Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lobiya reşşikan - tirşik
lobiya reşşikan
(20) (10) (1)
di mijarê de bigere

1. bi qasê lobiya faîz û waîzan tunebe jî kêm zêde di tirşikê de lobiyeke wiha heye, û bêyî qisûr û kêmasî wezîfeya xwe bi heqqî eda dikin.. erê bi rastî jî carinan hin kes ew qasî bi sempatîzanî yanî korbawerî dinivîsin mirov bi xwe re nabîne tiştekî jê re bêje û binivîse, lê reşşikandinên organîze jî ne riyeka maqul e..

wek nivîskarekî ku hê destê wî li bişkoja reşşikê negeriyaye bi dileke rihat karim bêjim ku xêrê bikin û qet nebînin, û xwudê xêra wan qebûl neke, çeppik an reşşik ji min bi xwe re ne xem in, carinan dibînin ji ber vê meseleya çeppik û reşşikê hin nivîskar dikevin depresyonê de û dilê wan ji tirşikê reş dibe..



16.03.2014 22:54 | endazer

2. ne tişteke ewqasî giring e,

(bnr: hobiya reşşikan)



16.03.2014 23:58 | azadixwaz

3. lobiya ku bi rastî meraq dikim e ku ji kî kî pêk tê ye.

ji ber ku îstatîstîkên tirşikê ji xwe ne ew qas pêşketiye, qet ne xema min e.

yanê ger peyamên herî zêde hatî çepik kirin, ên herî zêde hatî reş kirin bihata dîtîn û di bin her peyaman de hejmara reyên erênî û neyênî hebûya, belkî ji bo min bibûya xem .

di vê navberê de ;

(bnr: kêmasiyên tirşikê)



17.03.2014 00:02 | brusk56

4. http://hizliresim.com/lYdG8E



10.05.2014 00:36 | mergehez

5. Dîsa dest bi kar kirine*



edît; neêşiyaaaaaaaa de lêxin hovino lêxin!



edìt2: henek dikim şekirnoo*



30.12.2014 17:30 | ferhenga şikestî

6. dîsa li ser kar in...

bi awayekî eşkere dibêjim, yê/a ku ewqas reşik dayiye peyamên min ên vê taliyê, rasterast gerîzekalî ye..



10.01.2016 17:17 | ferhenga şikestî

7. a yekem; mıgırdiç margosyan ne bi tirkî ye, bi ermenî ye

a duyem; özgür aydemir ne stranbêjekî tirk e, kurd e û ev jî navê wî ye, ma navê taybet tên guhertin? ma çi binivîsim? azad hîvhesin?

a seyem:evrimagaci.org navê malperekê ye, ma bêjim darawerarê.org?

a çarem: tesbih taneleri navê orjinal ê pirtûkê ye

a pencem: hebekî te'mul û toleransa we hebe, ez ji reşşikan naêşim, dema ez di derheqê mijarekî de dinivîsim bi qasî ku ji min tê objektîf dibim. ferhenga înteraktîf nabe ku bi tenê ji zimanekî pêk were, min berê jî gotibû; sernivîs bi çi zimanî dibin bila bibin lê bes peyam bi kurdî bin..

a şeşem: çi elaqeya xulamtî û koletî û sernivîsên tirkî pê heye? tê bêjî qey em nivîskarên ekşiyê ne û hatine li vir bi tirkî dijîn û ji kurdbûna xwe fedî dikin, hebekî bi mantiqa xwe tevbigerin..

di kurdî de ji xeynî çend tiştên binkêtî tu tişt nîn e, em dikin ku bi saya serê tirşikê vê qalikê bişkînin, loma pêdivî zimanên dî jî dibe. aniha di ferhengên tirkan de bi hezeran mijarên ingilizî hene, bi deh hezaran mijarên bi zimanên dî hene, ma ew giş kole ne? ez bixwe jî bi hezeran tişt ji wan hîn bûme û gelek caran jî hatime li tirşikê min zêde kirine..



10.01.2016 17:41 ~17:49 | ferhenga şikestî

8. Kuro teqîno çi çîlevîla te ye ji duh ve, te ji me xêr e, ji derdê te em biçin kû derê? Serê min ê delal xenîmê te be hey kezeb nereşo !



10.01.2016 19:18 | sergijik


10. hinek caran ez dikevim şikê ku ez jî endamekî wê lobiyê me. eger serokê lobiyê li vir be bila deng bide min, ez ê tiştekê jê re bipirsim.



10.01.2016 23:17 | wiha wilo wisa

11. Endamek vê lobiyê anha hemû peyamên tirşikê direşşikîne. Tê xêr ê gelo ? Derdê te çiye eşkere bêje ?



05.11.2016 20:03 | biaqila malê

12. ne endamek e herî kêm didu ne. (gere wisa be) ji ber ku peyameke min re du reşşik hatiye danîn.



05.11.2016 20:08 | bûtîmar

13. nizanim îşev çi bi wan hatiye derdê wan çiye * wexta min peyamên endazer di Nav dengdanên dawîn dît min got " dîsa çepik didinê " lê min vekir ez şok bûm *
(bnr: münacaat)



24.11.2016 00:21 | biaqila malê

14. lobîya dîsa çalak bûye. ew jî eşkere dike ku xwîna tirşikê vegeriyaye cîhê xwe *



25.11.2019 00:12 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lobiya bijîşkên tirşikê
» reşşikandin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî