1. kaxezên nivîskî ku berê mirovan pê têkilî bi hev û din re datanîn.. di warê têkilî û danûstandinên beşerî de ciyeke girîng digire ev navgîna ragihandinê.. di roja îroyîn de çendî cihê xwe ji mail û posteyên elektronîk re hêliştibe jî hê jî li hin der û deverên wekê hebs û qişleyan ku înternet û telefon lê tune an qedexe ye, tekilî pê nameyan tê danîn.. û hin kesên wekê min ji nostaljiyê hez dikin jî carinan ji delalî û dergistiyên xwe re nameyan dinivîsin û dişînin.. |
|
06.07.2013 15:27 |
endazer
|
2. navê helbesteka abdulla pashew ku li moskowê hatiye lêkirin.. mehmet atlı ev helbesta nestêle kiriye beste û di albûma xwe ya dawîn de stirandiye.. helbest jî û strana ku ji helbestê hatî pê jî di warên xwe de têra xwe xurt û serkeftî ne.. |
|
06.07.2013 15:33 |
endazer
|
3. navê albuma stranbêj xelîl xemgîn e. |
|
06.07.2013 15:33 |
azadixwaz
|
4. navê helbesteka şairê kurd ê nemir arjen arî ye.. |
|
28.07.2013 09:53 |
endazer
|
5. name, rêbaza têkilîyê ye. lê nameyên edebîjî hene. nameyên heri kêfa meriv tîne nameyên dildaranin. nameyên ku herî meriv xemgîn dikin, nameyên ku bi mohra görüldü ji girtigehan têne şandin. yên herî resmî jî ên leşkera nin. |
|
28.07.2013 23:01 |
seydayê_peyvan
|
6. bi zazakî "name", bi kurmancî "nav", vengê m-v vurîyayê/bedelîyayê. |
|
14.09.2013 19:50 |
kurdane
|
7. peyva ku cara pêşî û hîn temenê min 8-9 salîn bû gava min di straneke şivan perwerî de bihîst ku wek helbestê bû di girtina apoyî de li romayê de hatibû nivîsÎn û min wê çaxê xwe zana û zîrek kir û got naxwe "name" ya ingilîzî ku di wateya nav de ye û "name" ya kurdî ku di wateya mektûbê de ye têkilîdar in.. (bnr: nameya şivanî bo apo) |
|
13.05.2014 03:36 |
dijber
|
8. helbesta evdila peşêw e ku ez dibêjim qey ji bo min hatiye nivîsîn e. |
|
13.09.2014 01:50 |
berxweda
|
9. peyva ku kêfa min qet jê nayê. hema ji farisî têxistine zimanê. li nav hevokên kurdî mîna pîç dimîne û qet nikare bibe peyveke normal a kurdî. heta nuha jî canik û camêrek derneketiye û ji nav devokên kurdî ji bo vê amûrê peyvek neşibandiye yan jî peyvek neafirandiye. hema berdin afirandineke nû, "name" têxistine qûna peyvên kurdî û frankeştayna mîna rojname derxistine holê ku li jiyana rojane kişandina vê voldemortê bû kul û derdekî mezin ka ecêb "rojnama min" yan "rojnameya min", rast e! xwedêyo! (ha bi ya min hevoka ewil rast e) piştî perçekirina atomê ya bi navê zayenda peyva tişt vay ji we re amerîkayek nû. * |
|
16.09.2015 13:07 |
biruya hayao miyazaki
|
10. navê albûmek gelek xweş ya xelîl xemgîn e. |
|
16.09.2015 21:10 |
simurg56
|
11. mektûb, pel, kaxez. |
|
16.09.2015 21:52 |
shorbevan
|
12. Xweştirîn albuma xelîl xemgînê hêja ye. |
|
17.09.2015 02:46 |
mergehez
|
13. di qeydên kevn ên kurdî de ji bo wê kaxid hatiye gotin. |
|
02.05.2020 14:05 |
henûn
|
14. Di Zaravayê zazakî de şûna peyva nav tê bikaranîn |
|
02.05.2020 14:19 |
kajav
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |