example of what Dan Simons and Chris Chabris call the illusions of awareness. We believe we are more aware of our surroundings than we actually are. We actually keep only a limited model active in our awareness because we can always check back with the actual world if we need more details – why expend the cognitive resources recreating the world in our heads, when the world is constantly available to our perceptual systems. But if the environment changes or if we move to a new environment, we may lose information that we really only vaguely had in our heads and fail to notice changes in the environment (see Failing to Notice Haircuts, Missing Buildings, and Changed Conversation Partners).

Walking through a doorway replaces one vague situational model with a new one. Returning to the original room may not help because now you have simply created another new and vague situational understanding.

I regularly find myself walking into a room and wondering why I’m there. I return to where I was before and still have no idea why I left in the first place. I wander through the halls of my academic building wondering why I am here, or there, or wherever it is I find myself. Thankfully, it isn’t just because I am an absent-minded professor....



07.12.2019 00:14 | gumgumok

80. dema biçûkbum reklamên okêy derdiket min fêmnedikir ev tişt çiye.li tê xwarin an vexwarin.li mezinên malê dipirsî lê wan jî bawerim fedî dikirin tişte tewşo mewşo digotin min re.ji bejin min direj bu paşê min femkir çiye *



07.12.2019 00:40 | golikvan

81. peyva îngîlizî "sole" (xwendina peyvê; sol) tê wateya "binê pê" û "binê pêlavê/solê".
sol a kurdî û sole a îngilîzî ji heman rehê tê, peyv ji proto-hîndû-ewropîyan hatîye. sedsala 13emîn de di zimanê îngilîzî de cih bûye.



03.02.2020 09:35 | lehî baranyan

82. çaxê ku ez hînbûm şaîr (bnr: rojen barnas) û serokê enstîtuya kurdî ya parîsê (bnr: kendal nezan) birayê hev in, bejna min dirêj nebû lê ez şaş mabûm.



03.02.2020 09:43 ~09:44 | lehî baranyan

83. îro hîn bûm ku elif şafak pirtûkên xwe bi inglîzî dinivîse.



19.03.2020 13:29 | xelîl

84. Hêsîrên yekemîn ku ji çavê rastê were ji ber şabûnê, ger ji çavê çepê were ji ber xemgînîyê ye.



03.04.2020 22:23 | kajav

85. Mirov çawa dikare bizanibe gelo kesek çînî ye , japon e ango koreyî ye
kesên ku dora çavên wan aliyê xwarê ve be ew çînî ye
kesên ku dora çavên wan ne aliyê xwarê ne aliyê jorê ve be ew koreyî ye
kesên ku dora çavên wan aliyê jorê ve be ew japon e.
Gelemperî wisa ye.

cemal sureyya û m.elî bîrand jî kurdbûn e :@ ev jî bejin li mirov dirêj dikin



08.04.2020 18:21 ~18:23 | brzn

86. 12 cotmeh 1972yan de, taximê rugby,bi navê old christians ji bo maçê ku herê santîago.
di rê de balafira wan li çiyayên andê li çiya dixê
kesên di wê kezayê de sax dimînin,72 rojan li berxwe didin.
Dawîye de piştî ku xwarina wan namîne.
êdî laşê hevalên xwe yên mirî dixwun :(
û xelas dibin.

filmek li ser vê bûyerê hatibû kişandin:
(bnr: alive)



05.05.2020 14:28 ~2021.06.05 23:26 | merwano



89. (bnr: kowboy)



16.05.2020 00:11 | bûtîmar

90. Halit Bilgiç ne Kurd e, Ereb e.
Di salên 1980an de ji Libnanê koçî Sûrî, ji wir jî koçî Midyadê dibe.



05.06.2020 00:36 | merwano

91. Gelek ji me dizanin ku di zimanê kurdî de daçeka pirsê nîn e, ne wilo? *
ji xeynî zimanê kurdî, gelik zimanên din jî daçeka pirsê nîn e.
Mînak: Ingilîzî û spanyolî.

Ingilîz, dema tiştekî dipirsin, an lêkerê diguherênin an jî dikirpênin.

Spanyol jî, di serê hevokê vê nîşanê '¿' dideynin û di dawiyê de jî vê '?' dideynin.

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



12.06.2020 21:34 ~2020.06.13 22:03 | merwano

92. Serum,bi ava xwê ye..
Belê ez dizanim gelek tirşikvan vî dizanin le mixabin kes bawer nake..



13.06.2020 19:26 | xeletnivîs

93. Kurdiya Rihayê ji a hemû deveran zelaltir e.



14.06.2020 10:27 | hector

94. ser rûyê dinê, hema bêje di hemû zimanan de ji bo çayê du peyvên eslî tên bi kar anîn: chai û tee. sedema vê jî çîn û maçîn e ango heger çay bi riya behrê ji çînê hatibe jê re peyvek esila wê tee, tê gotin; heger çay bi riya hevrîşimê ji çînê hatibe jê re peyvek esila wê chai, tê gotin.

*li çînê, aliyê behrê navê çayê tee ye û aliyê zemînê jî chai ye.



16.11.2020 11:37 ~2020.12.24 02:08 | ezcan

95. di zimanê îngilîzê de peyva ku tê wateya bobelat/afet; disaster, di zimanê yewnanî ne ji peyvên dis+aster pêk tê û wateya wê stêrka nebaş e.

sedema vê jî ji vir tê, di demên ku mirovahî agahiyên wan ye di derheqê fezayê kêm bûn, dema dûvstêrkek di asîmanê de di dîtin, digotin: teqez wê tiştek bê serê me, wê xela rabe, wê şer derkevê, nexweşiyek derbikevê( wek awleyî ye) an jî wê serokek bimire.

çavkanî: belgefîlma cosmos, beşa 3emîn.

herwiha bnr:
tiştekî ku hemû tirşikvan nizanin



16.11.2020 13:22 ~13:31 | merwano

96. kemer û kamera hevreh in. bêjenasiya kemerê:
herwiha kember, hevreha farisî كمر‎ (kemer), pehlewî kemer, avestayî kemera-, ji proto-hindûewropî *kh₂em- (çemandin, tewandin, badan). Ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: erebî كمر‎ (kemer), tirkî kemer, azerî kəmər, aramî ܩܡܪܐ (qemra), îbrî קמר (qemer), urdûyî کمر‎‎ (kemer), hindî कमर (kemer), bulgarî кемѐр (kemѐr), yûnanî κεμέρι (keméri), romanî chimír, chimér, bengali: কোমর (komôr), gurcî ქამარი (kamari), gujaratî કમર (kamar)... Ji eynî rehî: kevan, kamera û belkî çemandin û çemîn.
çavkanî: wîkîferheng



29.11.2020 20:23 | keyomerd

97. (bnr: uncanny valley) [gelîyê bêyom]



01.12.2020 21:24 | simurg56

98. seyr e, min digo qey google translate wergera soranî nake. Lê qasê ko di wêneyê de jî tê xuyanê gava meriv wek zimanê jêder uyxûrî hilbijêre bi xweşikî werdigerîne. Min ji xeynî tirkî ji bo îngilîzî jî ceriband welle dîsa bû. Here lînkê



09.06.2021 00:55 | ezcan

100. (bnr: fake avêtin)
(bnr: îstîxbarata pûç)



17.07.2021 19:46 ~19:46 | heval.js

101. xewn/135455



02.08.2021 03:38 | ezcan

102. cemil meriç Di lîseyê de li hatayê şagirtê memduh selîm beg bûye.
Here lînkê



03.08.2021 12:33 ~13:32 | cinorek

103. Min gavek berê navê vê mijarê rast xwend û ev agahî layiqî nivîsandina vê peyamê ye.

Heya niha belkî 100 car zêdetir ev mijar derketiye pêşberî min. Lê her tim min weke " bêjin" dixwend. Paşê min digo wê çi bibêje? Çi eleqeye? Lê tu nebêjî ew peyv " bejin" e û di wateya qama mirovan de ye*



01.10.2021 23:54 | tîrêj zana 21

104. Bejin dirêj nebû lê dibe ku kurt dibe.Heya niha derbarê pkk ê de me gelek tişt bihîstibûn lê li vir mirovên rûspî behsa pkk ê rêberî wî dikin.
Wisa dixûyê ku %100000 eleqeya apo û pkk bi kurdan nebûye tenê têkilî ew e ku gelê kurd bûye bindestê vî rêxistinê.Heyfa me kurdan! Wisa dixûyê ku ev îdeolojî wê rojavayê jî wenda bike.




08.11.2021 14:01 | brzn

105. vbnr veşartî binêre ye.
(bnr: ez şok)



23.11.2021 02:59 | heval.js

107. peyva asîman ji peyva tê. ew aşê ku berê pê genim dihêran ji boyî bibe ar.

esmen di zimanên sanskrîtî û avestayî de tê wateya kevir. ji ber ku gerstêrkên li fezayê ji kevir in, Zemanê Berê rasterast ji asîman re jî gotine kevir. Asîman navê yezdanekî ye di mîtolojiya îranî de xwedî cihekî girîng e û tê bawerkirin ku ew banê gerdûn diparêze. Li gorî nêrîna kevin, çerxa asîman dişibiya çerxa aşan.



30.03.2022 06:45 ~13:11 | asîmanê sêwî

108. Di strana Shakira'ê de dibêje
Some inner inner air air.
Here lînkê
Ew deh sal in em dibêjin samina mina eh eh.



07.05.2022 08:05 | cinorek

109. testa îngilîzî ji elmanî taste, tasten dihê ku wate jê rasterast ceribandin û muqayesekirina bi destan e.

ango test, testing: destkirin.



01.07.2022 03:47 ~03:47 | ezcan

110. Îro gava li ser înstayê digerîyam, karîkaturek derket pêşîya min:
Ew karikatur:
Here lînkê

Du kezikên hespê nevîyê (îng. praying mantis) di nav livînan de dipeyivin. Li ser diwêr jî serê hespênevîyek nêr daliqandî ye.
Îcar ê nêr:
Keçê, dibêm dergistîyê te yî berê li me dineri.
Mê:
-------- ( ewran davêji)
Îcar gava ez ketim nav şîroveya ez ji kena fetisîm. Yek ji wan kommenta de digot îcar dora te ye hwd. Min got çawa yanî? Û ketim dûv van kezikan. Li gorî lêkolînên min î neberfireh min pê derxist ku ev kezikên hespê nebîyan piştî hevşabûnê; ên mê hevalê xwe yî nêr dikuje lê beravajî pêşîka serê wan dixwin ku alîyê ku kêrî wan tê, tûrikê sperman ji wan re dimîne û bi vî awayî çêlîyan çêdikin.
Çavkanî:
Here lînkê



17.07.2022 00:54 ~00:57 | pîroz

111. Hînbûna Zaravayên din ên Kurdî



08.08.2023 13:27 ~13:42 | bakur.nekure1

112. koka xebera "pîç" ku di maneya weledê/a zînayê de tê karanîn, -pêç- e (pêçîn, pêçîden). ango ji esla ne rast û durist, ne diyar ku tewiyaye, tevihev bûye, pêçandî ye. bi zimanê pehlewî.



25.11.2023 04:42 ~04:51 | tizbîkêş

113. di helbesta rojen bernas de gotinek heye dibêje çend xarên min wenda bûne li nevala wawêylê. min zen dikir ew xar kar e. yanê bizinê temenbiçûk e.
min îro ferq kir ku ne wisa ye. xar yanê ew e:
Here lînkê

Edît: piyyy min navê helbestvanê jî şaş nivîsiye. Bila be. Bi xêra wê şaş nivîsînê ferhenga şikestî hat çend peyam zêde kirin.



03.01.2024 05:21 ~2024.01.04 06:39 | cinorek

114. ez dixwim bejna cinorekî hineki dî dirêj bikim;
ristên; ''çend xarên min wendabûne li newala waweylê'' ji helbesta rênas jiyan a hebhinarkê ye..


Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê

li çaraliyê çefiya min,
diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin

li çiyayê şengalê,
komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine
perikên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî
hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî

bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê;
teşiya bê,
destara berfê,
berîvana baranê,,,



03.01.2024 14:52 ~14:56 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku tirşikvan sibeha yekşemê dikin
» dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin
» mirovan
» hîn bûn
» dibe ku
» bejnê
» lêgerîna tiştekî li ser google'ê
» dirêjkirina por
» dibe ku

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî