Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    name - tirşik
    name
    (1) (0) ecêb (0) (15)
    di mijarê de bigere

    1. kaxezên nivîskî ku berê mirovan pê têkilî bi hev û din re datanîn.. di warê têkilî û danûstandinên beşerî de ciyeke girîng digire ev navgîna ragihandinê.. di roja îroyîn de çendî cihê xwe ji mail û posteyên elektronîk re hêliştibe jî hê jî li hin der û deverên wekê hebs û qişleyan ku înternet û telefon lê tune an qedexe ye, tekilî pê nameyan tê danîn.. û hin kesên wekê min ji nostaljiyê hez dikin jî carinan ji delalî û dergistiyên xwe re nameyan dinivîsin û dişînin..

    di kurdî de ji bo nameyê herwiha mektûb û reşbelek jî tê gotin..



    2013.07.06-15:27 | endazer


    3. navê helbesteka abdulla pashew ku li moskowê hatiye lêkirin.. mehmet atlı ev helbesta nestêle kiriye beste û di albûma xwe ya dawîn de stirandiye.. helbest jî û strana ku ji helbestê hatî pê jî di warên xwe de têra xwe xurt û serkeftî ne..



    êvar e

    baran hûr hûr dibare

    tenê me

    na ne tenê me

    hemû bajar li gel min gav diavêje



    tenêtî karxezalek bû

    nêçirvanekî hat

    nîşan lê girt

    gavên min nagihêjinê



    êvar e

    baran hûr hûr dibare

    tenê me

    na ne tenê me



    diçim

    cada tije xwe bi piye min girê dide

    di berîkê min de nameyek

    li zerfekî sor de

    dile minê duwemîn e

    lê dide...



    stran:










    2013.07.06-15:33 | endazer

    4. navê albuma stranbêj xelîl xemgîn e.



    2013.07.06-15:33 | azadixwaz

    5. navê helbesteka şairê kurd ê nemir arjen arî ye..



    ''Şorbenîsk min ji bîr kir

    tilîşewitî, hevrêşk û meyir. . .

    xweziya

    tasek dims li ber min bûya

    nuha li wir. . .

    lo esker çi dikir bila bikira...



    bi min re ma

    -newê gorê baş e-

    hisreta qeras aş e;

    ya min şal û şapik...

    di talda tahteke Gebar de nuha

    min pal dabûya;

    nanekî tenûrê jî hebûya

    azad bûma hê çêtir,

    ji xwe bindest im...

    ez bêjim -têm çavên te

    nuha şil in...

    û destên te binmil in, xuşka min

    -silavan ragihîn xwarziyê min

    bêje -xalê te radimîse

    têr têr tê eniya te. . .



    û li ber nekeve

    li ber min jî...

    ma ez xalê kê me?

    ne, te digot -çi mêr e-

    -berxê nêr ji bona kêr- e

    êşa xwe nexe dilê xwe

    sibehekê rabe, xuşka min

    bi ser wî bajarokî de bidêre.

    birayê te. . .



    2013.07.28-09:53 | endazer

    6. name, rêbaza têkilîyê ye. lê nameyên edebîjî hene. nameyên heri kêfa meriv tîne nameyên dildaranin. nameyên ku herî meriv xemgîn dikin, nameyên ku bi mohra görüldü ji girtigehan têne şandin. yên herî resmî jî ên leşkera nin.



    2013.07.28-23:01 | seydayê_peyvan

    7. bi zazakî "name", bi kurmancî "nav", vengê m-v vurîyayê/bedelîyayê.



    2013.09.14-19:50 | kurdane

    8. peyva ku cara pêşî û hîn temenê min 8-9 salîn bû gava min di straneke şivan perwerî de bihîst ku wek helbestê bû di girtina apoyî de li romayê de hatibû nivîsÎn û min wê çaxê xwe zana û zîrek kir û got naxwe "name" ya ingilîzî ku di wateya nav de ye û "name" ya kurdî ku di wateya mektûbê de ye têkilîdar in..

    Her çiqasî teoriya min ne li ser bingehên zanistî bû jî lê xwedê dizane têkiliyek heye di nav wan de..












    (bnr: nameya şivanî bo apo)



    2014.05.13-03:36 | dijber

    9. helbesta evdila peşêw e ku ez dibêjim qey ji bo min hatiye nivîsîn e.



    guhdarî bikin:










    2014.09.13-01:50 | berxweda

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.09.13-02:05 | ciwan

    11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.10-13:25 | jovan bervaj

    12. peyva ku kêfa min qet jê nayê. hema ji farisî têxistine zimanê. li nav hevokên kurdî mîna pîç dimîne û qet nikare bibe peyveke normal a kurdî. heta nuha jî canik û camêrek derneketiye û ji nav devokên kurdî ji bo vê amûrê peyvek neşibandiye yan jî peyvek neafirandiye. hema berdin afirandineke nû, "name" têxistine qûna peyvên kurdî û frankeştayna mîna rojname derxistine holê ku li jiyana rojane kişandina vê voldemortê bû kul û derdekî mezin ka ecêb "rojnama min" yan "rojnameya min", rast e! xwedêyo! (ha bi ya min hevoka ewil rast e) piştî perçekirina atomê ya bi navê zayenda peyva tişt vay ji we re amerîkayek nû. *



    (bnr: bijî berxwedana dumbledore)



    2015.09.16-13:07 | biruya hayao miyazaki

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.09.16-13:20 | elegez

    14. navê albûmek gelek xweş ya xelîl xemgîn e.



    2015.09.16-21:10 | simurg56

    15. mektûb, pel, kaxez.



    2015.09.16-21:52 | shorbevan

    16. Xweştirîn albuma xelîl xemgînê hêja ye.

    Li gorî min peyveke xweş e û ne hewce ye ku peyveke nuh jê re bê afirandin..



    2015.09.17-02:46 | mergehez

    17. Peyvek Farisî ye û qet ne li gorî Kurmancî ye. Dêvla name gere peyva " nave" bê bikaranîn



    2018.01.16-15:21 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nameya prz. muharrem erbeyî ji kurê xwe re rêkirî

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî