Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
kurdî-der izmir - tirşik
kurdî-der izmir
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li biniya qadîfeqele li ba kavilên agora ye: çaya wê her çiqas a tirkî be jî xweş e.



15.03.2014 10:13 | janbarblues

2. li hembere agora ye li Çankaya ye. rastî jî mamosteyên wan pir heja û serkeftî ne. ji kürden îzmîre re pêşniyar dikim.



15.03.2014 19:48 | argeşbotan

3. wey mala xwedê hezar carî ava be. li bajarê faşîstan de tiştek welê zehf baş e. ez hêvî dikim serkeftî bixebite û temendirêj be.



16.03.2014 21:29 | bakur-başûr

4. Min li Îzmîrê 5 sal zanîngehê xwend, di navbera 2010-2015an de. Ez çend car çûm kurdî-derê. Her caran jî poşman bûm. Ez ji vana yekî ji we re bibêjim. Rojek ez û hevalekî xwe em çûn Kurdî-derê. Serokê kurdî-derê gellek qurre û pozbilind bû. Hevalê min çend tiştan jê pirsî heftê çend caran qurs heye, mamosteyên we çawa ne, sertfîka didin yan na û hrwd. Merik rabû pêdarê û xeber da ji heval û got: " Hûn çawa difikirin, em çima sertfîka bidin? Em sertfîka bidin we hûn jî herin TRT 6ê(anha TRT Kurdî ye navê wê)? Hûn herin û li dijî me biaxivin?"
Em matmayî bûn. Gelo me çi kir, ev dibê çi? Ez û hevalê xwe me li hev nihêri û em derketin. Em carek din jî neçûn.
Birayê min, em hatine ku zimanê xwe fêr bibin, piçekî alîkar be. Em nehatine pevçûnê, em hatine zimanê xwe hîn bibin. Ew çi hal e.
Baş e ez dizanim hemû kedkarîn kurdî-derê ne wisa ne. pirrên wan me bi ser ser û ser çavan webûl dikin, ji me pirr hez dikin.
Yek jî ji wan Helbestvanê kal e. Min kalo li wê naskir, ez qurbana wî kalê xwe me. Helbestên Cegerxwîn jiber kiribû. Wi ji me pirr hez kir. Sohbeta wî xweş bû. Yên Kudî derê hemû wî naz dikin, ji tirşikvanan daxwazek min heye, gelo ku hûn wî nas dikin hûn dikarin silavê min jê re bişînin? Di şûna min da dikarin destê wî maç bikin? Navê min ne muhîm e. Navê xwe bibêjim jî naye bîra wî. Min pirr ji wê hez kir û ji xwe re kal hesiband.



19.06.2018 16:44 | apê mihyedîn

5. piştî ku kurdî-der hatin girtin navê xwe guherand û xistin ''avesta ziman''. hê jî dersên kurdî didin.



12.07.2019 17:15 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdî-dera cizîrê
» izmira reş

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî