Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kpss - tirşik
kpss
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ezmuna hilbijartina personelên kamuyê. salê carekê tê çêkirin û îro hatiye çêkirin. tê gotin ku yên ketîn vê ezmunê winda ne û bi telefonan jî kes nikare bigihêje wan.



06.07.2013 21:06 | azadixwaz

2. Navê wê pêşîn a ku ez dizanim wek bi kurtkirina tirkî DMS bû û wek bi kurdî Ezmûna Karmendiya Dewletê EKD cara ewil heke ku ez xelet nebim di 99an de hat çêkirin.Piştre jî gelek nav lê hatine kirin.



06.07.2013 21:13 | fizikzan

3. ezmuna weke hemû ezmunên din ên dewletê, her sal hezar teybetiyên wê diguhere ye .



(bnr: kpss 2013)



06.07.2013 22:00 | brusk56

4. bi kopya u hîleyên xwe nav daye.



06.07.2013 15:17 | feqiyêteyran

5. wê bibe sedema birçîmayîna min...



26.10.2013 04:10 | zero

6. ezmunekî herî xilaf e. ji ber kû tû çar salan mamostetiyê dixwînî, dibêjin je ka were binêrim tû dikarî bibî mamoste an na. temam ser serê me lê ji alîyê din de dikare keseki zaningeha dû sale qedendî bike mamoste. ew qas çewtî jî nabe ..



26.10.2013 23:17 | gelawej

7. belayê serê min e divê bixebitim bixebitim û bixebitim. .



06.12.2013 02:00 | ferhenga şikestî

8. ezmûna ku heya niha hemû kesî lê laenet dibarand lê dema ku gotegotên rakirina wê derket bi herkesî şêrîn bû *



08.05.2014 00:35 | renas

9. ezmûna ku çi qas xerab û ne tu tişt be jî, qene hinek be jî ji torpîlan re dibe astengî.

elbet hin kes bi rêyên cûda pirsan bi dest dixin, an jî bi encaman dilîzin lê dîsa jî ji mûlakatê hezar caran baştir e.

haa, ger rabe ;

(bnr: merheba simbêlnivişt) *



08.05.2014 01:45 | brusk56

10. weke hemû azmûnan hêviya feqîran e. ji berê de, ez alîgirê azmûnên navendî me. weke li jir jî hatiye gotin, mirovên xîzan encax bi saya sîstemên wisa dikirina ji xwe re bikevin karekê. ger ne wisa be, willeh ji kurdan û feqîran re xîzmetkarî jî namîne.

em hemû dizanin ku li zanîngehan gelek tirkên nijadperest çawa ji ber ku li zankoyan kurdan dibînin çawa hêrs dibin û ji aciziya xwe çawa li hev şa dibin *



08.05.2014 21:09 | simurg56

12. weke hemû azmûnên din yên navendî, ji bo mirovên feqîr, bê torpîl û komên hindikayî; tekane rê ye ku bikarin li dezgehên dewletê bikevin karekê. ger ne bi saya azmûnên wisa bûya, dev ji xwendin û şixulîna li zanîngeh, nexweşxane û hwd. yên li bajarên mezin berdin; we wê nekariya weke nexweş û muşterî jî herin van deran.



05.07.2014 03:31 | simurg56

13. tiştê ku heta niha sê caran têketimê. bêyî ku rûyê pirtûkekê vekim min du caran plakaya batmanê carekê jî yê şirnexê stand *

min niyet heye îsal jî têkevimê bi rastî hinekî serê xwe pê biêşînim ez dikarim bi rehetî di navbera 85-90'an de pûanekê bistînim. lê ka ew xîret ?



05.07.2014 03:51 | oxir

14. yek ji ezmûnên dewlet jê pereyeke baş qezenç dike. girseyeke giring dikeve ezmûnê û her yekî pereyeke baş dide ji bo bikarin bikevinê. xwezî piraniya yên bikevinê qezenc bikira lê dîsa jî wê hindik jê qezenç bikin. aniha yan wê destpê bikin an amadekarî dikin, serkeftin ji bo yên heqkirî û taybetî yên welatparêz re.



05.07.2014 09:07 | azadixwaz

15. Ezmûna ku niha ez ji bo wê li ber deriyê dibistanek sekinîme.

Nexebitîm lê hîsek heye dibê ku ez pûanek zêde bistînim.

De ka serxêrê, di bêrîka min de fasûliyê li ser hatî xwendibû hene *



22.05.2016 08:52 | xewnname

17. Ezmûna ku îro, di dîroka 31.07.2022ê ye çêbûye. Ez tê de peywirdar bûm. Dema min li kesên ketibûn ezmûnê dinihêrî sala ez wek keran xebitîm hat bîra min. Min di dilê xwe de got gelo kîjan ji wan wek min xebitîye lê min ew çav bi kesî re nedît.

Axir Xwedê tehba kesî bêencam nehêle. Bi rastî jî piştî ewqas sal xwendinê mirov tayîn nebe rewşeke zehmet û nexweş e. Loma ji gelê xwe yê hişyar re tayînê hêvî dikim.



01.08.2022 00:01 | xabûrî

18. Tirşik jî di riya ekşiyê de diçe ji niha de çend kesan dora xwe li ber tenûra "bêyî bixebitim min ev qas puan stand" daniye. Lê KPSS ne ezmûnek wisa ye. Tu çi qas bixebitî jî dibe ku neçe serî lê ku tu nexebitî tu carî naçe serî.
Berê belkî cazîbeyeka ezmûnê û kar û kadroyên dewletê hebû li ber diket mirov rûne û bixebite lê niha heyfa wê demê û wê efor û wê enerjiyê. Bi wê dem û wê enerjiyê mirov dikare bi hêsanî hînî zimanekî ewropî bibe û pê here Ewropayê. An mirov dikare karê xwe bi xwe bike û gelek tiştên din.



02.08.2022 23:05 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kpss 2015

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî