Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        ferhat tunç - tirşik
        ferhat tunç
        (0) (0) ecêb (0) (14)
        di mijarê de bigere

        1. hunermendê hêja ku vê deqeyê mil daye tabuta berkin elvan û cenazeyê dibin goristanê.



        2014.03.12-14:07 | simurg56

        2. siyasetmedarê dêrsimê ye û ji bo dêrsimîyan, mixabim wek kamer genç hêja nîne.



        2014.03.12-16:21 | nazim tolhildan

        3. stranbêjê ku berê nêzî tevgerên wek tîkko û dhkpc bû. lê paşê dem borî dewran qulibî dewr û dema wan tevgeran qediya, wî jî berê xwe da pkkê û kurdistanê.



        2014.03.12-17:40 | oxir

        4. stranbêja ku min wî îro cara ewil li cenazeya berkin elvan dît. mêrxaso gelek xemgîn û betilî xuya dikir.



        2014.03.12-23:13 | biruya hayao miyazaki

        5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.03.12-23:32 | ciwan

        6. stranbêjekî ku hîç kêfa min jê re naye. xwezî ew sitranan nebêje...



        2014.03.13-23:44 | gêjê

        7. hûnermendê ku îro li rojavayê kurdistanê ye.

        https://twitter.com/ferhatttunc



        2014.04.16-19:01 | oxir

        8. hûnermendê dêrsimî ê ku çend sale hewl dide ku bibe parlementer û bikeve meclisê de lê mixabin dersimiyên zalim wî hilnajêrin.



        2014.06.11-17:53 | karmatî

        9. kesê dersime tine bîra mirov.



        2014.06.11-20:22 | ciwanpiroz

        10. ji bo wekiliya dêrsîmê, ji hdpê namzet bû. lê hdpê, du kesên din kiriye namzet.

        îro axiviye û gotiye dilê wî ji partiyê nemaye û wê weke neferek dîsa di nav rêxistinê de têbikoşe.

        helal be jê re.



        hilbijartina borî, gelê dêrsîmê wî nehilbijartibûn.



        2015.04.08-18:44 | simurg56

        11. boriya sobê



        2015.04.09-00:26 | tivirloismail

        12. ji bo min ne siyasetmedar e, hunermendekî serketî ye û her jî wisa bimîne..

        tê bîra min dema ez zaro bûm, min çend meh pereyên xwe xerç nekirin û min sê albûmên camêr kirîbûn, ji bo min li gaveke pêşiya ahmet kayayî bû, ji lew min ji ahmet kaya'yî bêtir ji vî camêrî hez dikir û di zarotiya xwe de(qederekî dozdeh salî bûm) min gelek stranên wî jiber kiribûn..

        wan çaxan hay ji mûzîka kurdî nîn bûm, li qersê dijiyam û têkiliya min û kurdayetiyê qut bû bû, min bi derfetên xwe, xwe digihande tarza mûzika xweser..

        belê, bi tirkî distrê, lê divê mariv heqê wî nexwe gelek stranên xweş çêkiriye ku hê jî guh didêrim



        2015.04.09-22:01 | ferhenga şikestî

        13. looser



        2015.04.10-00:35 | derdo

        14. (bnr: ahmet kayayê ku dije)

        (bnr: dil ji polaye)

        stranbêjek zazaye(kurde) pirahî bi tirkî sitirîye, sitranên wî yek ji yekî xweştire. hunermendê hêjaye ku meriv wî gohdar bike.



        2015.10.02-22:04 [guhertin:2015.10.02 22:07]| shorbevan

        15. (bnr: yekî guhdarîkirin)

        (bnr:li yekî guhdarîkirin )



        2015.10.02-22:22 | dijber

        16. Ji xeynî hunermendiya xwe aktîvîstekî hêja ye



        2017.09.25-23:15 | robar cilo

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        arsivakurd.org [1]
        Arsivek gelek baş e û ez jî îro lê rast hatim.Bi rastî geşlek tiştê mi...
        koma xwendinê ya cizîra botan [1]
        koma xwendinê ya cizîra botan par li Cizîrê ava bû. du hefteyan carekî...
        peyama 2000emîn a tirşikvanan [1]
        peyama (entrya) min a li tirşikê a duhezaremîn ev e.. du hezar entry....
        tevizîna milê rastê [1]
        duh şev ez razam, saeteke din ez li ber tevza milê xwe hişyar bûm.. p...
        mîxaîl yurevîç lermantov [1]
        nîvîskar û helbestkarê Rûs....
        belki ev jî bala te bikişînin
        » ferhat pîrbal
        » tuncelî

        Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî