Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tu bihata - tirşik
tu bihata
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka şairê nemir arjen arî ye ku stranbêj mirady ev helbest kiriye beste û di albûma xwe de xwendiye an stirandiye..



himbêzek ramûsan man li keviya çêm

te gotibû îşev ez têm,

îşev, beriya hîv dagere kevan...

ma gund raneza, ma sa ranezan

xayînê, tê bihata...

dilê min sed carî di sînor werbû!



tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde d'bû

tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

xayînê, tu bihata

ev dil li dû te binxet nedibû! .



05.07.2013 16:51 | endazer

2. demekî min ev helbest jî wekê hemû helbestên din ên arjen arî wergerandibû tirkî lê mixabin niha digerim-nagerim bi ser ve nabim..

heyf! demekî me qewlê xwe kiribû yek ku em van wergeran paqij bikin û ji bo xwînerên tirk û kurdên kurdînezan çap bikin lê emrê rehmetî têrê nekir..



05.07.2013 16:54 | endazer

3. şiroveya mirady ya vê helbesta êş û talanê:



05.07.2013 16:56 | endazer

4. strana mirady ya herî zêde jê hezdikim e, hingî cara ku guhdarî dikim di nav hestan de wer dibim.



05.07.2013 09:35 | azadixwaz

5. ...Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

Xayînê, tu bihata

Ev dil li dû te Binxet nedibû! .



pênas: strana aniha tê guhdarkirin.



21.08.2013 20:31 | azadixwaz

6. helbesta ku mirady weke stran gotiye û wisa gotiye;



himbêzek ramûsan man li keviya çêm

te gotibû îşev ez têm,

îşev, beriya hîv dagere kevan...

ma gund raneza, ma sa ranezan



xayînê, tê bihata...

dilê min sed carî di sînor werbû!

xayînê, tê bihata...

tu bihata tu bihata



tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû

tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê



xayînê, tu bihata

ev dil li dû te binxet nedibû!

xayînê, tê bihata





xayînê, tê bihata...

dilê min sed carî di sînor werbû!

xayînê, tê bihata...

tu bihata tu bihata



tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû

tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû

tu bihata xewlecî bû binê pirê

tu bihata bihata...



21.12.2013 11:46 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî