Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
leyla îşxan - tirşik
leyla îşxan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwediyê dengeki bêhempa ye. ji kurdên elegez'ê YE. DENGÊ Wêyê hênik li rûYê wê RûNiştiye.



09.03.2014 16:39 | fuad hemedxan

2. Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin...



Dengbêjiya ku di çanda kurdî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gellek xurt û bihêz e...kurdên êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gellek hêja li çanda kurdî zêde kirin e....leyla îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê şakiro,karapetê xaço,meryem xan,şeroyê biro mezin bûye...



Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal mûzîka kurd a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a roavayê rave kiriye...demekî li gel xuşka xwe nazê a pîyanojen tevlî hin bernameyên roj tv'yê dibû...bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye.... dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe...dengek şîfonî,hilû û hestîyar...



Tu albûmên orjînal ên leyla îşxanê tunînin lê kesên dixwazin dikarin li malperên mp3'an nêzî 5-6 stranên ji bernameyên roj tv'yê hatîn tomar kirin peyda bikin...nemaze strana bi navê were dotmam - ayşe şanê jî ev stran xwendibû- û wey malîno li hemû kesên ji muzîkê fêm dikin pend dibe...dawiya dawî em dikarin bibêjin ku leyla îşxan çendî li pîyasê peyda nebe jî yek ji xweştirîn stranbêjên deng xweş a kilam û stranên kurdî ye...



02.05.2014 14:52 | bijîmillah

3. stranen ku heri paşÎ gotiye "Were domam" Û "yar meleke"ye. ez buxwujÎ gelek hezdikim dengewÎ. hevÎdarim jivie şunva we zedetir stran bine dev.



Were domam



02.05.2014 15:49 | serxwes

4. xwediyê dengekî zingilî ye û strana wey malîno kes weke wê xweş negotiye.. ev jî gotinên wê stranê ne.

Wey Malîno



Wey malîno ez ê çawa bikim ji xwe vî dilî

Li min ji vî dilî

Gundî malîno awa kîbar ji wirda tê

Tim ser pêşîde dimilmîlî li min li min li min dimilmîlî

Keçê dînê xwezîka te lawêki xwe bidîta çend pêşde

Ewa li ser kevna zor ewîlî li min li min di ewilî



Gundî malîno kewan yeke sor e sîpî ye xwînşîrîn e

Li min li min li min xwînşîrîn e

Ay de min go morî mircan zenda zêrda

Sor spî ne li min li min li min sor spî ne

Gundî malîno qa tu kes ewra paşî kewa goz e

Ne vê em nas dikin em nazdar in em cindî ne

li min li min li min dil kafiro



Gundî malîno kewê yeka kin e ne dirêj e

Li min li min li min ne dirêj e

Gundî malîno behna te rihan e

Ser sur e surekî berfireh şav bavêje

Li min li min li min şav bavêje



Keçê dînê de tu were ramusaneke’m peyde ka

Min de şa be rûne û ji xwe re beje

Li min li min li min dînê.



02.06.2014 01:44 | gêjê

5. xuşka wê nazê îşxan di koma trio marayê de li piyanoyê dixe, -ji bo enstrûmaneke wekê piyanoyê narîn û naîf evê lêkera lêxistinê dilê min êşand- demekî li ser facebookê mn jê pirsa leyla îşxanê kir, ji min re go piştî zewicî dev ji mûzîkê berda lê niha amadekariya albûmekî dike.. û dîsa hingî di rûpela wê de vîdeoyek hebû, d vîdeoyê de leyla îşxan li cihekÎ derketibû ser sehnê û kilama xozandaxê digot, niha dikim û nakim ew vîdeo bi dest min nakeve..

xêra xwe û ya dêûbavê xwe heçî ew vîdeo li cem heyî bila ji min re rêke an li vir parve bike..



ew kilam ji dengê dengbêj feyzoyê rizo;




6. denegekî zelal sewteke nerm. Xweş stranbêj e.



11.02.2015 15:02 | diclefirat

7. Xwediya kenê herî delal û dengê herî bedew e. Jî nav û dengê xwe bedewtir e leyla îşxan.



16.03.2017 02:54 | hêvî

8. stranbêjek e ku bi bişirîna xwe stranên dilbiêş dibêje.
ji we re yek ji wan




04.03.2019 18:46 | hesinkar

9. Dengbêja xwedî dengek zîz û bihûştî û zelal a ku hertim li mezopotamya tvyê derdiket di zaroktiya min de. Niha nizanim çi dike.

Bi kenekî ji dil û can kilamên pirr xemgîn dibêje û mirov şaş dihêle ku nizanim ji kilamê re bigirîm an ji kena wê ya newaze re bikenim û kêfxweş bim.

Mînakek bêhempa ye.

(bnr: were dotmam)

(bnr: wey malîno)

(bnr: wez kalbûm)



05.08.2019 18:52 ~18:53 | xelîl

10. (bnr: leyla işxan li kû ye?)



29.08.2019 10:49 | bûtîmar

11. îro di tirşikê du heb gotin li ser leyla îşxan vekirine. yek ji wan (bnr: leyla îşxan). yê din jî (bnr: leyla îşxan li ku ye?)
li ser "leyla îşxan li ku ye?" nikarim bitirşikînim û bixwînim ji bo ew gotin siyasî ye. gotina "leyla îşxan li ku ye?" sîyasî yê gelo?



29.08.2019 23:38 ~23:40 | apê mihyedîn

12. Ji bo apê mihyedîn *

Vîdyoya nû ya leyla Îşxan:



30.08.2019 10:21 ~10:21 | xelîl

13. Bi Ev hevpeyvînê êdî em wê baş nas dikin. Amadehîya albumekê dike.
Here lînkê



28.06.2021 22:23 ~22:36 | kajav

14. Muzîkjena ku ewqasî şêrîn e ku bê stran jî dikare mirov kena wê temaşe bike.



28.06.2021 23:33 ~23:34 | hesinkar

15. Leyla Îşxan Aslannova-Ankosî keça rojnamevan û rojhilatnasê kurd Îşxanê Aslan Ankosî ye. Li Ermenîstanê hatiye dinê, li Rûsyayê doktorî xwendiye û li Almanyayê doktorî kiriye.

Dibe ku ew yekane kesê ku dema ku stranan dibêje jî kenê wê bedew e.

Hevpeyvînek:

"ez leyla îşxan aslanova ankosî, di 13'ê cotmeha 1974'an de, li ermenistanê, li bajarê yerîwanê (rewanê) hatime cîhanê. bavê min îşxanê aslan ankosî rojnameger û rojhilatzan e. gelek salan karê dîplomasiya yekitiya sovyet, îran û afganistanê kiriye.

24 salan li radyoya rewanê di beşa kurdî û televizyona ermenîstanê ya netewî de wek rojnemeger kar kiriye. dayika min lûsika huseyin ankosî di dibistana gundê elegezê de mamosteya zimanê kurdî û ermenî bûye. lê di sala 1980'î de li radyoya rewanê axaftinên kurdî kiriye. ez, xwişka min nazê û almast, birayê me reşîd di malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bûne. ji xeynî dibistanê, her wisa me xwişk û bira, koleja muzîka navendî, beşa fortêpiyanoyê xwendiye. rast e, me dibistana zimanê rûsî xwendiye, lê zimanê malbata me kurdî bûye. bavê me digot ji bo zanebûna zimanê dayikê divê em timî stranên kurdî guhdarî bikin. ji ber bikin û bistrên. bi vî awayî me zimanê dayika xwe ji bîr nekir, lê pê re me ji muzîka neteweya xwe hez kir, kurdayetî kete nava ruhê me û bû pareke jiyana me..."



11.01.2024 22:07 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» leyla fîgaro

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî