Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
formata tirşikê - tirşik
formata tirşikê
(39) (9) (8)
di mijarê de bigere

1. formata ku piraniya ferhengên înteraktîf de nêzikî hev in.

---çima format?;-----
weke tu jî dizanî, malpera tişikê eslê xwe de ferheng e. lê ferhengek cuda ye. vê ferhengê de ji bo peyvên weke "asîd" jî pênas û rave heye; ji bo navên weke "yaşar kemal" jî pênas û rave heye ; û ji bûyerên weke "3.7.2013 derbeya misirê" de jî pênas û rave hene.
yanî ferhenga tirşikê de hemû tiştên li gerdûnê, bi pênesan tên ravekirin û vegotin.

---armanca formatê;--
armanca wê ew e ku;
- mirov bêyî ku şer bikin, bikarin agahiyan parve bikin û rexne, şîroveyan bikin
- weke foruman mirov bersiv nedin hev û ferheng nebe weke axaftina rû bi rû, û takekesî.

ji ber van sedeman û ji bo van armancan, li gorî formata tirşikê, pêwist e her peyama ku nivîskarekê nivîsiye, pênasek bihewîne. pênas; peyv an jî hevokên ku tişta tê behskirin, rave dikin/vedibêjin û didin nasîn, in.

weke mînak; ger mijar ahmet kaya be, pêwist e peyam tiştekî wisa be;

mînak 1: "stranbêjek kurd e."
mînak 2: "ne tu mirov e!"
mînak 3: "zilam e."

weke tê dîtin her mînakê de, esseh pênasek heye. mînakên li jor hemû jî rast in.

--------------------------------------

piştî ku mirov pênasek çêkir, dûre çi bixwaze dikare binivîse; dikare fikrên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe û hwd. bike.
weke mînaka li jêr:

mînak 4: "stranbêjek navdar e ku eslê xwe kurd e lê stranên tirkî gotiye. ez bixwe ji stranên wî hez dikim lê tişta ku dike ne xizmeta gelê kurd e. tê bîra min carekê çûbûm konsera wî falan û fîlan..."

ji aliyê din ve, mînaka li jêr ne rast e;

mînak 5: "ez jê hez nakim."
ev mînak şaş e, ji ber ku pênas nahewîne. yanî nabêje ka "ahmêt kaya" çi ye an jî ne çi ye.

-------------------------------------------------

ger pênas tune be, nexwe divê peyam tenê bnr'yek bihewîne. (ku bi vî awayî nivîskar şîrove û pênas nake lê qet nebe xwendevanan beraliyê mijarek din dike.)

mînak 6: "(bnr: hunermendên kurd yên navdar)"

vê formatê de eslê xwe de bi naveroka bnr'yê jî peyam dikare were dayîn.

mînak 7: "(bnr: ne hez dikim ne guhdar dikim)"

---------------------------------------------------

ji xenî meseleya pênasan. meseleyek din jî ew ku divê nivîskar rasterast bersiv nedin hev û din. weke mînak ger em bêjina mijar "bdp" ye;

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "nivîskar ehmed, serî tu yî pîvaz jî bila biçe qûna te!"

ev mînak şaş e. nivîskar nikarin weke li foruman wisa bersivê bidin hev û din.

lê mînaka li jêr dibe (mijar dîsa bdp ye);

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "partiya ku bûye benîştê devê mirovên ku heyata xwe de ji xeynî xwarina meqerneyên akpê tu tiştî nekirine û niha hatine li vir partiya kurdan reş dikin. dixwazim ji van ehmeqan bipirsim gelo...."

mînaka li jor rast e. ji ber ku nivîskar mihemed pênasa xwe kiriye, bêyî ku nav bide bersivek giştî jî daye nivîskarên weke ehmed.

------------------------------------------------

- Her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

-----------------------------------------------

Di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî qedexe ye. Navê mijaran dikare bi zimanên biyanî be. Lê naveroka peyaman divê bi kurdî be. weke mînak mijara sevgi duvarı dikare were vekirin û di peyamê de mirov dikare bi kurdî behsa vê stranê bike û gotinên stranê jî bi tirkî parve bike. lê nabe ku peyam bi temamî tirkî be û şîroveyên bi tirkî bihewîne.

-----------------------------------------------

Em niviskarên pêşîn ên ferhengê ne, loma ji bo me ev qeyde gelek giring in. Dema bikarhênerek nû bê ferhengê hewceye formatê baş têbigihe û gora wê tevbigere.
vêga ji ber ku gelek nivîskarên me cara ewil bi tirşikê, ferhengên înteraktîf nas kirine û haya wan zêde ji formatê tune ne, em toleransê nîşan didin. lê ji nivîskarên xwe yên kevin û yên nû daxwaz dikin ku hingî ji wan tê gorî formatê tev bigerin. ji ber ku piştî bingeha tirşikê rûnişt, wê ev qayde bibe sedema şikayetkirin û jêbirina peyaman.



06.07.2013 11:04 ~2017.06.23 00:25 | simurg56

2. pênase: formata ku tunebûna wê aniha zêde bal nakişîne.

ji ber ku tirşikê de aniha gûftûgoyên germ û dijwar naqewimîn, rêzlênegirtina bo formatê bal nakişîne lê ger nivîskarên ku fikrên wan cuda bin mijarekê de gûftûgoyê bikin, weke foruman rasterast bersivdana hev wê ne xweş be û wê gelek dîqat bikişîne. lê ger weke formata ferhengên înteraktîf bersivdana hev were kirin wê asta axaftin û nivîsandinê were parastin.



06.07.2013 12:53 | simurg56

3. tişteke giring e û niha ev format neyê parastin wê tu cara nekare bê sererastkirin û ev mesele wê bibe wek meseleya mirîşka ereb.



06.07.2013 13:07 | azadixwaz

4. formata ku her endamê nû ê tirşikê ger serî de bixwîne û dû re despê nivîse bike, wê baştir be ..



07.07.2013 14:41 | brusk56

5. formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye ye..

hevalno! ev der ne forum e ferheng e û dema ku hûn derheqê tiştekî an kesekî de mijarekî vedikin bêyî ku fikra xwe an şioveya xwe di bin de binivîsin derheqê wê tiştê an wî kesî de malûmatên dorfireh binivîsin û paşê fikr û nêrîna we çi be di bin de binivîsin.. wek nimûne eger we mijara michael jackson vekir bêyî ku di bin de peyamên wek hunermendê ku rengê çermê xwe guhertiye, hunermendê ku ji hunera xwe zêdetir bi skandalên xwe û bi zarokên ku tacîz kirîn nav daye an deng vedaye binivîsin pêşiyê derheqê michael jacksonî de bi dorfirehî behsa jînenîgarî û mûzîk û tiştên din yên ku pê meşhûr bûyiye bikin.. erê?



21.07.2013 14:18 | endazer

6. formata ku divê bendekî qala dirêjahiya navê mijaran jî bihêwire ye. wek mîna navên mijarên ku di bin vê peyam de hat rêdan, heta tê xwendin, mirova dibetilîne û têr dike. di nav xwe de taybetiyên pênasa jî dihêwire. di lîsteya mijarên rojane de çar pênç rêza digrin ku ev jî nîvê lîste dagir dike. **



(bnr: di ferhengên înteraktîvên tirkî de hezkirina heqaretkirinê ya bêserûber a li kurd û kurdiyê)

(bnr: ciwanên kurd yên ku cara pêşîn ji bo xwendina zanîngehê ji mabatên xwe vediqetin)



28.10.2013 23:03 | biruya hayao miyazaki

7. formata ku ew qas baş hatiye ravekirin, ku mirov dil nahêle tiştekî derveyî formatê de binivîse.



30.10.2013 01:41 | brusk56

8. sîstema ku min hêj fam nekiriye ka tê de çawa divê bnr.yekê bidim mijarekê.



30.10.2013 19:57 | gordereş


10. formata ku bi ya min ev xal jî dikare lê were zêdekirin:



- peyamên ku mijar tê de kirde/kirar be jî li gorî formatê rast in.



weke mînak mijar "roj tv" be ev peyam wê demê ne xelet e:

- li ser hodbirdê weşanê dike



vê mînakê de roj tv kirar e. şûna ku mirov li pêşiya hevokê "tvya ku" binivîse, wisa kurt binivîse jî bi ya min ne problem e.



15.11.2013 20:55 | simurg56

11. (bnr: fromata jiyana kurdan)



30.12.2013 14:15 | cinorek

12. formata ku gelek valahiyên zagonî û sûda ku mirov ji wan werdigire, dihewîne.

belkî pêdiviyeke mezin bi encûmena tirşikê heye.



30.12.2013 14:20 | dijber

13. di van demên dawiyê de çend nivîskarên nû hatine bi xêr hatine lê tirşikê wek gû kirin formatê nizanin ji sibê heta êvarê li du spakulasyonan digerin tiştekî jî bikêr nanivîsin tenê dev diavêjin ji nivîskarên tirşikê yên din re... Bû 7 roj e ku ez nanivîsim wan ez ji tirşikê sar kirim



15.02.2014 12:37 | ferhenga şikestî

14. tişta ku di van rojên dawî de êdî rêz lê nayê girtin e.

bi taybetî nivîskarên nû hatî û hindiktir ên kevin jî li dijî formatê peyaman dinivîsin. ger wisa dom bike wê tama tirşikê sar bibe.

elbet wê li vir jî niqaş felan bê kirin , lê di bin mijarekê de mirov nikare rasterast navê yekê bide û jê re tiştan bêje. temam fikra te ne li gor yekê be, tu jî bersiva xwe binivîse lê di nav sinorên formatê de .



19.02.2014 14:15 | brusk56

15. tişta ku divê her nivîskarê/a nû yê/ya tirşikê bixwîne û xitim bike û nivîskarên kevnik û efinkî jî carî caran lê vegerin û cariyan lê bînin e.. tişt yanî format..



02.03.2014 01:33 | endazer

16. niviskarên ku li ekşisözlük nivisandina tişteki ên ne zor



02.03.2014 03:58 | dr.fuat

17. formata ku divê bendekî qala sernivîsên anketan jî xwe zêde bike.



sernivîsên anketan, taybetiyên malperên foruman e. DI FORUMAN DE yekî ji herkesî re dipirse û endamên malpERÊ JÎ LI GORÎ FÊMKirin Û AGAHIYA XWE BERSIVAN DIDIN. NUHA DI TIRŞIKÊ KU FERHENGEKÎ ÎNTERAKTÎF E, SERNivîsên anketan dihêwire.



mînak: ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan



ev sernivîs qet hewceyî pênasan nake, bi serê xwe pirs e û hêvîdarî bersivan ji nivîskaran bistîne. hek tirşikvanekî rabe û peyamekkî wek jêr bişîne, ne çewt e:



--ka runê li ber çongên min û guhê xwe baş bidî min. ehmeqê ehmaqa li ser pêlnekirî! ma tu qet mirêkê nanerî?! de nuha bicehimî!



çewtî bi serê xwe di sernivîsê de ye û divê formata tirşikê girîngiyekî mezin bide vê pirsgirêkê. li ekşî'yê berê de* ji ber ku nebe forum, sernivîsên anketan çawa dihat vekirin di heman demê de dihat jêbirin; hek ev tişt bi aliyê nivîskarekî çend carê din hatibe çêkirin, ev dibû sedama avêtina nivîskariyê bû Û BI SER DE BERSIV DANA ANKETAN JÎ TIŞTEKÎ NEBAŞ BÛ.



mînakên din:

(bnr: ma tirşik ne ya kurdistanê ye)

(bnr: wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye)

(bnr: gelo rojê çend nivîsên ku agahî di wan de hene di tirşikê de tên nivîsîn)

(bnr: bajarê herî xweş yê kurdistana bakur)

û nizanim çi...



ALIYÊ DIN PIRSGIRÊKÊ, LI BA MIN Ê HERÎ MEZIN JI ALIYÊ gurÊ manco VE HATIYE BILÊVKIRIN. GUH BIDIN Vê dengê: kurdiya tirşikê/23732



25.03.2014 11:46 | biruya hayao miyazaki

18. mijarên anket, ne derî formatê ne.

lê mixabin tiştên ku di bin van mijaran de tên nivîsîn %99 derî formatê ne.

(bnr: sernivîsên anket)

(bnr: mijarên anket)



mijara ku tirşikvanek vedike, dikare navek be, hevokek be an jî pirsek be û hwd. ya girîng ne ev e, ya girîng ew e ku peyamên ku di binê vê mijarê de tên nivîsandin, rave/pênasek bihewînin.



weke mînak ger mijar ma tirşik ne ya kurdistanê ye be;



ev peyam çewt e: "na welleh ne wisa ye"

ev peyam rast e "pirsek bêwate ye. ji ber ku bi çavlêgerandinek xeletiya wê bi hêsanî dikare were dîtin"

ev jî rast e: "(bnr: yaw he he)"

-------------------------------



weke mînak ger mijar bajarê herî xweş yê kurdistana bakur be;



ev peyam rast e: "diyarbekir e."

ji ber dema mirov di binê mijara "osman baydemir" de wisa binivîse jî ne çewt e; "şaredar e"

loma bersiva ku di peyama jor de hatiye nivîsandin, her wiha pênas/raveyek jî dihewîne.

ev jî rast e: "(bnr: amed)"

ji ber ku mijarên ku tenê ji bnr'yan pêk hatiye, derî formatê ne.

----------------------------------



ger mijar wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye be;



ev peyam çewt e: "mala min xera bû"

ji ber ku ev peyam tu rave an jî pênasek nahewîne.

lê ev peyam rast e: "pirsa ku ji bo vê rojê weke "mahsun dev ji sînemayê berda" dikare were bersivdan"

lê nivîsandina peyamek wisa hinekî zehmet e û xwendina wê jî ne xweş e. ne xwezayî ye, loma.

an divê mirov van mijaran derî formatê bigire û weke mijarên taybet bihesibîne, an jî divê mijarên wisa ji holê rake.



-------------------------------------



ger mijar "we îro çi xwar be"



ev peyam çewt e: "pîvaz"

ji ber ku ev peyam rasterast bersiva mijarê ye. tirşikê de armanca her peyamekê ew e ku "mijarê" rave bike û bide nasîn. lê "pîvaz" tiştekî wisa nake. tenê bersiv dide mijarê, ev jî tiştekî rast e.

lê ev peyam rast e: "meraqek berdayî ye û nîşaneya betalbûyîna tirşikvanan e. te çi jê ye?"

weke hûn dibînin, di vê peyamê de pêşîn me mijarê rave kir, piştî raveyê êdî nivîsandin azad e.



26.03.2014 22:18 | simurg56

19. bila peyva format! butonek bibe di bin peyaman de. mina reşşik em wÊ jî bikar binin.



02.05.2014 00:05 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» formata tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî