Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê - tirşik
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
(13) (0) (4)
di mijarê de bigere

70. civîn bi rastî jî xweş bû, çavê herkesê beşdarî civînê bûyî li hevalê (hun çawane heval*)))))) geriya, lê nizanim me nedît,

ez ê paşê bi dirêjî behsa civînê bikim, lê xweş bû bi rastî jî, yanî biz çekerken çok eğlendik..



23.03.2014 02:16 | endazer

71. civîna ku ez pir jê kêfxweş bûme, ye. bi qasî dixuye bêdengiya min bala yên din pir kişandiye. li civînê endazer çend caran pirsî û min jî got "ez wisa me, zêde napeyivim". min çi kir çi nekir xwe ji vê bêdengiya xwe xelas nekir. ez kengê herim cihekî, li kêlekekê rûdinêm û li yên din guhdarî dikim. zatî jixwe ji ber vê hevalên min zêde nîn e. kes ji kesên bêdeng hez nakin. hema dibêjin bila hevalek were û ji me re qala meselokên xwe yên beradayî bike. hûn çiqasî baş bin jî hevalên we ba we nakin û hûn tenêya xwe dimînin û dibin asosyal. ka ew hevalên ba kesên bêdeng jî dikin axxx.. neyse civîn pir xweş bû. ez û hevalekî min çûn. hevalê min kurd e, kurdî hinekî fêhm dike lê nikare bipeyive. min ji wî re got civîn dê bi kurdî pêk bê lê wî got ez dixwazim werim. min nikarîbû bigota nê û min jî got de were û adiz bibe lê li gor gotinên wî, ew jî ji civînê kêf xweş bûbû.. berî herkesî serhat avci hatibû. axirê min wêneyên wî dîtibû û min wî nas kir û çûm cem wî. endazer hema peyivî û peyivî, nesekinî. di navberekê de qala hun çawane heval : ))))))) hat kirin û min bi rastî jî dora xwe nerî da ku binêrim ka ew li wira ye an na. sankî min wî bidîta, minê wî nasbikira :/ me çay vexwarin lê pereyê wan nedan.* ji ber ku ezê roja piştî wê vegeriyama izmirê, zêde wextê min tune bû û ez hinekî zû veqetiyam. ez li benda civîna duyemîn im. *



çend tiştên ku di civînê de hat qal kirin;

1- gelo danasîna tirşikê bi awayekî xweştir dê çawa bibe?

2- gelo ji bo çi tûrnike xistinin ber fakulteyên zaningeha dîcleyê?*

3- birayê faysal yıldırım

4- hun çawane heval : ))))))), rasteqîn, nazim tolhildan..

5- huda-par û projeyên wê*

6- 'paşeroj' peyvek çiqasî rast e?

7- 'kombers' - 'kompûter' - 'kompîtûr'

8- vîdyoya bahçeli ya ku slav ji apo re dişîne. *

9- hwd.



23.03.2014 19:02 | mergehez

72. civîna hevalbacên e ji ber ku yên dûr nikaribûn beşdar bibin piştî ku wêne jî dîtin behtir qeherîn *

(bnr: keça eyşika ereb)



23.03.2014 19:54 | gêjê

73. wekê di peyamên din de jî hatiye gotin civÎn xweş bû..

- sohbeta me hirde çû û wêde hat yanî me nekarî em sohbeta xwe li ser kontekstekî bigirin û kontrol bikin.

- hin hevalên me zêde şermok bûn, ji dêla wan ve jî ji mecbûrî ez şitexilÎm, bawerim antîpatiya li hemberî min ya di tirşikê de piştî civÎnê du qetî zêdetir bûye..

- me pêşiya civÎnê li ser çawaniya civÎnê tu plan û bername dananîbûn, ji ber hindê biçekî spontane çêbû civÎn..

- me nekarÎ em zêde li ser kêmasiyên tirşikê biaxivin û me nekarî em zêde behsa rê û metodên berbelavtirkirin û berniyastirkirina tirşikê bikin..

- di civînê de tirşik tunebÛ me tenê çaya tehl û tirş vexwar

- me hevalên botî û torî nehêlişt hevalên ji herêmên din zêde biaxivin.. *

- ji bo ku hevala gulgenim beşdarî civînê bibe min jê re got nazim tolhildan jî wê were, hevala gulgenim dema nazim li civÎnê nedît biçekî li ber xwe ket, ji xwe bi mahneya qursa min a tangoyê heye hêj civÎn temam nebûyî rabû çû..

- hevala elegez jî gotibû ez ê bêm lê bi şertê ku cercîs rewanî jî were.. ez ne şaş bim hat û dema dît ku cercîs ne di nav me de ye lê da çû..

- evê civînê rê li ber civînên din ên muhtemel jî vekir.. muhtemelen çend hefteyeke din wê li stembol civÎna duyem wê were duristkirin..



23.03.2014 22:18 | endazer

74. civîna/kombîyayîşo ke ez tede çinê bîya. malesef, ez tikê tirşik ra dûrî kewta. cora ez erey hayîdar bîya. Înşalah ma rojêk telafî kenê.



13.04.2014 16:47 | kurdane

75. civîna ku min dil heye dilq û dirûv Û rengekî gerdîşî pê bidim..

eger xwudê hez bike û bêje erê, çend hefteyekî dî bi beşdariya hunermendekî surprîz ez ê civîna duyemîn -an divê bêjim sêyemin nizanim- ya gerdîşî ya nivîskarên tirşikê ya li amedê durist bikim..

cih muhtemelen wê heman cih yanî terasa bajêr/roj cafe/fîsqaya be û roj û saeta civînê jî muhtemelen wê eynî roj û saet be, yekşem/14-15:00.. belkî vê carê, şûna çaya tirş û tehl em xwarinekî bidin..

eger ciheke sergirtî ku em bikaribin lê xwarinekî xweş û zêde nebuha bixwin û pê re jî hevalê hunermend bikaribe bi rihetî hunera xwe lê îcra bike û ji me re stranên xwe bêje û em jî bikaribin lê vegerînin û pê re bêjin, hebe ew der jî Çêdibe..

lê vê carê divê hejmara beşdaran zêdetir be, divê civîn profesyoneltir be û divê bikaribe li derdora kurdîzan û kurdînivîsên tirşiknenas û tirşiknenivîs deng vede û wan bikişÎne tirşikê..

derî û dergehê min ji bo teklîf û rexne û şîretên hevalan li piştê ye, kerem kin fikra xwe bêjin..

û du hunermendên ku kêm zêde têkiliya min bi wan re heye, hene, ez ê xwe bigihînim wan lê, nizanim bê ka wê qebûl bikin an na, li gorî wê eger qebûl nekin, divê em di nav xwe de orkestraya tirşikê ava bikin û divê em bi xwe ji xwe re lê bidin û ji xwe re bistirên.. eger hevalên ku têkiliya wan bi hunermendinên ku dikarin bên û civîna me şên û ava bikin re heyî di nav me de hebin bila xêra xwe, ew jî arî me bikin..



21.04.2014 03:14 | endazer

76. civîna ku di wêneyê wê de raserî serê min ''hê nebûye nivîskar'' hatiye nivîsandin.

hêj ji roja qalûbelayê ve me qeyda xwe di tirşikê de çêkiriye lê camêrnin hê jî derdikevin û dibêjin hê nebûye nivîskar. heyf! *



09.05.2014 21:29 | nanxwerê cilqetên

77. ser xêrê be , hîvya civînên dijî*



22.09.2014 15:37 ~2016.03.28 14:35 | azad30

78. civîna ku car caran (wek îşev) bêrî dikim û têm entryên ku bo civînê hatine nivîsin dixwînim..

mikur têm ku di her xwendinê de bi bişirînên ku xweziyên xwe ji bo wê roja xweş tinê, hestdar û hestiyar dibim.. û hilnayêm tirşik, hilnayêm bêbext!



11.01.2015 22:06 | ferhenga şikestî

79. Civîna ku min nekarîbû ez tevlî bibim ji ber wê û ji ber sedemên dîtir xwezî careke din jî bê lidarxistin. hawara me tu yî simurg56



11.01.2015 22:11 | xendekî

80. civîna ku wê demê me hay jê nebûyê.lê min hay jê heba jî ez tevlî nedibûm.

lê em li benda civîne k nû ne.sîmûrg dengê me bibîhîze.



(bnr: please sîmûrg)



11.01.2015 22:40 | vêca çiyeeee

81. Civîna ku di ser de 2 sal derbas bûye ye. Min li çend fotoyên civînê nêrîn û hinekî xemgîn bûm.Di wan rojan de behs behsa tirşikê bû. Weke din ew foto weke wesîqayên (bîranîn, şûnmayî)dîrokî ne. Rojekî tirşik navdartir û berfirehtir bibê û ji her çar aliyê kurdistanê nivîskarên me çêbin, emê bibêjin ev ew kesin ku tirşik bi pêşêngiya wan hate avakirin in..



22.03.2016 20:49 ~2019.12.21 23:12 | nan û av

82. civîna ku min nedikarî beşdar bibe. ku vê havînê civîneke dî were lidarxistin îhtîmaleke mezin ez ê jî tê da bim.



22.03.2016 20:52 | kurê xelkê

83. Civîna ku ez hêj lîseyê de bûm pêk hatîye. Pêşeroj bihar e. Bi nivîskarên nû tirşik wê dîsa bicivîne. (bnr: hêvî)*



21.12.2019 22:15 | kajav

84. civîna ku hema bêje 6 sal ser re derbas bûye. wext çi zû derbas dibe.
her wiha, civÎnek pir xweş bû *
xwezÎ derfet hebûya em vegerin li wa rojan.



22.12.2019 00:04 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên tirşikê yên keçel
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî