Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
esp - tirşik
esp
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kureya electronic stability program e.

yek ji teknolojiyên ku di erebeyan de tê bikaranîn, e.

ev sîstem ji sensorên otomobîlê daneyan derbarê pozîsyona dîreksîyonê, momenta erebeyê, sîstema frenê de, distîne û li gorî van agahiyan hewl dide ku fêhm bike ka erebe ditehise/dişemite an na. û ger fêhm bike ku tekerên pêşîn ditehisin, tekerên paşîn frenê dike; ger tekerên paşîn bitehisîn jî wê demê tekerên pêşîn disekinine. bi vî awayî hewl dide ku erebe dîsa vegere li ser riya xwe û ji kontrolê dernekeve.

(bnr: ez îro vê hîn bûm)



08.03.2014 14:52 | simurg56

2. kurtayî ya ezilenlerin sosyalist partisi ye. partiyeke ku her hilbijartinê de bi zorê xwe kurdan ve girê didê û partîya kurdan bi zorê dike sosyalîst. bi rastî, mixabin, bdp jî vê yekê aciz nîne. esp, bi tenê kêrî tiştekê nayê û ji xwe potansiyela wan ya dengeke kêm-zêde bistîne jî tuneye.

(bnr: gelo emê kîngê ji bandora elewî û sosyalîstan bifilitin)



09.03.2014 12:48 | nazim tolhildan

3. serokê wê figen yüksekdağ e û vê gavê di med nûçe yê de diaxife. partîyeke ku xwedê gravî parçeyeke hdpê ye lê di hilbijartina herêmîyê de hemû endam û xebatkarên wê raya xwe daye mustafa sarıgül.



22.04.2014 01:45 | nazim tolhildan

4. partiya ku ez tenê yek endameke wê nas dikim û wê jî dengê xwe daye hdpê. jixwe ji xeynî wê min di heyata xwe de ti tirkê ku dengê xwe dane partiyeke nîvkurd nedîtine.



22.04.2014 02:05 | oxir

5. partiya sosyalîst a bindestan.



weke hemû partiyên çepgir yên li tirkiyê bingehek civakî nine. ji çepgirên tirkiye ya herî zêde xwe nêzikî kurda dike. ya rastî xebatkar û aligerên wê axlebe kurd in. bes kurd ên kurdî nezan in. kurdên ji meletî, semsûr, dersim, xarpet û dîlokê ne.



ji bo kurdan dewletbûyine diparêzin. her wiha çi gava tiştek bi serê gelê kurd tê ji bo piştgiriyê amadane. xebata wa ya rojnameya 'sosyalîzm û azadî' heye. rojname cih dide nivîsên kurdî ji.



di şoreşa rojava da hin endamên wa ji tekoşîne dikin. di tekoşînê de şehid jî dane. di navbêra wa û ‘mlkp’ têkilî heye.



21.06.2014 17:13 | ciwanpiroz

6. partiya ku, ji kurdan piştgiriyê distîne û hema bêje di her meseleya kurdan de weke bdpê difikire. ê nexwe çi ? çima partiyek din ? qey ew kesê ku reya xwe dide wan, ger ev partî tunebûya, wê reya xwe nedan bdpê ? bi xwedê wê ji sedî nod bidana.

kêr tiştek nayê yanê ji bo tekoşîna kurdan a rizgariyê.



21.06.2014 17:20 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» esp

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî