Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; formata tirşikê
peyamên çepikkirî

22209. (bnr: fromata jiyana kurdan)



01.06.2013 01:27 | simurg56

43651. (bnr: namûs bû bexdenûs) *



08.06.2013 14:50 | simurg56

55667. heq e simurg56 vê rêziknameyê bide çapkirin û ji navnîşanên nivîskarên tirşikê re bişîne, ew nivîskar jî vê rêziknameyê ji serî heta binî bixwînin û îmze bikin û cardî bişînin, dema nivîskarekê tişrikê bi ya vê rêziknameyê nekir hingî em dikarin dozê lê vekin û ceza bikin..



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

65925. moderator kesî/ê navêjin..

ji bo kesên ku nû dest bi nivîsandinê kirine em entrya yekem a mijara formata tirşikê pêşniyaz dikin..



08.06.2013 14:50 | simurg56

66434. bila di vir de heqerata hemberê rêxistinên ku di navê wan de kurdistan dibore qedexe be! û rêxistinên girêdayiya wan!



mînak dema ez heqaretê kîjan serokê rêxistina navê wê de kurdistan hebe bikim bila ez ji vir bêm dûrxistin.



mînak çi kesê ku heqaret li serok Apo li Partiya Karkerên Kurdistan bike bila ji vir heya demekî aqlê wî hat serê wî bê dûr xistin.



Kesê dibêje ez kurd im ne xwediyê mafê heqaretan e. dibe ku tu ne pkkyî bî lê ew gelê ku tu netewperweriya wê dikî piranî pkkyî ne û ji Abdullah Ocalan re dikarin canê xwe bidin. yekî kurd mecbûr e vê li ser milê xwe de bibe. ha dikare siyaseta wî rexne bike bêje ev ji bo kurdistanê şaş e lê nikare wî bêîtîbar bike û heqaretê lê bike. heqareta li wî hatî kirin li hemû hezkiriyên wî tê kirin.



ji xwe mafê tu kesî tune heqaretê kesekî jirêzê jî bike. îcar radibin heqareta serokên kurdan dikin. tu wî serok nabînî ser serû çavan, lê tu mecbûr î rêzê bidî yên wî wekî serokê xwe dibînin...



27.10.2013 00:15 | endazer

133835. Format bixwe stûna bingehîn û sereke ya tirşikê ye. Hîngê ger hûn dev ji Formatê berdin û bi kêfa dilê xwe lotikan biavêjin, ti obsiyona ferhengê namîne. Wê Ferhenga interaktif bibe forum. Formata forumê cuda ye, ya ferhengê cuda ye. Kesên ku hej ji forumê dikin bila herin li Foruman binivîsin kesî negotiye tu çima derî forumê. Lê bes li vir ferheng e armanca ferhengê jî ew e ku nasîn, danasîn, agahî û pênas e.
Û wek li jor jî hatiye gotin kesên ku du sê meh in dinivîsin behsa serhildanê dikin bi kerê nikare dibeze kurtan *



08.06.2013 14:50 | simurg56

133930. xwezî di nav peyama formata tirşikê de çend heb agahî derbarê wan jî hebe:
(bnr: jêgirtin)
(bnr: sîtasyon)
(bnr: çavkanî)



01.06.2013 01:27 | simurg56

135722. Eşkerekirin an hewldana eşkerekirina navê nivîskarek yê herî berevajî formata tirşikê ye.
Îro yek ji nivîskarên tirşikê xeletiyek wisa kiriye.
îstîxbarata tirşikê/135708
Nizanim armanca xwe çiye. tiştê ku ew dike qet ne henek e.
divê rêveberiya tirşikê ji bo hereketên wisa hin pergala cezakirinê bicîh bîne.
---
Edît: peyam hatiye jêbirin. Sipas. Lê me reşşikeka xwe jî hildaye.*



01.06.2013 01:27 | simurg56