Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    nûbihar akademî - tirşik
    nûbihar akademî
    (3) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. ”Kovara Nûbihar Akademî kovareke bi hekem, akademîk û navneteweyî ye ku dê weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de bike. Kovara Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk dê cih bide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî dê nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de bi hewîne. Di kovarê de dê nivisên mîna gotar, werger, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan biweşin. Gotarên ku ji bo weşandinê bên şandin dê bi sîstema “hekemtiya kor” ku dê ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan dê bên veşartin ve bên nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî dê di demsalên bihar û payîzê de salê du caran bê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye.



    2014.03.09-23:34 | diljan

    2. http://nubiharakademi.com/



    2014.03.09-23:34 | diljan

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.09-23:36 | rasteqîn

    4. xebat û projeyeke xweş dixweye, lê xwezî zimanê kovarê bi temamî kurdî bûya.. heta ku kurdistan bi temamî azad nebe, li gorî min hemû xebatên duzimanî yên bi destê sazî û komelgehên kurdî xwelîserî ye, tab û cehd û xebateke beredayî û belesebeb e..



    2014.03.09-23:47 | endazer

    5. ev xebat tiştekî divê bê SPASÎKIRIN. LÊ JI BO KOVAREKÎ AKADEMÎK, HELE DI WARÊ KURDOLOJIYÊ DE QAYDEYA "Gotar bi nîşe û referansên xwe ve divê ji 30 rûpelî derbas nebe" LI BA MIN nebûye. MÎNAK ezê gotarekî qala devoka amedê binivîsînim. 30 rûpel ewê çawa TÊRA XWE him pênas û daxÛYANÎ HIM JÎ şema û tablo Û MÎNAK Û ÇAVKANIYAN BIHEWÎNE? DIBE KU EV QAYDE JI BO KONTROLA hilberanên qada kurdolojî hatiye xistin. xwedê bidomîne.



    2014.03.10-00:15 | biruya hayao miyazaki

    6. hejmara yekem derket.Ji şeş gotaran pêk te. du bi îngîlîzî, du bi zazakî,yek bi soranî û gotarek jî bi kurmancî ye. bi xer be ser xerê be. ji bo puxteyên (abstract) gotara http://nubiharakademi.com/category/volume-1-issue-1/



    2014.04.14-00:56 | diljan

    7. Kovara ku hejmara wê ya yekem îro kete destê min. Kete destê min lê gundiyekî fena min ê ku ne bi îngilîzî zane ne bi zazakî û ne jî bi soranî... Jixwe tev û tev şeş gotar weşiyane, ew jî yeka tenê bi kurmancî ye. Yanî ez ê têra dilê xwe wê gotarê bixwînim.



    2014.05.12-22:53 | ceso

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îzol [2]
    navê navçeya kale ya meletî re bi kurmancî îzol dibêjin..li meletiyê û...
    apranax [1]
    xelaskera êşa diranan e....
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe k...
    hereka jorê [1]
    bajare ki li izmitê li tirkiye. geli kurd aliye bakure kurdistane j...
    bazidaga [1]
    bajareki pir sare. li bajare wane'ye. mirov payizan li bazidagan diqer...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nûbihar akademî
    » akademîsyenên hiqûqê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî