1. şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîkê gotinên wenda û jibîrçûyî.. hê di xweşlawî û xweşhaliya xwe de wekê gilgamêş bi dû giyayê nemiriyê ket ew jî.. wekê hemû hunermendên çak ên berhemdar ew jî bi lepên penceşêrê ket li hespê xwe yê xweşik siwar bû û lêda çû.. |
|
05.07.2013 17:10 |
endazer
|
2. mehek berî ku biçe ser dilovaniya xwe min ew dît. ji bo tedawiya pençeşêra pişikê hatibû Edeneyê. Qansî awirên wî yên ciddî dilê wî nerm bû. Digot navê min navekî qelp e ! |
|
06.07.2013 17:10 |
fuad hemedxan
|
3. arjen ari li imc tv yê.... http://www.dailymotion.com/video/xswofs_imc-tv-arjen-ari_tv |
|
24.07.2013 17:54 |
arami
|
4. (bnr: şêrgele) |
|
24.07.2013 18:02 |
seydayê_peyvan
|
5. "Azadî her kê xwestibe |
|
24.07.2013 23:10 |
gule_depe
|
6. Tu Bihata |
|
24.07.2013 23:14 |
kurdmisê
|
7. şairê rehmetî ku hevaleka min a tirk ew dişiband arîstokratên frensî.. yanî ne bi tenê şêrgele û ramûsanên xwe yên ku li geliyekî veşartîn û eroûtîkaya xwe lê bi bejn û bala xwe ya çeleng û lihevhatî û bi cil û bergên xwe yên mode yên lihevkirî û bi rî û simbêl û pora xwe ya çêkirî ve jî wekê şi'rekî bû.. û çû.. |
|
25.07.2013 00:06 |
endazer
|
8. êvar esmer |
|
25.07.2013 14:49 |
arami
|
9. şairê kurd tengezar marînî li ser koç û wexerkirina arjen dibêje: |
|
19.08.2013 04:35 |
endazer
|
10. Nivîskarê pirtûka eroûtika. Ma ez hê çi bêjim. bixwînin bawer bikin hûnê jî min mafdar bibînin. |
|
19.08.2013 05:06 |
rojan
|
11. Roja ku koça xwe ji nav me bar kir, wê $evê min wiha nivîsî: |
|
19.08.2013 20:32 ~2021.05.20 18:08 |
înano lo
|
12. http://www.antoloji.com/arjen-ari/ |
|
20.08.2013 17:17 |
terkexem
|
13. hin tişt hene bi poşmaniya wan meriv nikare weke serê sîrekî tiştekî biguhurine. xwezî heft car xwezî ku min di saxtiya wî de hema carekî bitaybetî biçûye serek lê bida, min bigota şêrgala vaya te bi helbestê xwe min şad û şadî kiriye,keçikên xweşik û xortên çeleng tevde xulama mê te bin.ez bawerim ewî iî wek hunermendekî ji van yekan kêf xweşbûya .lewre her tim li olana dengê xwe digeriya.lê ez bawerim bi bejn û bala xwe bi camêrî û helbesta xwe ye zîrek ê her tim yê bibe serfiraziya me kurdihezan. |
|
30.08.2013 20:48 |
tivirloismail
|
14. şairê ku salek di ser wefata wî re derbas bûye lê hê qene kêlek jî ji merqeda wî re nehatiye çêkirin.. hê li ser xwe û sax û silamet û berhemdar û afirîner camêr û saziyên ku bi serê arjen arî sond dixwarin piştî ku emrê xwudê kirî ji xeynî merasîmeke sembolîk xwudê zane lê rêya xwe pê nexistine û fatheyek jî lê nexwendine.. berî du hefteyan ez û du heval ji bo serdana merqeda wî em çûn lê me kir Û nekir em bi ser gora wî ve nebûn.. me ji zarokên li wir pirsî em anîn bi ser tirbeke kerr û lal û ku qene kêlek li ser nav hatî danîn jî lê tune û li ser gorê tijî giya û deviyên biyanî.. me ji xwe re got na ne mumkin e ku ev der merqeda arjen be.. axirê em çûn cem rêvebiriya goristanê û me cihê tirba arjen arÎ ji wan jî pirsî ewan jî em anîn heman cihî û hetta melayê ku cinazê arjen arî şûştî jî hat cihê tirba wî sediqand.. em cardin şaş û metel man.. me ji xwe re got temam şaredariyê bajêr xemsarî kiriye lê ka keç û kurrê wî çi dikin çima nehatine ser tirba bavê xwe, ka jina wî, diya wî, xizm û xweyiyên wî.. |
|
08.09.2013 16:28 |
endazer
|
15. 1956 de dewa Çalê ya Omerîya de ameyo dinya. Uca ra bar kerdo şîyê nisêbîn. Labelê demeyêko derg Dîyarbekir de ciwîya. nêweşîya pişike ra nêweşxane de tedawî dîyêne, la roja 30.10.2012 de dîyarbekir de şi rehmet. Cenazaya Arjen Arî roja 31.10.2012 de badê nimajê perojî goristanê Yenîkoyê Dîyarbekir de ame definkerdiş. Merasîmê definkerdişê cenaza de qasê di sey roşinvîr û nuştoxê kurdan beşdar bîyî. |
|
08.09.2013 23:13 |
kurdane
|
16. herê delalîkê dilêmino tu dereng hatî hatî lê tu çima ev qas zû çûyî? |
|
15.09.2013 06:15 |
eînsthemeelî
|
17. koma teq û reqdi albûma keft û left de helbestek ya vî helbestvanî bi navê şiroveya serjimêriyekî heye ... |
|
15.09.2013 20:02 |
botan
|
18. fatma savci di pirtûka xwe ya "ber bi binxetê ve " de behsa wan rojên dawî yê arjen arî dike, û dema li rojava ye fatma savci li ser înternetê mailên dawî ji hevre dişinîn... |
|
07.10.2013 20:10 |
arami
|
19. Helbestvanê ku kuceya hunerê şên dikir... dema bi mirov re diaxivî, mirov li Ofîsa amedê xwe li Omeriyan hîs dikir. Felek bi wî re jî xayin derket û di bihara helbestvaniya xwe de me terk kir û cû. |
|
07.10.2013 21:05 |
dîno
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |