Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 84 peyam
arjen arî - tirşik
arjen arî
(20) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. mirad gundikî di derbarê arjen arî de nivîsek xweş lêkiriye îro..



Ji beriya ko rehmetîyê Arjen Arî biçe bin ax û berên cemidî, heke mirovek du caran li "Kolaneya Hunerê" bigeriya û ew nedîtibûya esehî wî dê cara sêyê ew bidîtiya...



Heke we kesek bidîtiya ko komek ciwan wek sofîyên li dora şêxê xwe rûniştî, rûniştî ne, ihtimalek mezin ew "şêx" dê Arjen bûya...



An jî heke ji nifşkê ve dema hon li dengekê bilind yê kenê komekê babiketiyan, we dê bidîtiya ko simbêlên ""Mamê Arjenî"" bi herdu aliyan ve li ser lêva wî vekişiyane, rengê sor xwe avêtiye hinarokên wî û ew û hinek kes bi henekekê dikenin...



Heke kesek "ji derdora me nivîskaran" bihatiyan Diyarbekirê, mesela nivîskarekê ciwan, mesela Omer Farûkek bihatiya bêguman dê bigotiya ""ka em Arjen Baba"yî bibînin.



Peydakirina wî jî ji ber nefsbiçûkiya wî hêsanî bû, we dikarî hon bibêjin "hoo Arjen baba!!! em li kafeyekê rûniştine ka tu jî nayê?" ihtimalek pir mezin bersiva wî dê ""ez têm"" bûya...



Arjen Arî, sitara eyba Diyarbekirê ya tirkîaxiftinê bû ko me ew didît û em bi kurdî li kolaneyan dikenîn...



Arjen Arî simbêl û pora dirêj a kurdî bû ko kolaneyên Diyarbekirê dadigirt...



Ez ne dixwazim wî li 30ê vê mehê bi roja mirina wî bînim bîra we, ne jî dixwazim mirina wî bînim bîra xwe ji ber wê ez ê îro behsa wî bikim lê ne mirina wî, ez dixwazim behsa roja hevnasîna me ji we re bikim ko di wê rojê de hûn ê şexsiyeta wî bibînin...



dûmahîka nivîsê hÛn dikarin ji lînkê bixwînin: http://www.kurdigeh.com/details.aspx?an=453



07.10.2013 22:07 | endazer

21. DÎWANA WÎ YA HELBESTAN ramÛsan min veşartin li geliyekÎ li Londonê, ji aliyê weşanxaneya azad ve hatiye çapkirin û belavkirin. Edîtora weşanxaneyê nivêskara Kurd eslîxan yildirim pêşgotinek bedew û bi nirx jêre daniye û her wiha di serê pirtûkê de kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman..



10.10.2013 17:27 | endazer

22. Di helbestê de “magnum opus”a (karê herî mezin) Arjen Arî, "rîtim" e. Di helbestên Arî de, “guh”, “sewt” û “peyv” pev re jiyanek hestewar ava dikin û dijîn. Arjen Arî, carina bi zimanekî mîtolojik diaxive lê ev ziman wek ê Cegerxwîn xwe dirêjî mîrektiya zemanekî nake. Dilbijandina wî ya li ser “duh“î û dojehiya wî ya li ser “îroyîn” li ser zemanekî din şîn dibe. Ew zeman jî rewşa welatekî ye ku ew welat “niha” ketiye di bin hukmê şerekî de. Bi vî şerî re hem jiyana tekane û hem jî ya civakî serûbin bûye. Ev jî dide nîşan ku ji bo “hebûn”ê şer tişteke bivê-nevê ye û serûbinbûyîn qedera şer e.



15.10.2013 05:25 | zero

23. nivîkarekî navdar eku piştî min pê re wêne kişand min hîn nas kir ku nivîskar e û helbestên wî meraq kir xwend.



16.10.2013 17:17 | gernasnenas

24. di vê koma facebookê de serê her çend rojekî ji dîwaneka arjen arî helbesteka wî tê weşandin anku belavkirin.. https://www.facebook.com/helbestkari



26.10.2013 21:30 | endazer

25. xêr û guneh ne distûyê min de, her çiqasî emel tune bû jî, pir bi doxînsistî qala wî dihat kirin, tê kirin...

ji kê re digot merheba, li dû wê, ji derdora xwe re digot, min kir wê jî...



26.10.2013 21:37 | çeqilmast

26. Şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(Arjen Arî)



03.11.2013 15:59 | diljan

27. wek kurê wî gotî:

''Ew ne têne helbestvanek bû ew bi xwe jî helbestek bû.''



03.11.2013 16:01 | diljan

28. li ber dilê min helbesta wî ya herî bedew ji dengê wî bi xwe

(youtube:

)

-şirê şêr di eyarê şêr de-

Şêrgele hebûn şêrgele

-çi mer çi nêr-

li berpalê agirî kite-kit dînemêr

li zaxrojan kur î kurroj

û

sig kele!



ristek xerîbî ne di stranekê de

...

..



03.11.2013 16:06 | diljan

29. ez ve çarîne jî nenivîsim ez ê bifetisim



Hesen

nanê şikeva kir sedqe

bi çengan şekir,teşt teşt helawî

dieyan neanî hêsran venegerand

pîra şemsê mir bi kula wî lawî

(arjen arî)



03.11.2013 16:08 | diljan

30. Şêrgeleyek ji yên helbesta kurdî û ew bi xwe jî, bi qeşengiya xwe, bi axaftina xwe û zanebûna xwe helbestek bû. Ji gundê Çalê yê bi ser nisêbinê ve ye. Di salên 1980an de helbestên wî bi awayekî devkî di nav emeleyên pembo de hatine gotin û belavbûne. Kitêba wî ya ewil jî vê taliyê ji nav weşanên Avestayê der çûne. helbestên wî li gor min kurdistan bi xwe ne. ew pireke di navbera helbesta modern û ya klasik de. helbesta wî ya bi navê ramusan min veşartin li geliyekî ku heman demê navê kitêbeke wî ye jî bi ya min gelekî xweş û serkeftîye. ev helbest û hin gelek helbestên wî yên din ji hêla Mehmet Atlı û Mirady ve wek stran hatine gotin.



03.11.2013 22:30 | rojan

31. Hêvî



Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e



mamoste Arjen Arî .....



04.11.2013 11:12 | nîgarvan

32. helbastvanê helbesta bûnisra ye ku, mirady kiriye stran.



21.12.2013 11:30 | simurg56

33. "şêrgele hene şêrgele."

ARJEN ARî

şÊrgeleyê MEZIN EW E.!



07.01.2014 16:22 | xendekî

34. ''çi qas bêjim zimanê min kêm e...''



20.01.2014 18:12 | berf

35. (bnr: ferhengoka arjen arî)



09.02.2014 17:52 | endazer

36. çenga por bibin bibin

bibin ser gorên dil kuştibin

bibin bin konên şîn girtibin

negrî çav deryayê negrî



mijankê te ji kil dibin

negrî por roavayê negrî

negrî û neke limin limin



hijê bike rê û bimeşe

xwe li çiya bigre û bimeşe

emrê te hê çend û şeş e

negrî neke limin limin

negrî bikene li dû min



beşişînê bike rû min

şehîdê dilê te ez bim

nekenîne bime dujmin





Arjen Arî



09.02.2014 21:51 | deqlok

37. şairê çiyê û berfê ye û bi xwe jî çiyayî ye ji xwe..



''bin konê mûyî de zivistan

egal xwar kiriye Qerejdaxê.

binpî jî be sipehî ye

li çiyayên welatê min çi tê

egîdî

û spî spî bûkanî…''



16.02.2014 22:31 | endazer

38. "Ez çiyayî me. Bi qasî dara berûyê çiyayî. Û di demsala havînê de stêrên ku xilmaş xilmaş di zikê ezman de diteyisin. Ji lew, min ji çiya, ji hewaya çiyê, newaya çiyê, sihar û êvarên çiyê hez kir. Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çiya û dîmenên çiyayî têne ber çavên min. ... Her çiya welatek e. Ji ber çiyayîbûna xwe û çiyayên pir li ser vê axê, ez navekî din li vî welatî dikim: Kohistan! Yanî welatê çiyê."



(Arjen Arî - Ji hevpeyvîna Çiya Mazî)



temamê hevpeyvînê: http://goo.gl/ub7RJK

an; http://goo.gl/2tSP6U



20.02.2014 05:43 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» arjen arî & roşan lezgîn
» arî jan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî