Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    pezkûvî - tirşik
    pezkûvî
    (2) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. sewala xecê xemgîn kiriye û ji ber wê jî siyabend ji bo girtina wê pê ketiye û ji hedafê ketiye, xecê hewl daye wî xelas bike lê nekariye û wê jî xwe avetiye û her du jî mirine.

    (bnr: siyabend û xecê)



    2013.07.06-23:33 | azadixwaz

    2. Di çîrokên dîya min de serleheng in- wek efsûnek in her dem-û her wiha nêçîra wan bêyom e.



    2013.07.12-23:14 | gulan

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.14-18:58 | ciwan

    4. Her wiha li gelek deran wekî "evor" tê binavkirin..ji kizwanên beltên latan pir hez dıkın.



    2014.03.14-19:07 | janbarblues

    5. li çiyayên kurdistane gelek hene



    2014.03.14-20:45 | argeşbotan

    6. ez dibêjim divê di alaya kurdistanê de şûna stêrk û heyv û şêr û qertel û das û çakûç û tiştên din ew û qiloçên xwe hebin, ji ber ku çiyayên kurdistanê tînin bîra mirov.



    2016.08.16-22:37 | endazer

    7. li gorî lîsta heywanên sembola neteweyan ya wîkîpedayê Here lînkê sembola kurdistanê ye. di heman lîstê de sembola tirkan jî gurê boz e ;)
    li gorî malpera kurdistanica.com Here lînkê jî pezkûvî cara ewil li kurdistanê li deşt û zozanên quntara rêzeçiyayên zagros hatiye kedîkirin. dîsa li gor heman çavkaniyê li ser gelek berhemên arkeolojîk yên li Kirmashan, Zéwe, Seqiz, û Qizqapan hatine dîtin wêneyê pezê kûvî heye. bi kurdiya soranî jê re kell dibêjin û di folklora kurdî de tê wateya hêz û desthilatdariyê.



    2016.12.08-20:37 | endazer

    8. (bnr: sembola neteweya kurd)



    2016.12.09-06:53 | cinorek

    9. heywaneke biaqil e. dema mar pê ve dide diçe dikeve pey giyaşîrkê ku dermana jehra maran e. ji ber wê di inglîzî de ji pezkûviyan re dibêjin bezoar ibex ango pezkûviya bêjehr.



    2018.08.21-05:19 | tizbîkêş

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pezkûvî

    Kategoriyên mijarê:: ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî