17. (bnr: bêxêr û bereket) |
|
07.07.2015 17:39 ~19:42 |
shorbevan
|
18. (bnr: kerê guravtin ma qemçik) |
|
07.07.2015 20:59 |
shorbevan
|
19. Meha min mijarê ji nû ve vejandî lê ne ji bo serde çuyîn û jê re nifirdanê. |
|
07.07.2015 23:08 |
azadixwaz
|
20. شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِيَ أُنزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِّلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِّنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَانِ : Ew meha remezanê ya ku qur'an têde nazil bûyî, ji mirovan re rehbere û delîlên eşkere yên di navbera heq û batilê de ye. (Sûreta beqere-185). Rojîya remezanê de gelek hîkmet hene ku hem li rûbîbîyeta xwedê dinêrin hem li jîyana komelî û civakî dinêre. Wateya remezanê a herî gîrîng û pîroz ewe kh qur'an a pîroz di vê mehê de hatîye nazilkirin ku dema mirov tê meha remezanê nazilbûna qur'an ê tête bîra mirovê/î. Di vê mehê de mirov dizane ku peyama xwedê gehiştîye mirovan û mirovê hişyar dike ku hela xwedê çi hinartîye ji me çi xwestîye ji ber çi me şandîye rûyê erdê ji ber çi qur'an an jî pêxemberan şandîye anjî divê em çi bikin çi nekin, madem ku em hatine şandin herhal em belasebep nehatine dînyayê erkeke me heye bi vî awayî remezan û rojî dibe sebep ku em ji xew şîyar bin.. Meha remezanê dibe sebeb ku mirov hemd û spasî bike bo xwedê ji ber nîmetên ku hatiye dayîn. Ger mirov wateya rojîyê baş bizane ji bo jîyana civakî gelek ders heye bo mirovan ango xwedê bi minasebeta rojîyê bi me de te fahmkirin ku rewşa feqîran çawaye. Ger rojî nebûya zehmettir bu ku me hal û rewşa feqîr û jaran fahm bikira. Hîkmetek dî jî ewe ku li terbîye ya nefsê dinêre ango nefsa/ê mirovê bi rojîyê acz û feqîrîya xwe dizane û bi vî awayî nefs ji kirêtî, ezitî, narsîzmî, quretîyê terbîye dibe, paqij dibe. |
|
05.06.2016 11:32 |
azad30
|
21. Meha remezanê mehê rehmet û mexfîret e.Xwedayê dilovan di vê mehê de derîyê rehmet û mexfîretê heta li ser piştê diveke.Her sal meha remezanê rojî girtin li ser misilmanan wekî pênc wext nimêj ferz e.Hîkmetê rojî girtinê gelek in, bi jimartinê naqedê.Çend hîkmetê rojî girtinê ev in ku hatiye bîra min; fêm kirina qîmetê n'imetên begerew û bergend, fêm kirina halê kesên ku birçî mane, demê tî û birçîbûnê de ferq kirina 'aczîyet û qelsîtî ya me û têgihiştina mezintîya Xweda ye ku ti tişt nîne Ew hewcedarî vî be.Rêber û afîtabê me Qur'ana Pîroz, şevekî di nav deh rojên dawîya remezanê de nazil bûye.navê vê şevê jî her kes dizane ku şeva qedir e.Di Qur'ana Pîroz de sûretek li ser navê vê şevê heye.(bnr: sûrat-el qadr).şeva qedirê ji hezar mehên xêrtire.Firîşteyan û Cebrail, bi destûra Xweda ji bonî biryar danîna di hemû babeta kar û jiyanê vê salê bi hinartin tînin.Meha remezanê lewma ji bo 'ibadet û dû'a kirinê bêhempa ye.Vî mehê bêhempa de Xwedê hemd û zîkr û ta'et û 'ibadetê her kesî zêde bike, rojîya her kesî qebul bike.Îsal xêr û bereketa meha remezan û şeva qedirê bibe sedemê hişdarî û ronahî û felat û azadîyê înşaallah. |
|
05.06.2016 20:11 ~2016.08.19 00:19 |
rûbar
|
22. di vê mehê de ji her deman bêtir fêm, feraset û toleransa misilmanan derdikeve pêş, her sal di vê mehê de di her bajarekî de teqez yek derbê ji misilmanên rojîgirtî dixwe, her sal ev xwe dubare dike. |
|
07.06.2017 10:18 ~10:20 |
ferhenga şikestî
|
23. Civatên wisa yên dejenere bûyî hîç nizanin çawa giranî tê nîşan dan. Yazdeh meh wek serbest tê dijîn mehekî jî divê mirov giranî ji ibadetên hestyar yên misilmana nîşan bidê.giranî dan têkildarê kesayetî ye. Giranî nîşan dan têkildarê mirovatî ye. Heke ev di nav civakekê de belave nebe ne tenê derb xistin tiştên dî jî derdikevin. Ev jî bi pîleya dejenerebûnê re têkildar e û nîşaneya paşmayînê ye. Deverên paşmayî de tolerans çi ye, feraset çi ye a wilo berçav e nayê zanîn. Di remezanê de jixwe mirov di hundirê de dikare çi dixwaze bike. Lê li derve mirovên ku nizanin giranî pîroza insanên din bidin gava ku ji bo xwe giranî dan dixwazin kenawer dibin. |
|
08.06.2017 04:36 |
rûbar
|
24. di dinyayê de hezar heb ol û bawerî hene, her roj teqez rojeke pîroz î dînekî cuda ye, de îja misilman çi rêz li ber dînên dî digirin û ji dînên dî jî hêviya rÊzgirtinê dikin? wexta noela mesîhiyan tê tu namîne ji wan re nabêjin, her sal di sersalê de tu haqeret û dijûn namîne ji wan re nabÊjin. lê biqailên me wexta rojên wan Ên pîroz tÊn ji hemî dinyayÊ hêviya rÊz û hurmetê dikin. de na lo? |
|
08.06.2017 09:06 |
ferhenga şikestî
|
25. madem ku armanca rojiyê ew e ku dewlemend halê feqîran bizanibin, madem 11 mehên din da zengîn li ber çavên feqîran her tiştê ku feqîr nikarin bixwin dixwin. |
|
08.06.2017 09:16 |
bûtîmar
|
26. Wulen! : ). Dema berê ku kal û pîra me behsê dikir û digot ermen û siryan û êzidî filan di meha remazanê de li derve hurmeta xwe nîşan didan ji bo misilmanan. Tiştek wek eşkere û bêedeb nexwarin. Xwarina fitarê çêdikirin û badikirin me, emê mêvan dikirin. Digotin carinan ji me re digotin heywanek jêkin û werînin em pijartînin, hûn îşev mêvanê me ne ji bo fitarê filan. Ev Fam kirina ji mirovatiyê ye. Mirovatî çi ye dizanibûn |
|
09.06.2017 05:36 |
rûbar
|
27. ew ermenên ku demekî rêz li ber rojiya misilmanan digiritin û li derve xwarin nedixwarin ji hêla wan misilmanan ve hatin qetilkirin, kuştin û surginkirin. maşalla giş jî berdela qenciya xwe dîtin |
|
09.06.2017 09:03 |
ferhenga şikestî
|
28. xwudê zane gelek kêfa min jê re tê. |
|
09.06.2017 21:32 |
endazer
|
29. ger mirov ne bi tenê be, mehek xweş e û biaramî ye. |
|
09.06.2017 22:49 |
simurg56
|
30. Gorî daxuyaniyên Suudiyan heyvika (hîlal) Remezanê ya 2018ê hê xuya nebûye ango * sib (16a gulanê) ne remezan e. Bi destûra xwedê meha remezanê/rojî 17a gulanê dest pê bike. |
|
15.05.2018 23:53 |
cûndûllah el-kurdî
|
31. doh dest pê kir. |
|
07.05.2019 13:36 |
roza
|
32. mîna hemû salvegeran, ev jî bi bîra min dixe ku emir çiqas bilez derbas dibe. hema li dora xwe dizivirim û dibînim dîsa hatiye ev meh. |
|
07.05.2019 20:57 |
simurg56
|
33. Bi xêr û bereketa xwe îsal jî me rûmetdar kir. Em gelek xweşbextin ku îsal jî gihîştin li vê meha pîroz. |
|
09.05.2019 05:03 |
rûbar
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |