Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
sûşî - tirşik
sûşî

Navê mijarê ya ewil ev bû:suşî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sosa gel suşî tînin,tijahiya di nav de,hewar û bêlome bît! Law min go hema serê ezmanê xwe ve tam bikem bê ka çi tişt e.encam? min galonek av vexwar.



haa wekî dî raesturanta ku em bo suşî çûbûnê deverek pirr "klas" bû.tabloyên daluqandî,aşvanê japon,mûzîk ambiyans filan,fena ku li japonyayê yî belam tiştê ecêb û ez ji keniyan şîn kirime ; tabloyek hatibû daluqandin,di tabloyê de geyşa baxçeyên japonan filan û kunckê tabloyê ve "ayetel kursî" hatibû verisîn.Xwudayooo! tu bereketê bêxe dikana wan.



09.03.2014 23:20 | gulgenim

2. An jî sushi
Îro min tehemand tehma wê xweş bû, kêfa min jê re hat.

Tiştê dikevine nav;
-birinca suşî
-sushi nori
- orkînos
- surimi
-omlet
-hesfûdank
-kuncî
-îsotên kapya
- gÊzer
- xiyar

Sosên wê:
- sosa soyayê
-wasabi



28.08.2021 23:03 ~23:47 | merwano

3. Xwarina herêmî û navdar a Japona ye. Lê wek hin xwarinên din êdî bûye xwarinek ku ji alîyê giştîya cîhanê pênase bûye û her deveran çêkerê wê hene û baş jî tê firotin.
Lê min heta niha neceribandîye. Ên ku ceribandinin saloxa didin dibêjin "xweş" e lê nizanim masîyê xav di nav lê de heye.
Nîşe:
Berê mezinên me çavê me ditirsandin û digotin "goştê xav nexwin, ê kurm bikeve nava we!" Bi rastî, tiştek wilo heye. Jixwe li alîyê asyaya dûr ev tiştek asaî ye ku parazîtên wek kurmên sorik, dirêj di rovîyên wan û di kezeba wan de derdikeve.



28.08.2021 23:12 | pîroz

4. li kore û japonyayê li supermarketan jî te firotin.
Here lînkê
ji bo erzantirbûnê baş e.
li restoranê 1 heb qasê 1 dolar e, lê hûn dikarin 8-10 heban bi 5-6 dolaran li supermarketê bikirin.



26.03.2022 12:05 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» sûşî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî