Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
meha remezanê - tirşik
meha remezanê
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. piştî 4 rojan dîsa wê li me vegere.

zaroktiyê de xwarina herí xweş paşîv bû ji bo min. me rojî negirta jî me qebûl nedikir ku dê-bavê me bê me xwarinê bixwin.

remezan her çiqas birçîbûnê vîne bîra mirov jî, xwarinên jerî bi lezzet ya ku pi ştî birçîbûneke dirêj, vekirina rojiyê ye.



04.07.2013 14:53 | simurg56

2. meha çileya havînê de, me bide zorê ye.

(bnr: halê me li me xwes)



05.07.2013 03:41 | azadixwaz

3. Meha ku lı gor salnameya hicrî (goçî) îşev dest pê dikê ye..Lê Di derbarê destpêkirina wê de nîqaş hene.. Ji ber pêxember (s.a.w ) gotiye dema we hîlal dît dest bi rojiyê bikin.. Her çiqasî Li gor salnameya goçî îşev destpê dikê ye lê piraniya welatên ereban û kurdistana başûr wê roja yekşemê dest bi rojiyê bikin.. Ji ber ku heyv roja yekşemê dikevê şeklê hîlalê de...



27.06.2014 21:50 | nan û av

4. meha ku misilman tê de rojî digirin.. lê êdî hema bêje kes wekê berê rojî nagire, nizanim ne baweriya xelkê sist bûye ji ber wê, ne di kelegerma havînê de rojî girtin zehmet bûye ji ber wê..



29.06.2014 22:33 | endazer

5. Bû 2 sal e ku ez rojî nagirim, a rast nikarim bigirim... amed gelek germ e, ji tîna mariv dimire jixwe eger tu rojî bî û bi tenê ji bo saetek jî derkevî derve, çû ji te de!

kesên rojî, ji ber germahiyê dernakevin, kesên fitar jî ji ber ku nikarin bi rehetî bixwin û vexwîn dernakevin derve.. lewma jî di meha remezanê de kolanên amedê vala dibin, di her du rewşê de jî mame.. niha li stenbolê me û li derve bi rehetî dikarim cixare di dest de bigerim ji ber ku hama bêje kes rojî nagire... heyfa min ji ciwaniya min tê ku xwedê vê yekê helbet ji min bipirse lê nikarim ma çi bikim



29.06.2014 23:49 | ferhenga şikestî

6. GAVA KU MİROV Lİ aMEDÊ NEBE ROJÎ jİ MİROV re XWEŞ TÊ HEYRAN. Lİ AMEDÊ MİROV TÎNA DİB'ECE.



30.06.2014 00:40 | serhednişîn

7. meha ku mirov ateîst be jî rehm dixe dilê mere.. * lê dîsa jî niha van rojên havîna germ girtina rojîyê pir zehmet e.. ez bim ezê di hundure 4-5 saeta de bixewurim.. *



30.06.2014 13:36 | rûbar payîz

8. gava ku mirov li ber qlîmayê heta 12 razayî be û piştî 12 an mirov dîsa li ber klîmayê pirtûkên kurdî bixwîne û bi ser de jî bitirşikîne!! bi xwedê rojî pirr xweş û hênik derbas dibe **



30.06.2014 14:48 | mervan roni

9. (bnr: rojî)

nebixêr dîsa hat.. heftekîye ku ez ketime etirê ku ezê çewa rojî bigrim.



17.06.2015 22:27 | shorbevan

10. Bixèr hat ser seran u çawan hat



17.06.2015 22:58 | ronahî

11. Di vê mehê de li amedê ji %75ên cihên xwarin/vexwarinê tên girtin. Ji Xêynî ofîs û deriyêçê hema hema tu der namînin ku meriv lê tiştinan bixwe. Û wexta meriv dikeve cihê xwarinê xelk bi çavekî tehdîtî li meeiv dinerin.

Tew ez qala dê û bav û ap û met û.. ên ku herroj dibêjin rojiyê bigire, nakim..



17.06.2015 23:49 | mergehez

12. Wisa dirêje wekî bend

Wisa şêrîne wekî qend

Donzde salan seleke ...

Tu bi xêr hatî rojî



18.06.2015 01:00 | hogir elegez

13. ji bo kafirên nav misilmanan, rojên herî dijwar. rojên ku herî bêtir minafiqî tê xûyanê



18.06.2015 02:01 | hola êzîda

14. heval elegez Remezan ne 30 roj e 29 roj e. hem ji bo tenduristiyê pir baş e hem jî ji bo mirov nefsa xwe terbiye bike û îrade ya xwe qawî bike fersendek mezin e. ji 365 rojan 29 roj ew qas zehf nîne hûn çima ew qas gazindan dikin



19.06.2015 01:08 | aynştayn

15. bi dimilkî aşma remezanî ya.



Ez ewro rayîr de şîyêne, destê mi de zî cixara. La haya mi çin a ke ewro rojîgirewtene dest pêkerda. Di heb erdîş-derg mi het ra vîyart û xirab xirab ewnîyayê. Ez zî xirab xirab ewnîyaya sey înan. Piştî ez fikiriyaya na rewşe ser o. ame mi vîr ke remezan dest pêkerd û ez teber de cixara şimena. Badê mi cixarayê xo eşt tabî.



Weyy pepû. Şikir ez kuwayîş nêwerd welle.



19.06.2015 01:37 ~01:38 | endazyar

16. Meha 2/3yê wê xilas buyî û ber bi dawîbunê ve diçe ye. Lê helbet zehmetiya her rojî bi yek û yek heye. Dîsa jî dema mirov bi tevahî dinêre, dibêje baş dibore.

Nîşe: ez niha li benda melayî me. Û ji her kesî re sehet be...



06.07.2015 19:45 | azadixwaz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» meha adarê û pisîng
» remezanê kulek

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî