Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    gulfiroş - tirşik
    gulfiroş
    (3) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. helbesta cigerxwîn e ku berhemeke nuwaze ye.

    gelek stranbejî xwendiye.

    risteya wê ya herî xweş "dil bi gul didî" ye. helbestkar dide zelalkirin ku ji bo guleke sor çend ciger bi xwîn dibin û çend dil xwe didin.



    Gulfiroş



    Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,

    Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.

    Gul bi dil didî.



    Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,

    Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.

    Gul bi dil bidî.



    Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

    Ê gulperest bî, can û dil didî.

    Can û dil didî.



    Min go kî didî, can û dil bi gul,

    Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

    Dil bi kul didî.



    Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

    Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

    Dil bi kul didî.



    2013.07.06-15:48 | borazboz

    2. helbestek û straneke pir xweş ê ji tûrikê hêja cigerxwîn rijiyeya ser sifreya me û em pê xweşhal kirine. hingî ku ez ev helbestê dibihîsim hevaleke min tê bîra min.



    2013.07.06-16:16 | azadixwaz

    3. bi dengê cigerxwîn gulfiroş http://www.yekster.com/bi-deng-cegerxwn-gulfiros-mp3-dinle-8026.html



    2013.07.06-20:03 | gêjê

    4. burhan berken pir xweş dibêje gulfiroş (








    )



    2013.07.06-20:13 | gêjê

    5. helbesteke cegerxwînî ku aram tîgran gotiye û dû re nîzamettîn arîç û burhan berkenî jî gotiye li dû wan.

    (bnr: çend kesan strana gulfiroş gotiye)



    2013.12.21-21:42 | dijber

    6. navê helbesteke xêro abbasî ye..

    helbesteke gelek xweş e lê ji xêro abbasî bêtir li dengê ferhat merdeyî tê

    fermo binihêrin



    ev ji dengê xêro ( bnr:








    )

    ev jî ji dengê ferhad merde ( bnr:








    )

    li jêr jî temamî helbestê;



    Min go Gulfiroş!

    Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe

    Him şev û him roj!

    Ji te memnûn im

    Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş !

    Ji ber ku îro ez penaber im.

    Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş !

    Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im…

    Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim

    Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im !

    Buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim,

    Min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim.

    Ji ber ku îro ez penaber im!

    Li her wargehekî min gulek çand.

    Lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be!

    Çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im…

    Ger yek ji min bipirse, dosto; “Tu dixwazî li gulan bigerî?”

    Ez ê bêjim “Na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de

    pir in,

    Ez li warê gulan ez digerim…

    Qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî,

    Birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im !

    Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

    Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

    Bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û

    herim !

    Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

    Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

    Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im,

    Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im.”

    Lê çi bikim, îro, ez penaber im !”



    2014.11.10-23:08 | ferhenga şikestî

    7. di vir de keçikeke zarşêrîn û xwîngerm û delal ji herduyan jî xweştir dixwîne*



    ( bnr: https://www.facebook.com/video.php?v=10152283739337307&set=vb.588687306&type=2&theater )



    2014.11.10-23:11 | ferhenga şikestî

    8. helbesta ku ji aliyê şervanekî ypgî gelek gelek lê gelek xweş tê gotin ;



























    2014.11.10-23:17 | brusk56

    9. mirovê gula difiroşe, cegergun ev kelîme di me'neya mirovên cahş û xaîn de xebitandiye.




    10. Ee kese/a ku gul û çîçekan difroşe. berê piraniya gulfiroşan romanên qunmezin û porgijol bûn. Niha cicekksepeti.com, cicekgonder.com cihê wan girtine. Her wiha em tev zanin helbesteke Cegerxwîn jî bi vî navî heye.



    2014.12.22-20:01 | seydayê_peyvan

    11. helbesteka cigerxwîne bûye sitranek jî bi dengê reşo û burhan berken gelekî xweşe.



    2015.06.09-22:31 [guhertin:2015.06.09 22:32]| shorbevan

    12. Tirşikvaneke nû ye. Beriya sê-çar deqqeyan bûye endam. Bi xêr hatiye.



    2016.03.27-18:51 | gulêê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ciwanên netewî yên kurdistanê [1]
    tevgerek ciwanan ya ji bakurê kurdistanê ye. herî dawî tevlî pîrozbahi...
    helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
    Te go Erê
    Tû wek qirediyeke ku bi ribayeke giran ji banqe hatib...
    min kurd im farsî niyezanim [3]
    straneke xweş a bi kurdî-kirmanşanî ye.. çend meh berê hunermendê kurd...
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gulfiroş

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî