Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 29 peyam
    bendewarên adarê - tirşik
    bendewarên adarê
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. yekem pirtûka mihemed ronahî ye. roman e û bûyerên ku di nava pirtûkê de derbas dibin, di herêma têrqanê ya ku girêdayî amedê ye de û beşeke piçûk jî di stenbol û amedê de dibuhure.

    ji bo min pirtûkeke girîng e ji ber ku yekem pirtûka kurmancî ku min xwendiye ye.

    ji vir sê sal berê min xwendibû û ez pirr xemgîn bûbûm peşniyar dikim. min dil heye ku cardin bixwînim



    2014.03.11-01:29 | ferhenga şikestî

    2. adar û bendewar tenê pisîkên domestîk tînin bîra min.



    2014.03.29-06:06 | kevçiyê dil

    3. Li Ser Romana 'bendewarên adarê' ya mihemed ronahî Çend Gotin



    *Pirtûk: bendewarên adarê

    *Nivîskar: mihemed ronahî

    *Cure: roman

    *Rûpel: 160

    *Weşanxane: weşanxaneya ronahî

    *Çapa yekem



    Ev romana ku qala jiyana malbateke kurdan dike romana yekê ya mihemed ronahî ye. Çîroka romanê bi hesabê kurmancî ji yekê adarê dest pê dike û di berbanga yekê adara sala din de diqede. Roman bi bendeke ku qala hatina biharê dest pê dike û dîsa bi heman benda ku qala biharê dike û tê de hatina biharê teswîr dike diqede.

    Çîrok çîroka mala Mihemedê Saryayê ye. Eliyê kurê wî û Xeca jinbava Elî û xwişka Elî û zarokên Xecê ye. Ji ber ku diya Elî, Fatê miriye; Mihemed cara duyê ji neçarî dizewice û ji wê zewacê, Xanim û Eyşo û Ehmed, sê zarokên din xwedê didin.

    Elî û Încê û Hewê her sê zarokên bêdê, sêwî bûn. Û çîrokan wan a sêwitiyê.

    Û çîroka mirina Fatê, diya sê zarokan. Ji ber nexweşiyê Mihemed wê dibe nexweşxanê, piştî ku piçekî baş dibe Mihemed vedigere ji bo ku li halê zarokan binêre. Lê ji Fatêya ku rewşa wê ber bi başbûnê ve diçû xebera mirina wê tê. Fatê çi jê lê tê nayê zanîn. Rojekî yek ji Stenbolê tê û dibêje ku jinekekî ez li Stenbolê dîtime û gotiye ez Fatêya jina Mihemedê Saryayê me, here bêje Fatê nemiriye ji nexweşxaneyê hatiye revandin. Û ev xeber dibe çîroka Elîkê sêwî. Û ev xeber wî dibe diavêje Stenbolan û ji wir dest vala bi lingekî vedigerîne malê. Eliyê ku di gund de her kesî jê dabû stû û herî dawî ji ber ku serê Remoyê kurê Şero bi du cihan re şikandibû û xaltîka xwe di nava xwînê de hêliştibû ji gund reviyabû berê wî ketibû gundekî, li wir aşiqbûna wî û dûvre çûyîna wî ya Stenbolê û vegera wî ya bi dilşewatî.

    Çîroka Saryayê, Saryaya ji Agirî. Saryaya ku piştî serhildana Agirî têk diçe bi malbata xwe re bi eşîra xwe re tên xwe li gundê Îbika gundê Reşîd Axayê bapîrê Mihemed digirin. Reşîd Axa û ji ber welatperweriya vê eşîra ji Agirî qedirgirtina wan. Û Mistoyê bavê Mihemedê ku tê Saryaya zewicî direvîne û ji mirinê filitîna wan. Û efokirina Misto. Û mehra Saryayê ya bi Misto re. Û çîroka Yazî'yê Saryayê ku dema eşîra bavê Saryayê xwe piçekî lev didin û vedigerin warê xwe ji diya xwe ji Saryayê hatî qutkirin. Û çîroka piştî sih/sî salî gihiştina Saryayê û kurê wê Yazî.

    Û çîroka radyoyê û dengê dengbêjan ên di nav gund de belav dibû.

    Û çîroka kewan.

    Û çîroka efsaneya dûdiyê mêrxas. dûdî'yê kalikê Mihemed ê pêncê an jî şeşê. Dûdî'yê li hember Romê serî hildayî. Berxwe dayî.

    Çîroka Mihemed û kuxikê û di dawiyê dawî êşa zirav(penceşêrê). Mihemedê bav, Mihemedê pale, ê hostayê dîwaran, ê amûran, ê gelek tiştan.

    Û birayê Mihemed, Misto. Pişta Mihemed. Ew jî wek birayê xwe hostayê gelek tiştan. Di gund de herdu bira tenê. Lê bihêz. Dema penceşêrê bi birayê wî girtî Mistoyê ku ji bo ku biçe dermanê birayê xwe bîne ketî kemîna guran û bi zorê ji nav lepê guran filitî. Çîroka Mistoyê bira.

    Û seyda. Seydayê zana û aqilmend. Seydayê ji Mihemed re qala êş û mezinahî û xweşikahiya evînê dikir. Çîroka seyda.

    Û li ser Încê careke din êşa sêwîbûn û fedikotiya sêwîbûnê dayî meriv. Çîroka Încêya sêwî.

    Û li ser Elî çîroka xerîbî û sirgûnê. Derdê welatê xerîbiyê. Çîroka êşa xerîbiyê bi vê bendê xweş bûye:

    "(...) Wê demê ji Şêro re gotibû: 'Şêro, min li vir veneşêre. Min bibe Amedê, gundê min.'

    Niha di dilê xwe de got:

    -Heke ez mirim jî bila mar û mişkên Kurdistanê bixwin laşê min.

    Beriya birîndarbûna xwe digot: 'heke ez dêya xwe bibînim ez ê herim welêt an jî naçim ev der xweş e.(ji bo Stenbolê dibêje)' Lê dema ku birîndar ketibû û mirin hîs kiribû, xwestibû ku li welatê xwe be.

    Kêm kes dixwazin li warê xwe bijîn, lê her kes dixwaze li warê xwe bimire. Di nava xwezayê û mirovan de têkiliyeke hestî heye. Her çiqas xweza bêruh were zanîn jî ruhekî xwezayê jî heye û bi yê mirovan re di têkiliyekê de ye. (...)"(rûpel: 145)

    Û çîroka gundîtî û bajartiyê, çîroka jiyana gundan a bihevreyî û navhevdeyî.

    Û çîroka evînê û wateya mirinê!



    Bendewarên Adarê romaneke herikbar û xweşbêj e. Bi zimanekî xwerû û dewlemend hatiye nivîsîn. Roman bi peyv û gotinên resen ên kurdî dewlemend bûye. Jiyana me kurdan ji her aliyî ve raxistiye ber çavan. Di teswîr û ramanan de fîlozofiyek/felsefeyek kûr heye. Dema qala mirinê an jî evînê tê kirin fîlozofiya romanê tê dîtin. Ji romanê xweziya Mihemed vê radixe ber çavan:

    "Nalet were li wî warê ku, gelê xwe ji mirinê agahdar neke. Ev jiyan ciyê xapê ye. Mirov tê de tê xapandin. Meriv dibêje qey meriv dê her bimîne li jiyanê, lê dawiya dawî her kes dê terka ciyê xwe bike û biçe. Çûyîn ne weka hatinê bi kêf û şayî ye. Bi şîn û girî ye. Dema zarokek ji meriv re dibe, mirov bi hatina wî dilşa dibe. Lê dema dimire meriv dikesire û digirî. Xwezika hatin û çûyîn berevaciyê hev bûyana. Mirov bi extiyarî bihatana dinê, dûre nexweş bûyana. Lê her gav ber bi xweşiyê ve biçûyana, xweş bibûyana. Dûre neviyên wan çêbûyana. Dûre zarokên wan xwediyên kar û huneran bûyana. Dûre ciwan bibûyana, hemû xweşkahiyên dinê tehm bikirana. Dûre bibûyana zarok. Bileyîstana. Dûre bibûyana pêçek. Dûre biketana zikên dêyên xwe û jiyana wan bi pevşadbûna dê û bavê wan bi dawî bibûya. Şevekê dema dê û bavê wan bi hev şa dibûn, di wê pevşabûnê de, bibûyana mistek av û vegeriyana piştên bavê xwe. Jiyana wan bi zewqeke mezin bi dawî bibûya." (Rûpel: 128)

    Û dema meriv dibîne ku destpêk û dawiya romanê dîsa digihe hev, meriv dibîne ku bandora sînemayê jî tê de heye. Ji ber ku ev şêweyeke ku di flîman de tê bikaranîn e. Destpêk û dawî digihe hev. Di romanê de jî bi heman bendê dest pê dibe û bi wê bendê xilas dibe.

    Helbet hin şaşiyên wê jî hebûn. Navê Misto. Hem navê bavê Mihemed Misto ye hem navê birayê wî. Ma Misto navê kurê xwe jî kiriye Misto. Vê bala min kişand. Li hin cihan çîrok zû hatiye gotin. Yanî tam lê kûr nebûyî jê derbas bûye. Ev jî tiştek piçûk bû. Lê seranser gava meriv lê dinêre bêyî ku bêhna meriv jê teng bibe an jî meriv jê aciz bibe, bi herikbariyeke başhatiye hûnandin. Dixwazim careke din bêjim bi kurdiyeke gelek baş hatiye nivîsandin.

    Gelek deran meriv dixwaze têkeve nava romanê tê de bijî û hin deran jî meriv dixwaze carna bi Saryayê carna Mihemed carna bi Elî re bigirî. Gava Elî li Stenbolê bi xeyalên bi diya xwe re jixwe diçe û yek tê xeyala wî belawela dike û Elî radibe teşta dendikên xwe diavêje ser ê çavê mêrik û direve nava kolanên Stenbolê dikeve û di nava kolanê bi kurdî dide ber qîran û û gazî diya xwe dike û dibêje: "Dayêêê, dayêêê, Fatêêê, Fata Silooo, Fatê."

    û dîsa: "Fatêêêê... Fata Silooo... Tu li ku yî Dayêêê.... Orispîîî..." meriv jî bi wî re digirî û jixwe diçe.



    rênas xendekî



    2014.04.16-15:34 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qerqaş
    Qer an jî qere bi kurdî navê rengê reşê geş e. Tirkî dibêjin kara. Dîs...
    tekirdağ
    Bajarekî pir xweş e. Gel li gorî gelê tirkî zehf medenî û bêhnfireh i...
    şîn
    1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên ...
    sîstema nû ya tirşikê
    rojanekirinek biçûk; 1- di weşandina "peyamên li benda weşanê&qu...
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bendewarên adarê
    » adarê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî