Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 43 peyam
hakan can - tirşik
hakan can
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjekî kurd e ku ez ne saş bim albûma wî tune ye çend stranên wî li ser youtubê barkirî ye dengê wî û newaya stranên wî pir xweş in aramiyeke dide dilê mirov bi taybetî jî stranên wî yên xeyalfiroş, kurdiya min û tu nayê.. her sê stran jî melankolî ne heçiyê dixwaze bila li ser youtubê guhê xwe bide



16.03.2014 22:37 | ferhenga şikestî

2. (bnr: xeyalfiroş)



16.03.2014 22:44 | ferhenga şikestî

3. wexta ez di lîseyê de bûm,min pirr guhdêriya stranên vî camêrî dikir.tingîna gîtara wî dengê wî ê nermik çi xweş diherikî.strana wî a bi navê "çavê mino" pirr xweş e,weke teenagerek depresîf min kêm ruhnîk nebarand ber paşfoniya vê stranê ve * wê çaxê youtube filan zÊDE NE AKTîf bû û hakan can pirr nedihate nasîn.ne wêneyek wî ne jî nîşaneyek ji sûretê wî peyda nedibû...piştî çend salan min cara ewil wî di bernameyeke trt 6 ê de dî.strana wî a bi navê "ax welato" jî xweş e,helbestek kevn e di kovara hawar de hatiye weşandin filan..

bi min qedrî wî mezin e,bo çi,çimku çimku wexta min guhdêriya wî dikir ez hîn xort bûm ciwan bûm li ser xwe bûm.. *



16.03.2014 23:05 | gulgenim

4. bi qasê dixweye yek ji stranbêjên qedrnegirtî yanî underrated e..



(bnr: qedrnegirtî)

(bnr: underrated)



16.03.2014 23:07 | endazer

5. stranbêjê ku bi rastî jî underrated e. weke mînak min cara ewil îro navê wî bihîst.

strana xeyalfiroş xweş e. hê yên din nizanim.



17.03.2014 23:26 | simurg56

6. xwediyê albumek bi navê xeyalfiroş e, bi qewlê tirşikvanan têra xwe underrated e; performansên wî yên zindî ji qeyda albumê xweştir in.



18.03.2014 01:16 | kevçiyê dil

7. Xeyaleke wî hebû. Çû firot. Perê wê xwar û me hew ew dît. Çi underrated çi hal! Sal nod û heysht. Albuma wî derket li ofîsê sibê de heta êvarî me ew guhdar dikir. Li ser erdê û bin erdê, di walkmanan de di metro fm de, di arkadas kafe de di pyramit kafe de heta bi anit pastanesi, li ber hêkerûn li ber çaya qaçax pishtî ciwan haco... Me nifshekî xeyalê wî gishtik bi hev re xwar. Ê ji ber mayî jî niha wun dixwun.



11.04.2014 05:04 | hemdilaarda

8. heçiyê hatiye pesn û wesfê camêrî dane lê kesekî jî negotiye ha ji were ülker lînk têr jê vexwin, bêhna xwe lê fireh bikin, tê bêjî qey lînkên youtubeê ji kîsî mal û milk û emlakên bavê nivîskarên tirşikê diçe..

hakan can - xeyalfiroş;

(navê stranê di lînkê de wek xeyal firoş j hev cuda hatiye nivîsandin lê ev bikaranîneke şaş e, çima? hema.. *



11.04.2014 12:04 | endazer

9. Hunermendek Kurd e. Yek albuma wî heye navê wê xeyalfiroş e. Sala 1998ê derxistî ye. Bi ya min ji xeynî albumên Ciwan Haco ji sala 1998ê heta niha albuma herî serkeftî ya wî ye. Mixabin gelê me qîmet neda wî û ew jî winda bû çû



13.05.2020 12:59 | soryazyus

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» hakan arif can
» can feda

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî