Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gulfiroş
peyamên çepikkirî

51446. navê helbesteke xêro abbasî ye..

helbesteke gelek xweş e lê ji xêro abbasî bêtir li dengê ferhat merdeyî tê

fermo binihêrin



ev ji dengê xêro ( bnr:

)

ev jî ji dengê ferhad merde ( bnr:

)

li jêr jî temamî helbestê;



Min go Gulfiroş!

Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe

Him şev û him roj!

Ji te memnûn im

Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş !

Ji ber ku îro ez penaber im.

Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş !

Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im…

Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim

Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im !

Buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim,

Min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim.

Ji ber ku îro ez penaber im!

Li her wargehekî min gulek çand.

Lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be!

Çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im…

Ger yek ji min bipirse, dosto; “Tu dixwazî li gulan bigerî?”

Ez ê bêjim “Na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de

pir in,

Ez li warê gulan ez digerim…

Qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî,

Birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im !

Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

Bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û

herim !

Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im,

Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im.”

Lê çi bikim, îro, ez penaber im !”



08.06.2013 14:50 | simurg56