Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    lobiya reşşikan - tirşik
    lobiya reşşikan
    (14) (10) ecêb (1) (13)
    di mijarê de bigere

    1. bi qasê lobiya faîz û waîzan tunebe jî kêm zêde di tirşikê de lobiyeke wiha heye, û bêyî qisûr û kêmasî wezîfeya xwe bi heqqî eda dikin.. erê bi rastî jî carinan hin kes ew qasî bi sempatîzanî yanî korbawerî dinivîsin mirov bi xwe re nabîne tiştekî jê re bêje û binivîse, lê reşşikandinên organîze jî ne riyeka maqul e..

    wek nivîskarekî ku hê destê wî li bişkoja reşşikê negeriyaye bi dileke rihat karim bêjim ku xêrê bikin û qet nebînin, û xwudê xêra wan qebûl neke, çeppik an reşşik ji min bi xwe re ne xem in, carinan dibînin ji ber vê meseleya çeppik û reşşikê hin nivîskar dikevin depresyonê de û dilê wan ji tirşikê reş dibe..



    2014.03.16-22:54 | endazer

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.16-23:07 | derqami

    3. ne tişteke ewqasî giring e,

    (bnr: hobiya reşşikan)



    2014.03.16-23:58 | azadixwaz

    4. lobiya ku bi rastî meraq dikim e ku ji kî kî pêk tê ye.

    ji ber ku îstatîstîkên tirşikê ji xwe ne ew qas pêşketiye, qet ne xema min e.

    yanê ger peyamên herî zêde hatî çepik kirin, ên herî zêde hatî reş kirin bihata dîtîn û di bin her peyaman de hejmara reyên erênî û neyênî hebûya, belkî ji bo min bibûya xem .

    di vê navberê de ;

    (bnr: kêmasiyên tirşikê)



    2014.03.17-00:02 | brusk56

    5. http://hizliresim.com/lYdG8E



    2014.05.10-00:36 | mergehezo nançû

    6. Dîsa dest bi kar kirine*



    edît; neêşiyaaaaaaaa de lêxin hovino lêxin!



    edìt2: henek dikim şekirnoo*



    2014.12.30-17:30 | ferhenga şikestî

    7. dîsa li ser kar in...

    bi awayekî eşkere dibêjim, yê/a ku ewqas reşik dayiye peyamên min ên vê taliyê, rasterast gerîzekalî ye..



    2016.01.10-17:17 | ferhenga şikestî

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.10-17:27 | rasteqîn

    9. a yekem; mıgırdiç margosyan ne bi tirkî ye, bi ermenî ye

    a duyem; özgür aydemir ne stranbêjekî tirk e, kurd e û ev jî navê wî ye, ma navê taybet tên guhertin? ma çi binivîsim? azad hîvhesin?

    a seyem:evrimagaci.org navê malperekê ye, ma bêjim darawerarê.org?

    a çarem: tesbih taneleri navê orjinal ê pirtûkê ye

    a pencem: hebekî te'mul û toleransa we hebe, ez ji reşşikan naêşim, dema ez di derheqê mijarekî de dinivîsim bi qasî ku ji min tê objektîf dibim. ferhenga înteraktîf nabe ku bi tenê ji zimanekî pêk were, min berê jî gotibû; sernivîs bi çi zimanî dibin bila bibin lê bes peyam bi kurdî bin..

    a şeşem: çi elaqeya xulamtî û koletî û sernivîsên tirkî pê heye? tê bêjî qey em nivîskarên ekşiyê ne û hatine li vir bi tirkî dijîn û ji kurdbûna xwe fedî dikin, hebekî bi mantiqa xwe tevbigerin..

    di kurdî de ji xeynî çend tiştên binkêtî tu tişt nîn e, em dikin ku bi saya serê tirşikê vê qalikê bişkînin, loma pêdivî zimanên dî jî dibe. aniha di ferhengên tirkan de bi hezeran mijarên ingilizî hene, bi deh hezaran mijarên bi zimanên dî hene, ma ew giş kole ne? ez bixwe jî bi hezeran tişt ji wan hîn bûme û gelek caran jî hatime li tirşikê min zêde kirine..



    2016.01.10-17:41 [guhertin:2016.01.10 17:49]| ferhenga şikestî

    10. Ev xêrnexwazê ku li gorî kêfa xwe reşikan dide kesan bila pêşiyê fêrê rastnivîsa kurdiyê bibe. nivîsên tê de evqas zêde çewtiyên nivîsê hene kêrê tiştekî nayên



    2016.01.10-17:41 | sergijik

    11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.10-17:52 | rasteqîn

    12. Kuro teqîno çi çîlevîla te ye ji duh ve, te ji me xêr e, ji derdê te em biçin kû derê? Serê min ê delal xenîmê te be hey kezeb nereşo !



    2016.01.10-19:18 | sergijik


    14. hinek caran ez dikevim şikê ku ez jî endamekî wê lobiyê me. eger serokê lobiyê li vir be bila deng bide min, ez ê tiştekê jê re bipirsim.



    2016.01.10-23:17 | wiha wilo wisa

    15. Endamek vê lobiyê anha hemû peyamên tirşikê direşşikîne. Tê xêr ê gelo ? Derdê te çiye eşkere bêje ?



    2016.11.05-20:03 | biaqila malê

    16. ne endamek e herî kêm didu ne. (gere wisa be) ji ber ku peyameke min re du reşşik hatiye danîn.



    2016.11.05-20:08 | hozan serhad

    17. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.11.05-20:35 | hemîş

    18. nizanim îşev çi bi wan hatiye derdê wan çiye * wexta min peyamên endazer di Nav dengdanên dawîn dît min got " dîsa çepik didinê " lê min vekir ez şok bûm *
    (bnr: münacaat)



    2016.11.24-00:21 | biaqila malê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    di kurdî de problematîka navê mehan
    1-zivistan 2-zivistançûn 3-serbuhar 4-buhar 5-buharçûn 6-serhavîn...
    4 sal di gel tirşikê
    Gava tirşik dikeve jiyana we êdî jiyan zû derbas dibe. Ew bûye 4 sal...
    şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin
    şiroveyên ku bi piranî bi êrîşa faşÎst û raşÎstên tirk û ereb û ecem ê...
    ederlezî
    Alternatifek ji bo versiyona kurdî
    ...
    formata tirşikê
    bila di vir de heqerata hemberê rêxistinên ku di navê wan de kurdistan...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » lobiya jinên tirşikê
    » reşşikandin

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî