Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin - tirşik
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:ê ku dixwazin zarokê xwe bi kurdî mezin kin
(28) (13) (4)
di mijarê de bigere

1. bÊ guman bakurÊ kurdÎstanÊ bin. Ê pir zorÎ bibÎnin.



10.03.2014 11:37 | hun çawane heval:)))))))

2. ez im.

lê divê mirov serî de, jiyana xwe bike kurdî. di rewşa kurdistana bakûr de ev yek zehmet e lê pêkan e.

temam em mecbûr in biçin dibistanên ku bi tirkî perwerdehiyê didin û zarokên xwe bişînin wan, lê ji bilî wê her tişt di destê me de ye. ger mirov bixwaze dikare li gor kêyfa xwe, zarokê xwe tam weke kurdekî mezin bike.

ji xwe heta 6 salî zarok li mal e. tu bi kîjan zimanî bixwazî dikarî biaxivî. dema herî giring jî ji xwe ev sal in.

paşê piştî çû dibistanê wê elbet tirkî jî hîn bibe û bi tirkî jî biaxive lê axaftina 2 zimanan ne ew qas zor e. tenê divê mirov di malê de bi kurdî bijî. paşê qenalên bi kurdî temaşe bike, kartonên pepûle tv li zarokên xwe bide guhdarî kirin. piştî we kurdiya xwe bi awayekî spehî derbasê zarokên xwe kir, dema mezin bibe wê di internetê de çi bixwaze bikare bibîne û çi qas bixwaze wê zimanê xwe ew qas hîn bibe.

wê ihtîmalek mezin bê û bibe endamê tirşikê ji xwe re peyaman binivîse, çeppikan bistîne felan û bêvan *

yanê wê pêşeroja wî/wê vekirî be.



10.03.2014 15:12 | brusk56

3. Dê di vê mijarê de 'dê' gelekî giring in; divê ew bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Ji wan re çîrokên bi kurdî bibêjin û bi kurdî bilorînin. Çîrok ji bo xeyalên zarokan cihêkî mezin digirin ji ber vê yekê divê jinên ciwan xwe ferî çîrokên me bikin. Ku bav bi zarokan re runiştin divê ji wan re qala dîrokê û mezinên Kurdan bikin; qala lenegiya wan bikin da hino hino tiştin di serê zarokan de şîn bibin û ji wan ne bêxeber bin.



10.03.2014 17:37 | gêjê

4. yên ku divê bi sêrî de jinên xwe hînî kurdî bikin in. ji ber ku, mixabin, keçên me di nav xwe de bi kurdî kêm diaxifin.

(bnr: kêm axaftina kurdî li nav keçen kurd)



10.03.2014 17:44 | nazim tolhildan

5. rast e ne hêsan e lê mimkûn e, pêkan e.



jinxala min a li stenbolê hekarî ye. dê û bavê wê, xwişk û birên wê hemû li wir dijîn û zarokên xwe re di nav malê bi kurdî diaxivin. mînakî zarokek ku li mala wan mezin dibe bi kurmanciya hekariyan mezin dibe û şêweya wî jî wek ya hekariyan e. ku mirov bixwaze dikare her tiştî bike.



23.08.2014 13:45 | kurê xelkê

6. divê ji bin daw û delingê dêya xwe ya kurdîaxêv dernekeve.. ji xeynî daw û delingê dê ji derve her der, tijî xefk û dehfikên asîmîlasyonê ne, berê deverinên bakurê kurdistanê zêde di bin tesîra vê asîmîlasyonê de nediman wek hekarî û cizîr û çend navçeyên mêrdînê lê niha ew der jî zêde ne bi ewle ne.. destê qirêj ê asîmîlasyonê gihiştiye heta wan deran jî..



23.08.2014 14:36 | endazer

7. şikirdarên pepûle tvyê ne. problema herî mezin tunebûna tvyek kurdî ya ji bo zarokan bû û niha hatiye çareserkirin. helbet dîsa jî zehmet e lê qet nebe hêsantir e. bi taybetî ger li taxa we kurd gelek hindik bin û zimanê zarokên kuçeyê tirkî be, zehmettir e jî. îşelleh heta keça min mezin bibe em ê li kurdistanê bin.



24.08.2014 22:39 | simurg56

8. gava ez bizewicim û zarokên min biwelidin, heta sê saliya wan re ez destûr bidim ku bi girin û bi qijîn dikarin ji diya xwe nan bixwazin lê, ger piştî sê salî ji diya xwe re bi kurdî, ''dayê ez birçî me, nan bide min.'' nebêjin, bi sê telaq ez zarokên xwe birçî bihêlim!



20.03.2015 16:36 | remlavêj

9. daxwaza her welatperwera ye. welatperwerê heqîqî ema. ne ewanê qaşowelatperwer. ne ewanê ma'neya welatperweriyê pûç dike dixe bin erdê. hêrs bûm ûlen!



20.03.2015 17:47 | şexgarê delam

10. Yek ji van ez im. Ev mijar ji bo min mîna nimêjê girîng û farz e. Di van salên dawî de dema ku dibînim ku zarokên kurda kurdî neaxivin ez dîn dibim, gêj dibim, digirim, diqehirim. Loma min soz Daye ger rojek bizewicim wê îllah jina min yekî kurdîzan be.



27.04.2016 19:00 | azad30

11. Mijareke zehv girîng e. Çaxa niha dinhêrî, destê zara sê salî da jî telefon heye. Jiyana me û teknolojî tevêhev buye û wisa diçe.

Bi serkeftina teknolojîyê va kêmasîya kurdîkirina teknolojîyê rûyê xwe nîşanê me dide. Ê madem ku teknolojî nasekine, gere em serkeftina teknolojî yê, dijî xwe vegerînin.

Em dinhêrin ku sepanek derdikeve ê bi tirkîtîye. Heta kurdîya wê derdikeve ciwanê me hînê ya tirkîtî dibin û idî nikarin dev jê berdin.

Gere sepanê mina tirşik.net ê em navbera xwe da bireşînin û her kesî pê bi xeber bikin..

Xêncî vê meselê, bona kurdî hînkirina zaroka

Di nav gel da gote goteke waha digere:

Tu dibêjî xuşkê, keko tû çima zara xwe ra tirkî diaxivî ?

Dibêjin:

"ku meriv zaroyan re nav malê da kurdî biaxive, di meytevê da jî tirkî were axaftin nizam zimanê zarê dibe tat"

Qet tiştekî wisa jî tunneye haa. Ez jî nizanim ev gote got ji ku derê derxistine! Heyret.



27.04.2016 20:10 | bûtîmar

12. Welhasil çi be bila bibe, ew kesên ku dixazin zarokê xwe bi kurdî mezin bikin ji wana yek jî ez im. Hema lê gere pêşîyê keçeke kurd e gorî xwe bibînim *



27.04.2016 20:17 | bûtîmar

13. ew kes in ku divê guh nedin gotinên xelkê yên neyînî.

ez li dîlokê me. tenê yek cîranê min jî tune ku em herin li mala wan bi kurdî biaxivin. tenê 2-3 hevalên min yên welatparêz hene. ew û malbata wan jî bi kurdî nizanin.



lê dîsa jî em li malê bi kurdî xeber didin û zarok tvyê li keça xwe didin temaşekirin. ez wisa her roj ders mers jî nadim keça xwe. tenê bi kurdî xeber didim û carina dema tiştek tirkî bêje ez dibêjim keça min binêre tirkiya vê ev e, kurdiya vê ev e û hew!

tenê bi van hewldanên me, maşelleh keça me bi kurdî diaxive, ji axaftina me %100 fêhm dike. diçe bi zarokên cîranan re dilîze, têra xwe tirkî jî dizane û li cem wan xerîb jî namîne.



welhasil, rewşa sosyal ya yekî ji we jî ez ne bawer im bi qasê ya min xerab be, dê-bav û kal-dapîrên min û jina min jî li bajarên dûr in, lê dîsa jî ev yek pêkan e hevalno. qet hêviya xwe neşikînin. ger hûn û hevsara we bi kurdî bizane, tu astengî nikare we bisekinîne.



di vê navberê de, ez bînim bîra we ku beşa zarokan ya tirşikê ji heye. zarokên we dikarin nêzikî 80 peyvan, ji wir hîn bibin.



27.04.2016 20:20 | simurg56

14. heger kurdiya we nebaş e, ev dibe tiştekî xeyal. ji kekê xwe dizanim. êşekê gelek mezin e. ha bi xwe ez naxwazim zarokan bînim vê dinyayê ya qirêj, bira heterokurdan bifikirin. *



31.01.2017 23:52 | biruya hayao miyazaki

15. Bê dewlet êdî ew xeyal e.



01.02.2017 19:23 | elaziz izzetpasa camii

16. li gorî pîvanên hevoksaziya kurmancî, sernav xelet hatiye vekirin.
ger tu kirdeyekjimar bikî tu nikarî pêveberê pirrjimar bikî
ji bo rasttir (bnr: ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin).
loma ezê sernavê biguherînim, ku ez nebêjim moderatorekî dî qet li xwe danaynê û nabêje bo xwudê ev çi îş e?..
neyse



02.02.2017 11:14 | ferhenga şikestî

17. xwestekeka ku problema ewil nîşanî me dike. jixwe ya normal ew e ku zaroka te kurdî bizane, nizanibe ev qebhet e, ev problema herî mezin e. tu kurd î û tu dixwazî zarokên te bi kurdî mezin bikî. * xwedê xira bike mala felekê.



02.02.2017 13:23 | xendekî

18. kesên ku haja min ji hebûna wan tune ye. ku kurdên wisa hene xêra xwe min jî bidin naskirin ez jî hawidora xwe ya bi tirkmancan ve hatiye dorpêçkirin biguherînim û ji xwe re hevalên biqalîte çê bikim.*

(bnr: mîzaha kurdan a bi tirkmanciyê)



28.08.2019 09:45 ~09:45 | xelîl

19. Arezû ya ku di dilê merivde xwesteka hicreta rojava an başurê kurdistanê diafirîne, lewra li bakur ev pir zehmete mixabin rîska herî mezin ewe ku ev armanca me ya pîroz dikare ziyanê bigihîne zarok jî wek nimune
ev zarok nikare hevalên xwe hilbijêre tekez dê em zarokên kurdîaxêv li ba zarokên xwe bixwazin
divê weke ji nexweşiyê em diparêzen zarok ji tirkî û tirkîaxêvan biparêzin.



28.08.2019 14:08 | şikber

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» zarokên agir î
» xwedê te nehêle
» kurdîaxefî
» mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî