1. bavê incîlê û bapîrê kuranê ye. |
|
15.03.2014 21:37 |
nazim tolhildan
|
2. li cem min kurdiya wê a bi formata pirtûk jî heye! peymana kevn, xweş e mirov wê bixwîne |
|
15.03.2014 21:38 |
elomelo
|
3. Pirtûka ku Quran dişibê ye. Ji Mûsa re hatiye. Bi destpêkê destpê dike. Bi dubare kirina zagonê dawî dibe. Ji pênc pirtûkan pêk tê. |
|
03.08.2020 19:18 |
yûsiv
|
4. nav vê pirtûka pîrozda hin ayetada derbas dibe ku xwedê cihûyara qewitî dide û dibêje herin îltîcaya kurda (bnr: med) bikin yê we biparêzin û em zanin ku heta cihû welatê xwe ava kirin hinekî van başûr û rojavayê man. kêngî welatê van ava bû ew jî zivirîn welatê xwe. |
|
30.08.2020 02:01 ~02:02 |
doesntmatter
|
5. Tewrat navê pirtûka pîroz a cihûyan e ku Berî Zayînê di sedsala 14an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan berdewam kiriye. Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serpehatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsiv, Mûsa û Harûn tê sekinîn. Pirtûk ji 5 beşan an ji bi gotineke din ji lihevanîna 5 pirtûkên din pêk tê. 1) li gel keçikên xwe razana pêxember Lut. 2) çêbûna adem ji axê û her wiha çêbûna hewa ji hestîyên adem. 3) piştî guneha yekem, gotina Xwedê ji hewa re " piştî vê demê ez ê tawaneke bidim jinan ku dê ew bi êş zarokên bînin dînê. ji ber ku te ew sêv xwar tu yê di bin sîya mêrê xwe de bimînî û bi wî jiyana xwe derbas bikî ji ber ku te ji wî çêbûy. 3) piştî lehiyê ji aliyê xwedê ve diyarkirina bûka baranê. (nûh) 4) Soza ku ji Medan re hatiye gotin ango (kurd, fars, afgan hwd) hûn ê di dawiya dinyayê de rêya Xwedê amade bikin. 5) nîşaneyên hatina Îsa. 6) kuştina zarokê yekem. 7) gunehên pêxemberan, harema pêxember Silêman. 8) 10 zagonên bingehîn. 9) hin ayetên hov. Wekî: zarokên te li ber çavê te dê perçe perçe bibe. wê malên wan hilweşe. û dê bikevin irza jinan. (Îşaya: 15:16) 10) berbilav bûna cihûyan û mezin dîtina qewmê cihûyan. gelek tiştên din hene lê ji bo niha bes e. Bi kurt û kurmancî ez tenê xwendevanek im. nêrîn û ramanên her mirovê cuda ne. bi min ji bo zanînê, ji bo nasîna dîn û Cihûtiyê divê ev pirtûk bê xwendin. Divê bi gotinên klişe wekî - Tewrat guheriye ne hewceye bixwînim - nekin û rastiyê hûn bi çavên xwe bibînin. |
|
02.05.2021 17:39 |
yûsiv
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |