Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
heat - tirşik

di cîhana efsanewî ya sûcan ya los angelesê, du zilam li aliyên dij yên vî şerî ne. yek jê detektîf yê din diz....
(2 şîrove)
heat
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva îngîlîzî ya ku wateya wê "germahî, heraret, kîn" e.



her wiha navê fîlmeke ya 1995an e.

fîlm ji aliyê michael mann ve hatiye kişandin. tê de aktorên gelek navdar yên weke al pacino û robert de niro dilîzin.

lê fîlm, bi qasê mirov jê hêvî dike, ne xweş e.

dihêje temaşekirinê lê tişteke nû jî li mirov zêde nake. fîlm beredayî dirêj e, 170 deqe ye. lê dîsa jî mirov bêhnteng nake, ji ber ku aksiyona wê têra xwe heye. mirov dikare bêje ku fîlmeke berxwedana navbera dizeke profesyonel û polîsek profesyonel de ye. her du jî ji bo karê xwe dev ji hemû jiyana xwe ya dîtir berdidin. lê biqasê min ji dawiya fîlmê fêhm kir, derhêner dixwaze destnîşan bike ku diz, ji polîs zêdetir girîngî dide hezkiriyên xwe.



---spoiler---

sedema şîroveya min ya li jor ew e ku; sahneyên dawîn yên fîlmê de polîs qet guh nade malbata xwe û dawiyê de keça wî jixwe întîxar dike.

ji aliyê din ve her çiqas dizê aktorê sereke, sahneyekê berê de gotibû ku "ji kesî ewqas hez nake û nayê girêdan ku roja polîs bavêje ser wan, bikare di nava 30 saniyeyan de dev ji her tiştî berde û bireve" lê dawiya fîlmê de deme polîsê me yê zîrek radihêje wî zûzûka nikae dev ji hezkiriya xwe berde û ji ber wê jî tê kuştin!

---spoiler---



fîlmê di imdb 8.3 pûan standiye.



06.07.2013 12:00 | simurg56

2. filma ji beredayî dirêj hatî kişandin e. sedema wê jî zêde behskirina malbatên aktoran e lê pêwendiyên nava malbatî dîsa jî xweş nehatiye lêkirin. film dikare bê guhdarîkirin lê hêviyên xwe zêde bilind negirin.



08.07.2013 16:55 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heat

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî