Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    reşo - tirşik
    reşo
    (1) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. stranbêjekî xwedî stîlekê ye. Her ku tê bîra min û ez wî guhdar dikim kêfa min tê ku Kurd xwedî stranbêjekî werê ne.



    Ez cara yekem di med tv lê rast hatim. li wir tembûra xwe danîbû erdê û lêdixist. Ez matmayî mabûm û min bi heyranî lê temaşe kiribû.



    Guhdar bikin: reşo - serê malan darek lê












    2014.03.10-04:08 | berxweda

    2. di mûzîka kurdî de ekol û fenomenek e..

    tiştekî nÛ Û nestêleh e.. bi tirkî ji bo kesên wiha dibêjin nevi şahsına münhasır, yanî naşibe tu kesî, taybetmendiên li cem wî li cem kesekî dî peyda nabin, tişteke xweser û serbixwe ye.. ji xeynî besteyên xwe bi xwe carinan stranên gelêrî yên bi kurdî jî bi terz û stîla xwe ji nû ve distire..

    mirov dikare bêje ku mohsen namjoo reşoyê kurd e..



    2014.03.10-13:23 | endazer

    3. navê se yê apê min bû. bi rastî ew jî nevi şahsına münhasır bû. lê mixabin, çû ber rehma xwedê.

    pêş de ji bo peyama xwe bibêjim: (bnr: tir li ku das li ku)



    2014.03.10-14:08 | nazim tolhildan

    4. xwedî ye vê strana ecêb:












    2014.11.08-10:55 | xwelî li ser

    5. dema ez biçûk bûm, yek ji stranbêjên min yên favorî bû. niha ji wî û stîla wî dikim.

    berê me ji xwe re digot êzidî ye lê nizanim rast e an na.

    yek ji stranên wî yên xweşik jî; (bnr: serê malan darek lê)



    2014.11.08-11:03 | simurg56

    6. kurdekî ji qoçgîrîya sêwasê ye. dibêm qey elewî ye. her ku mirov lê rast tê di nav stranên wî de bêhna xwe vedide û heta carek din xatir jê dixwaze.

    hema bêje hemû stranên wî hêjayî guhdarîkirinê ne. sedem dibe stîla wî an jî dibe hûnandina wî be.



    ji ber sêwasê ye, meriv hîn bêhtir qedr didê. sedem jî ew e ku sêwas êdî wek bajarekî kurdan xuya nabe..



    2015.08.14-02:30 | berxweda

    7. Strana xezalê helî helîyê dibêje. Yanî heke ku we ji stranê hez kiribin û naxwazin ji devhespo guhdar bikin, zûzûka strana reşo daxin û guhdar bikin.

    Ji xêndî wê ez jî bêjim stîla wî cuda ye.

    (bnr: xanima osmanliya)

    (bnr: keçê dînê)



    2015.08.14-10:38 | mergehez

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.08.14-21:31 | ciwan

    9. hunermendê carna dengê ecêb derdixe dibe newe newa wî tarza muzika wî cudaye nakebe ti cûreyên (rock, pop, caz,...) muzikê dema min nû wî gohdarî dikir ez jî ji xwe derbas dibûm tu dibê qey reşo ezim min jê behtir xwe dîn û har dikir. strana lo dilo... gelekî xweş gotiye. stranbêje hêjaye ku meriv lê gohdarî bike.



    2015.08.14-22:31 | shorbevan

    10. Em dikarin bêjin mohsen namjoo ya kurda ye?? Lê ez dikarim bêjim. *



    2016.10.07-20:53 | xwelî li ser

    11. Albûmek wî heye bawerke ew jî zarathustra ye.



    2019.03.12-12:54 | xwelî li ser

    12. Bi rastî jî stranbêjekî hêja ye. Bi têra xwe resen û xweser e. karên wî karên Hunerî ye û ez pê bawerim berhemên wî dê mayînde bin.

    Cara pêşî guhdarî kirina Strana wî ya bi navê jazzê reşo ez mat hiştim. Beheca'm jê nehat. (bnr: te go çi?) Ew nîşaneka erênî bû. Gava ku Kesê heweskara tiştekê be lê ew kes ne merivê vê tiştê be, Tahmeke Tirş ji vê tiştê tê. kêmasî û xavîya wê karê xuya dibe. Lê belê reşo ji heqê wê karê derketîye.

    Ew albûma reşoyî (bnr: zarathustra) (volume 1) zahf xweş e. Mirov pê serbilind dibe. 100 pûan jê ra.

    Û divê mirov muzîkên jazz û bluesê ji hev bike. strana bi navê jazzê ya di albûmê da ne jazz e, blues e.



    2019.07.08-19:34 [guhertin:2019.07.12 23:24]| mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [1]
    Ger weke pesneyek qebûl bile ez e bêjim (bnr: gîska gerok). Tattooya ...
    erdewan zaxoyî [2]
    Ev strana li jor ku erdewan zaxoyî bi dengê ...
    dostum dostum [1]
    erdewan zaxoyî/111784 Navê helbesteke pîr siltan evdal e. Ji aliyê aşiq elî siltan...
    tikandina malperên kurdî [1]
    Bûye wek nexweşiyek ji min re, kengî malperek kurdî dibînim heman demê...
    tikandina malperên kurdî [1]
    (bnr: bitikîne, bitikîne, bitikîne!)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » reşo

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî