Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
arjen arî - tirşik
arjen arî
(20) (0) (1)
di mijarê de bigere

39. ''rawestgeha min î her roj e ev kanî:

pung, birdî, dara biyê...

siya b’ baweşînk e porê te

çavên te şîn,

şîrkî,

beîvî...

bihar dibişire tu dibî hêvî

her ku çavên min dikeve berîka Binxetê!''



23.02.2014 03:16 | endazer

40. HELBESTEKE ARJEN ARÎ



KOL î poşman



bi parsê ketibim

li kolana te evdal

li devderiyê te qereçî

têr bike vî dilê birçî

keçê, ka maçakê!



TÊ bidî ji gerdenê bide.

ji keviya hinarkê

ji kaniya lêvê

te bivê bibim mêvan

te bivê şevê dikim deman

te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala

û

kal î poşman!



29.03.2014 23:07 | avên_sar

41. Şîrê şi'îran şêrê şa'îran..



30.03.2014 01:34 | mam selam

42. xweştIrîn dû rIstÊN wî:



Jiyan xezaleke bezok e.

jÎN XWEŞ E EVDALO.



12.04.2014 02:41 | seydayê_peyvan

43. nivîskarê hêmayan e. Di serê pirtûka xwe de

"Dîyarî;

Ji bo kulîlka ji dara dê û bavê min;

xwişka min Necla"

nivîsiye. Min hêmayek wek wê têsir li min kir nedît...



16.05.2014 02:01 | cîhana pirtûkên kurdî

44. Hewlêr im Ez



Kerbê li xwe bipêçe... û were

Bi balefirên bask-fere

Bi debabeyên rûxîner re

Were bi firokên menzîl-dirêj

Were bi sikorskiyan,

Bi mîgan,

Bi bilek-hawkan

Bi hemû alavan, bi hemû çekan

Bibe dojeh... û were!

Mêrxas be dujmin

Bi mêrxasî were!

Bext be ji te re

Rextê te vala bûbe, dagire

Tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev

Ez û rev dujmin, ez û rev?

Hewlêr im ez Hewlêr im

Bila çekên te tev tenete be!



Arjen Arî



17.09.2014 20:26 | xendekî

45. 'te gotibû îşev ez têm'

lê ne tu hatî ne jî arjen cardî behsa îhtîmala hatine te kir, kêm caran li ser hevokekê radiwestim, jiber dikim lê jibîr nakim, bi zimanekî efsunî û bêhn-romantîzm-pêketî bi kar tîne, ya rast bi kar nayne, bi kêreke bêwijdan êrîşî hestan dike bi peyvên xemilî û kemilî... dema tu ji evînê sar bî û ji her nivîs û aforîzma û metaforan verişibî, piçek berê xwe bada arjenîko bêhna vede û piştre dîsa dest bi hezkirinê bike..

helbestên arjenî hêjayî jiberkirinê ne, xitimkirinê ne û pratîzekirinê ne, bi zimanekî sar, rût, ziwa û hişk û qalikgirtî nenivîsandiye, hemû xemek ji çavkaniya jiyanê rastîn tahmijandine.

herçî arjen bû, ji kîsê me hemûyan çû.. heyf bû, çi xweşmêr bû gidî



17.09.2014 20:37 | ferhenga şikestî

46. di vê hevpeyvîna li jêr de ligel kawa nemirî sohbeteke xweş kirine

nescafeyekê amede bikin û guh bidêrin û bo min spas bikin*



( bnr: http://www.dailymotion.com/video/xx3kyd_hevpeyvina-arjen-ari-u-kawa-nemir_creation?start=732 )



20.11.2014 20:21 | ferhenga şikestî

47. mirî mirî



Min hij te kir

Pirr pirr pirr

Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê

Û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.



Reş bûn ji xwe

Zivr zivr, kevanî

Reştir dibûn bi kilê siphanî

Her çiya bi evînekê bi nav dibû

Û te di çavên xwe de azadî xwedî dikir.



Min hij te kir

Li dû her koçberiyê pirrtir

Û gelektir ji xwe, ji gelekî gelektir

Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir

Baz xayîn diketin Sarya min

Min hij mirina te kir!



Arjen Arî



30.11.2014 01:55 | xendekî

48. (bnr: helbestên arjen arî)



28.02.2015 15:49 | ferhenga şikestî

49. Helbesta "mihemedo" beranberi hemu helbest ê dina ye.



28.02.2015 23:35 | hesen bira

50. Helbesta arjen arî ye herî heja û xweş li ber dilê min;

Efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!



31.03.2015 13:35 ~13:35 | quşxaneli

51. şêrgeleyê ku ji bo "niha" wiha dibêje:



'Niha' tune di nivîsê de!

Yê ku bidin dû 'niha'yê, dê 'mehkûmê niha' bin!

Her 'niha' divê bibin 'kilîla dergehên' 'niha'yên zemanên din!

Ez, niha, di niha de niha û kêlîkên nihayan bi her bêjeyê dispêrêm 'niha'yên sibê!

Û zanim, zanim bi qasî ku niha karibim 'niha' bisprim sibê, ez ê jî hebim û sibê bim!



Arjen Arî



04.05.2015 18:13 | xendekî

52. Ji bo bîranîna Arjen Arî



10.05.2015 14:38 ~2015.06.03 13:14 | evdilageweri

53. salvegera mirina wî ye..

di lînka jêr de hevpeyvîneke rehmetî he ye, jê nemînin







30.10.2015 02:07 | ferhenga şikestî

54. helbestkarê mezin yê ku sê sal berê weke îro, bi awayê fizîkî ji nav me koç kiriye û çûye darulbekayê lê bi berhemên xwe her zindî ye û dê her zindî be jî. niha, vê kêlikê, ez ê bo xwe qenciyekê bikim û kitêbekê wî carjî bixwinim. hûn jî qencîyekê bo xwe bikin û wî tekrar be tekrar bixwînin..



30.10.2015 02:23 | diclefirat

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» arjen arî & roşan lezgîn
» arîstoteles

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî