Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tenêtî - tirşik
tenêtî
(8) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. Tenêtî navê têkçûyî na hêvî û xeyalan e



06.07.2013 13:48 | xewn

2. Tenêtîya herî kambax ew e ku, mirov di nav nezan û belengaz û xwelîseran de bijî



06.07.2013 13:49 | xewn

3. nebuna "te" ye, gorî herkesî "te" diguhere. xwedê tu kesî bê "te" nehêle.



06.07.2013 14:00 | azadixwaz

4. rewşek gelek zehmet e bi taybetî jî şevan.



06.07.2013 07:03 | feqiyêteyran

5. winda buna di nav girseyande ye.heke hişé te ne li zelal be tu nav girseya bi milyonande bî jî tu tené yî.ji bo ku mirov bikare bibeje ez ne tenê me dive dilê mirov tejî be !!



06.07.2013 07:19 | feqiyêteyran

6. li gorî şairê kurd î soran abdulla pashew tenêtî karxezalek e.. nêçîrvanek tê, nîşan lê digire.. û gavên mirov nagihijiye..

(bnr: name) (bnr: mehmet atlı)



06.07.2013 15:21 | endazer

7. nexwestina kêmbûna dengên tv, radyo, mûzîk û xîrecirê ye. ji ber ku bêdengî tenêtiyê xurt dike.



27.08.2013 10:51 | simurg56

8. tîbuna ji bo te, kêmbuna bêhna kenê te, bêdengiya tunebuna te ye.




9. li gor elîxan loran "tenêtî xenêtî" ye. kurd ji tenêtiyê ditirsin. lê. a soxî em bi tenê ne.



28.08.2013 13:09 | înano lo

10. BI RASTÎ EM TU CAR TENÊNE Û TENÊTÎ JÎ TU NE YE! JI BER KU EM BI XWE NIN û EM ne tenê XWEDÎYÊ XWENIN JÎ, DÊ BAV BIRA HEVAL HOGIR MIROVÊN ME JÊ HEZKIR Û JÊ NEfRET KIR HER TIM BI ME RE nin, bi me re hîs DIKIN, difikirin û DIJÎN, Ji ber vê EM DU SÊ ÇAR ... KESIN lê NE TENÊ!



28.08.2013 16:40 | chepo gewez

11. Tenêtî, QAsê XWELÎYA CiXARE Û MînA milake jêkirî YE.



28.08.2013 17:38 | goran

12. Herdem xwarina hêk, kartol an nan û penîr e.



28.08.2013 20:06 | firato

13. azadî bi xwe ye...



29.08.2013 14:47 | devliken kelogiri

14. hesta ku piştî temaşekirina fîlma 2001: a space odyssey li mirov peyda dibe.



16.11.2013 12:00 | simurg56

15. Ji qelebalixek pûç çêtir e



17.11.2013 00:13 | ceso

16. tişta herî xweş...

AN JÎ REWŞA KU BERÊ MIROV DIDE FIKIRÎNÊ.

WEK MÎNAK: DAŞIR(TUWALET) TENÊ YÎ Û HER TIŞTÎ DIFIKIRÎ...



30.12.2013 03:25 | xendekî

17. dema ku mirov dengê dilê xwe gohdarî dikê.



30.12.2013 14:08 | fırat evdal

18. tişteke, di van rojên dawîn de hatîye li serê çend heb nivîskarên ku hewl dikin ku tirşikê de binivîsin e.



21.01.2014 18:15 | nazim tolhildan

19. nanê tisî û carna jî xwarineke bêtahm e..



18.03.2014 18:20 | elomelo

20. nanê tisî û carna jî xwarineke bêtahm e..



18.03.2014 18:20 | elomelo

21. ger bûbe şêweya jiyana mirov, belkî xweş be. lê ger ji ber çûyînan û berdanan be...



10.06.2014 18:04 | simurg56

22. ahenga ku bi min re daxwaza stranên kurdî yên hêdî hêdî çêdike. wek niha. di vê nîveşevê de darî strana mehmet atli: lo lo pismamo dikim!



07.07.2014 00:30 | xendekî

23. ka bide min, BêDENGÎya RûYÊ xwe

êş û jana li ser reşmijangêN TE

ka TÊxe Destê MIN tenêtîya JîYANÊ,

LÊ min nehêLE BÊ xwe,

tENÊtîYA te PIR TAHL E...



07.07.2014 17:24 | ahmedamedi

24. tenêtî karxelak bû,nêçîrvanek hat nîşan lê girt



07.07.2014 17:35 | remêyê neco

25. carna xweş e, carna zilm e.



02.08.2014 21:14 | mala te ava

26. tenêtî ne karxezalek e, roviyekî dêqehb e, lavlavkeke zexel, marekî jehrî ye ku bi demê re derbasî laşê te dibe, ji laşî ber bi giyanî dihere ku êdî tu ji nifşa wenda ya demê yî, ger wek têgînî bihesibînî tevliheviya dem û mekanê ye, hew saet hew gav lê bêherikîn, di nava qelebalixên pûç, zêdebûna pêjn û dengên bêwate de terpilîna gavên gêjkî yanê tu li kû binihêrî (heger bibînî) tiştekî beredayî lê jiyanekî bêminet, heqqet kê gotiye minet xerab e?



18.09.2014 01:07 | ferhenga şikestî

27. take-pakî ye ji bo werarbûna rih û derûniya mirovî.



06.04.2015 01:04 ~01:09 | serhednişîn

28. yan jî bêxevtî ye.



06.04.2015 01:12 | cemilcanbegî

29. tıneti tişteki çavaye?



06.04.2015 01:57 | baynu

30. hîsekê girane ku di nav qelebalixê de jî dikarî hîs bikî



06.04.2015 13:25 | mîrzayêbiçûk

31. şükrü erbaş bû digo; yalnızlık hiç de tanrısal değil, görkemli değil. O yalnızca geçmişle

gelecek, ölümle yaşam arasında kocaman bir karanlık nokta..

erê hin hîs bi tenê kesên ku lê serwext bûne tên pirsîn, ên din galegalên vala ne..

tenêtî ne karxezalek e ne jî aramî û hizurî ye..

dema ku te ne ji bo roj an hefte an mehan, ji bo demeke nedîyar tenê bimînî, wê çaxê tu ye fêm bikî bê ka mirovek çawa dikare di navbera odeyên malê de di saetekê de pazdeh tûr biavêje? mariv çawa dikare çayê deyne ser êgir û bi saetan bi zikekî birçî bi vê çayê vexwe, dema ketî nava nivînan lê xew li te biherime, tu yê fêm bikî heman çay çawa nivê şevê tê germkirin û tê tehmijandin, kekremsî yan tehl, hîç ne girîng e ya girîng; dawiya pakêta te ya cixareyê hatiye yan na?

we qet dengê bêdengiye bihîstiye? yan jî we qet dengê xwe ji ber neaxaftinê ji bîr kiriye? tu yê fêm bikî, dema mariv sê roj tu xeberan nede û di carekê de çawa peyvên wê/ê di qirikê de ziwa dibin û nema derdikevin, peyv ji dengî dixeyide, tu yê fêm bikî lê ne aniha, piştî ku bi rastî jî tenê mayî û êdî silava hevalên te yên salane jî siwarî keştiya fezayê bibe û biçe hey biçe..



06.04.2015 22:32 | ferhenga şikestî

32. peyva ku tenê helbesta ebdula peşêw tîne bîra min e. tew bi dengê mehmet atli be.





07.04.2015 20:37 | berxweda

35. bajarê carna min jî acis dike... * lê ev tenêtî ne derdek bê dermane carna wekî pêtîya baranê ji nîşkave tê û diçe



02.03.2016 21:43 | shorbevan

36. Gava te pala xwe dabe neynika asansura ji bo 4 kesan , ji te re zehf dûr hatina deriyê asansurê ye



30.03.2016 12:23 ~12:25 | xeteraqirêj

37. Dema ku mirov strana xwe ya herî xweş diveke û dikeve nav xewnên xwe.



30.03.2016 12:39 | bêvila nazmîkirik

38. Ekşiyê da nîvîskarê nav negolets rind gotiye;

Bi ya min tenêtî bi mirovan re nebûyînti yê zehftir, mirovên bi awayekî haja wan ji heyîna te dibin , şabûna wan Nedîtin e ji heyîna te





Bence yalnızlık insanlarla birlikte olamamaktan ziyade, varlığından bir şekilde haberdar olabilen insanların, senin varlığından mutlu olduklarını görememektir.





01.05.2016 06:04 ~06:12 | xeteraqirêj

39. bi tena serê xwe, ji rewşa bê hezkirî, heval û hogirranre tê gotin.



01.05.2016 09:22 | shorbevan

41. rewşa xedar a ku ji hinekan re keyf ji hinekan re derd e. ez jî ji wê komê me ku ji tenêtiyê zêde hez nakin. weke sergijik gotî ji xwe çaya bi tenê derdeke girantir e jî.

lê li aliyê din tenêtî diyariyeke ku mirov jê sûdê werdigire, li xwe guhdarî kirin nabe nesîbê her kesî. derdê yeke din an jî kesên din ne tiştên pîroz in ku mu pê bigirî!



01.05.2016 12:51 | azadixwaz

42. (bnr: bêtelefontî)



02.05.2016 01:26 | gumgumok

43. hinek di nav qerebalixê de tenêtîyê dikşînin, hinek jî bi tenêtîya xwe re çareyekî digerin..

yê mita min jî; carna daxwazin tenê bin û aramîyê daxwazin, carna jî di nav qerebalixê da tenê dibin û reçeteyek lazim dibe.

gere bijîşkên tirşikê hev bicivin û reçeteyeke tenêbûnê binivîsin..

(bnr: simurg56)

(bnr: gumgumok)



02.05.2016 01:34 | bûtîmar

44. zor dijwar e. çendî ko min dezanem belêm em qas e. xotan le tenêtî biparêzin.



02.05.2016 04:15 ~04:25 | endazyar

45. gavaka li kurdistanê şev dibe li welatê ku ez nûha dijim nivê rojê ye,

lowma wê wextê tirşik boy min şûna tenêtiyê ye.



02.05.2016 06:21 | cinorek

47. Rewşa go ez niha têde me. Rewşeke zor e.
Tenêtî, yekî bi darê zorê terbiye dikê û têşênê.
Mirov an pê kwûr-kêm dibe û ditefê, an sînorê xwe diqetênê û difilitê xelas dibe, anjî bi sebr û semaxê derbas dikê.

Tenêtî jiber çûyînan û berdanan dijwartir e.
Yekî çiqa rast gotiye...

Eğer dostlardan mufarakat olmasaydı, ölüm ruhlarımıza yol bulamazdı ki, gelsin, alsın.' Demek, en ziyade insanı öldüren, ahbaptan mufarakattir.



13.06.2018 03:09 | gumgumok

48. Mînanî ku qet me'dê meriv neçe nan û meriv bi mecbûrî nanê tisî yê xeniqûtkî/xeniqokî bixwe ye.
bê av, bi zorê, bi tenê..



16.06.2018 00:13 | bûtîmar

49. rewşa ku bi şewba korona re her mirovekî kêm zêde jê tehemandiye *

lê ji bo vê rewşê ne hewceye ku mirov li dora we nemînin, car caran di nav civîneke de hûn dikarin xwe tîkîtenê jî bibinîn
(bnr: biyanîbûn)



06.05.2021 16:40 ~16:42 | merwano

50. Kaxezalek e. Nêçîrvan jî lê nîşan nagire. Ew qasî tenê ye. Ez bi xwe ji tenêtî hez dikim heyra. Qet aciz jî nabim. Demeke dirêj tenê mam. Neçar bûm hîn bibim û jê hez bikim. Berê tehma wê ne xweş bû lê niha xweş e. Hin kes tenê nikarin herin nan bikirin. Wilan tu weke kerekî ye!! Na wele ker î! Dîsa aciz bûm.



06.05.2021 17:49 ~17:50 | xwelî li ser

51. Carna xweş e, carna êş e ji bo mirova; Lê ji bo milleta tenêtî her tim êş e



06.05.2021 20:34 | serpale

52. Min nameyek bi vî rengî ji bo bloga xwe nivîsand im. Va ye nameya min:

"Di tevahiya jiyana xwe de min hîs kir ku ez ne aîdê tu cihî me. Min hewl da xwe nas bikim, lê ez her tim li gor hêviyên kesên din dijîm. Malbata min, hevalên min, hevjînên min... Hemû jî ji min cuda ne. Wan hemûyan dixwest ku ez bibim kesek ji min cuda. Min hewl da ku ez jî bi wan re biçim, lê valahiya hundirê min qet tije nebû. Min xwe bêqîmet û tenê hîs kir. Ji jiyanê re kêfa min nehat. Derman, alkol, qumar... Ev hemû tenê revîneke demkî bû. Di dawiyê de min nikarîbû xwe ragirim û min dest bi xwekujiyê kir. Dibe ku mirinê min xilas bike. Dibe ku mirin nasnameya min a rast bû."



21.05.2023 22:08 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenêtî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî