Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tenêtî - tirşik
tenêtî
(8) (1) (3)
di mijarê de bigere

21. ger bûbe şêweya jiyana mirov, belkî xweş be. lê ger ji ber çûyînan û berdanan be...



10.06.2014 18:04 | simurg56

22. ahenga ku bi min re daxwaza stranên kurdî yên hêdî hêdî çêdike. wek niha. di vê nîveşevê de darî strana mehmet atli: lo lo pismamo dikim!



07.07.2014 00:30 | xendekî

23. ka bide min, BêDENGÎya RûYÊ xwe

êş û jana li ser reşmijangêN TE

ka TÊxe Destê MIN tenêtîya JîYANÊ,

LÊ min nehêLE BÊ xwe,

tENÊtîYA te PIR TAHL E...



07.07.2014 17:24 | ahmedamedi

24. tenêtî karxelak bû,nêçîrvanek hat nîşan lê girt



07.07.2014 17:35 | remêyê neco

25. carna xweş e, carna zilm e.



02.08.2014 21:14 | mala te ava

26. tenêtî ne karxezalek e, roviyekî dêqehb e, lavlavkeke zexel, marekî jehrî ye ku bi demê re derbasî laşê te dibe, ji laşî ber bi giyanî dihere ku êdî tu ji nifşa wenda ya demê yî, ger wek têgînî bihesibînî tevliheviya dem û mekanê ye, hew saet hew gav lê bêherikîn, di nava qelebalixên pûç, zêdebûna pêjn û dengên bêwate de terpilîna gavên gêjkî yanê tu li kû binihêrî (heger bibînî) tiştekî beredayî lê jiyanekî bêminet, heqqet kê gotiye minet xerab e?



18.09.2014 01:07 | ferhenga şikestî

27. take-pakî ye ji bo werarbûna rih û derûniya mirovî.



06.04.2015 01:04 ~01:09 | serhednişîn

28. yan jî bêxevtî ye.



06.04.2015 01:12 | cemilcanbegî

29. tıneti tişteki çavaye?



06.04.2015 01:57 | baynu

30. hîsekê girane ku di nav qelebalixê de jî dikarî hîs bikî



06.04.2015 13:25 | mîrzayêbiçûk

31. şükrü erbaş bû digo; yalnızlık hiç de tanrısal değil, görkemli değil. O yalnızca geçmişle

gelecek, ölümle yaşam arasında kocaman bir karanlık nokta..

erê hin hîs bi tenê kesên ku lê serwext bûne tên pirsîn, ên din galegalên vala ne..

tenêtî ne karxezalek e ne jî aramî û hizurî ye..

dema ku te ne ji bo roj an hefte an mehan, ji bo demeke nedîyar tenê bimînî, wê çaxê tu ye fêm bikî bê ka mirovek çawa dikare di navbera odeyên malê de di saetekê de pazdeh tûr biavêje? mariv çawa dikare çayê deyne ser êgir û bi saetan bi zikekî birçî bi vê çayê vexwe, dema ketî nava nivînan lê xew li te biherime, tu yê fêm bikî heman çay çawa nivê şevê tê germkirin û tê tehmijandin, kekremsî yan tehl, hîç ne girîng e ya girîng; dawiya pakêta te ya cixareyê hatiye yan na?

we qet dengê bêdengiye bihîstiye? yan jî we qet dengê xwe ji ber neaxaftinê ji bîr kiriye? tu yê fêm bikî, dema mariv sê roj tu xeberan nede û di carekê de çawa peyvên wê/ê di qirikê de ziwa dibin û nema derdikevin, peyv ji dengî dixeyide, tu yê fêm bikî lê ne aniha, piştî ku bi rastî jî tenê mayî û êdî silava hevalên te yên salane jî siwarî keştiya fezayê bibe û biçe hey biçe..



06.04.2015 22:32 | ferhenga şikestî

32. peyva ku tenê helbesta ebdula peşêw tîne bîra min e. tew bi dengê mehmet atli be.





07.04.2015 20:37 | berxweda

33. bajarê carna min jî acis dike... * lê ev tenêtî ne derdek bê dermane carna wekî pêtîya baranê ji nîşkave tê û diçe



02.03.2016 21:43 | shorbevan

34. Gava te pala xwe dabe neynika asansura ji bo 4 kesan , ji te re zehf dûr hatina deriyê asansurê ye



30.03.2016 12:23 ~12:25 | xeteraqirêj

35. Dema ku mirov strana xwe ya herî xweş diveke û dikeve nav xewnên xwe.



30.03.2016 12:39 | bêvila nazmîkirik

36. Ekşiyê da nîvîskarê nav negolets rind gotiye;

Bi ya min tenêtî bi mirovan re nebûyînti yê zehftir, mirovên bi awayekî haja wan ji heyîna te dibin , şabûna wan Nedîtin e ji heyîna te





Bence yalnızlık insanlarla birlikte olamamaktan ziyade, varlığından bir şekilde haberdar olabilen insanların, senin varlığından mutlu olduklarını görememektir.





01.05.2016 06:04 ~06:12 | xeteraqirêj

37. bi tena serê xwe, ji rewşa bê hezkirî, heval û hogirranre tê gotin.



01.05.2016 09:22 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenêtî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî