Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê - tirşik
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
(13) (0) (4)
di mijarê de bigere

53. civîna ku wê 9-10 kes beşdar bibe. ji xwe ev qas bes e.



21.03.2014 20:02 | brusk56

54. civîna ku ji ber ku heta vêga ti kesî ez dawet nekirime, tev lê nabim. lê heke ku bi nivîsên zêrîn dawetnameyek ji min re bê şandin û xalî û merşikên sor ji stenbolê heta amedê bê raxistin belkî li ser tevlêbûnê careke din bifikirim. *



21.03.2014 20:24 | oxir

55. civîna ku 4 saet jê re maye, ye. ez pir meraq dikim ka wê çawa be.



22.03.2014 09:57 | mergehez

56. civîna ku, ji ber ku ez nikarim beşdar bibim, niha ve, bi sêrîde simurg56, brusk56, serhat avcı, endazer, mazlumozdoğan û hemû nivîskarên din yên beşdar bibin re silavên xwe dişinim e.



22.03.2014 12:32 | nazim tolhildan

57. civîna ku mixabin ez ê beşdar nebimê, lê li benda weşana zindî ya ji navenda civînê me.



22.03.2014 12:53 | simurg56

58. li bin siwanê dê pêk were, lê xêynî du kesan hê tu kes nehatine.



22.03.2014 14:08 | mergehez

59. civîna ku ezê nekaribim beşdar bibim ji ber ku ez naha li erebîstanê me. (bnr: see you next time)



22.03.2014 16:10 | karmatî

60. civîna ku bi beşdarbûna 11 kesan, di nav ken û henekan de pêk hatiye ye.

civîn nêzikî du saet û nîv berdewam kir.mazlumozdogan û gulgenim bi qasê nîv saetan zû rabûn *

ez bi xwe, jê gelek memnûn bûm. vaye wêneyên civînê jî li vir in ;

http://tinypic.com/r/29vmofd/8

http://tinypic.com/r/a0ccv7/8





ên ku beşdarî civînê bûn ; brusk56 , nan û av, endazer, mazlumozdogan, gulgenim, gelawej, renas, serhat avci

em navê wan li vir qeyd bikin da ku paşerojê de em bizanin kî beşdarî civîna yekem a tirşikê bûbû *



22.03.2014 20:40 | brusk56

61. maşelleh bûye civînek têra xwe qerebalix.

min wêneyên civînê li pêşkêşkera tirşikê jî bar kir ku wenda nebin;

https://tirsik.net/danes/civin/civin1.1.jpg

https://tirsik.net/danes/civin/civin1.2.jpg



welleh min gelek mereq kir ka di asmosferek çawa de pêk hatiye û çi hatiye axaftin. neyse, yên tevlî bûne bawer im wê bêne û nêrînên xwe parve bikin...



22.03.2014 21:01 | simurg56

62. civîna ku ez gelek ji gelektirîn kêfxweş bûm û eger ez li gor nêrina xwe binirxînim dikarim çend tiştan bibêjim;

hinek jê çalak bûn ango bi kurmanciya xwe ya herikbar û fesih mohra xwe li ser civînê bi xemla zêrîn neqişandin di demeke nêz de wê derbasî kaxizên dîrokê yên wêjeya kurdî bên nivîsîn:-)

ez û mazlumozdogan gelek bêdeng bûn çima mazlumozdogan bêdeng bû, nizanim lê ez gava ku nû dikevim civateke cuda û nû, cara ewil pirr napeyivim bi tenê godarî dikim û di kêleka hêşê xwe de qeyd dikim vê yekê wek prensîbeke ji nêzê deh sal e ku pêk tînim û sedemeke din jî ew e ku ez bixwe zaza me û van salên dawî de hînî kurmancî bûme nêzîkê 6 sal e ku bi kurmancî dixwînim û ez li ser kaxizê hînî kurmancî bûme lewma min pirr derfet nedîtiye ku peyvên ku ez hîn bûme pratîze bikim lewma jî kurmanciaxifiya min ji ya xwendin, nivîsandin û têgihîştîna min pirr qelstir e. eger xwedê hez bike û bike nesibê me di civina duyem de ez ê bipeyivim:-)

mijara civînê çawalêhato bû ango mijareke bingehîn nehat axifîn (ji xeynî problematîka geşbûna tirşikê)

bi pirranî bi awayekî qerfî û tije bi henekan derbas bû ez pirr keniyam:-)

mazlumozdogan û gulgenim zû rabûn lê endazer, nan û av û gulgenim jî dereng ketin



22.03.2014 21:24 | ferhenga şikestî

63. cIVÎNA KU DI ATMOSFEREK GELLEK XWEŞ DE DERBAS BÛYE YE.hEMÎ HEVAL JÎ BAŞ Û HÊJA BÛN.. sERHAT AVCÎ Û MAZLUMDOĞAN ZÊDE NE PEYIVÎN.hEÇKÛ hINEKÎ FIHÊTOYÎ BÛN..



22.03.2014 21:28 | nan û av

64. ser xêrê me civîna xwe lidarxist. hejmara me ne pir bû lê belê bi rastî kêfxweşiyeka mezin da me. me bi hevalên xwe yên xoşewîst re civateka ji dil û germ pêk anî, em ji hemû hevalên beşdar bûyî û malbata tirşikê re silavên germ dişînin



22.03.2014 22:10 | renas

65. ji ber ku civÎna yekem e, civÎnekÎ dÎrokÎye(ji bo tirşik*). hevÎ dikim xweş derbas buyu be. evk meraq dikim, fotoxrafa ve kÎ kişand?



22.03.2014 22:13 | hun çawane heval:)))))))

66. cîvîna kî gelek xweş û balkeş bû. û wênê me jî mixabin xwedî yê derê kişand*



22.03.2014 22:55 | gelawej

67. civîna ku ji bo bibe dîrokî, divê peyama ocalan lê hatibûya xwendin.

mixabin me ji bîr kir. belkî carekê din ..



23.03.2014 00:00 | brusk56

68. Civîna ku di armanca xwe de pêk çûye û bi serkeftî dawî bûye ye. Xwedê bike tirşik berdewamî hibe û civîna 385. Jî pêk were.



23.03.2014 00:16 | nazim tolhildan

69. bi qasî ez dibînim lobiya reşşikan dîsa xwe derxistiye holê û navê min kiriye mazlumodagan *



23.03.2014 01:38 | mergehez