Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    kundir - tirşik
    kundir
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. nebatek e. dirûvê wê wek petêxa ye. lê wek petêx hundirê wê bi dendikê wê tije nabe, hema hema vala ye. dendikê wê kêm e lê pir xweş in.



    2014.03.18-17:39 | mergehez

    2. carinan bi henekî carinan jî wek heqaretekê tê bikar anîn. li cem me bi herdu wateyan jî tê bikar anîn. ku bi wateya heqaretê bê bikar anîn, em jî dikarin bersivekê bidin.



    2014.03.18-17:54 | mergehez

    3. (bnr: serî lê bû kundir)



    2014.03.18-20:02 | mergehez

    4. bi qewlê osman baydemîr tişta ku ji pakêta hikûmeta akpê derketiye ye..

    - çi ji pakêta wan derket?

    - kundir derket, kundir!



    2014.03.18-20:15 | endazer

    5. li cizîrê jê re kulind dibêjin û ji kulindên biçûk yên ku pê dolme tên çêkirin re jî dolmik tê gotin.. dolmik gir û girover e û dolmik jî rast û tîk û dirêj e..



    2014.03.18-20:16 | endazer

    6. Ji cureyekê wan re kundirê mîranî tê gotin..her wiha stran jî li ser hatina gotin.



    2014.03.18-22:06 | birho_fîlo

    7. (bnr: kulind)

    xwarina xwaringehê ya îro ye. min nîvro xwar lê nikarim êvarî jî bixwim bes e lo, ev çi eziyet e, ji xwe vê roja piraniya kesan re betlane bişixwile û serde jî sibeh êvar kulind bixwe!



    2014.05.24-18:39 | azadixwaz

    8. gelek mezin e lÊ hundir vala ye

    26.06.2014 pakêta nû a hikûmatê



    2014.06.26-13:38 | ferhenga şikestî

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.06.26-14:49 | rasteqîn

    10. Piçûkiya xwe de, dema ku ez bi heft- heyşt salî bûm, porê min li dikana berberê de bi makînayê sisê nimro dihat jêkirin. pênc deqe besê min bû. mû li ser çavên min û rûyê min belav dibûn. nizanim çima, min xwîdan dida. ez qayil bûm xwe bixurînim lê belê berberê kûçikbav digot "xwe tevnegerîne!" dikaribûm bifetisiyama. ew porjêkirin ji min re, gedekî reben, zilmêkî pir giran dihat. û bi ser de jî ji min re digotin kundir.



    2018.02.01-17:33 [guhertin:2019.02.02 01:42]| mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    erdewan zaxoyî [2]
    Ev strana li jor ku erdewan zaxoyî bi dengê ...
    dostum dostum [1]
    erdewan zaxoyî/111784 Navê helbesteke pîr siltan evdal e. Ji aliyê aşiq elî siltan...
    tikandina malperên kurdî [1]
    Bûye wek nexweşiyek ji min re, kengî malperek kurdî dibînim heman demê...
    tikandina malperên kurdî [1]
    (bnr: bitikîne, bitikîne, bitikîne!)...
    romana dengbêjîyê [1]
    Cureyeka romanê ye. Cureyeka romanê ya kurdan e (te go çi?). b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kundir

    Kategoriyên mijarê:: nebat
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî